• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di meha 18emîn de ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê hate kirin

Enqere / AW

27 ADAR 2026 - 18:39
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Komîsyonên ji Rojîn Kabaîş re Edalet, di 18emîn meha kuştina Rojîn Kabaîş de xwestin kujer bên dîtin, cezakirin û ji bo Rojîn Kabaîş edalet pêk were.

Komîsyonên ji Rojîn Kabaîş re Edalet, di 18emîn meha kuştina Rojîn Kabaîş de li Cadeya Sakaryayê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên komîsyonê û partî û saziyên demokratîk tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Rojin 18 meh in li benda edaletê ye, telefonê veke, DNAyê lêkolîn bike û kujeran bidarizine” dinivisî û dovîzên wêneyê Rojîn Kabaîş û daxwaza edaletê li ser dinivisî hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên, “Çi bi serê Rojîn de hat”, “Hesabê Rojîn dê bêpirsîn”, “Neparêze û bidarizîne” û “Rojîn Kabaîş îsyana me ye” berz kirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Elçîn Kurdoglu ve hat xwendin. Elçîn Kurdoglu diyar kir ku 18 meh in lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û kujer nehatine cezakirin. Elçîn Kurdoglu anî ziman ku weke jin ew ê ji bo kujer bên cezakirin û bûyerên weke Rojîn Kabaîş neqewimin têkoşîna xwe bidomînin û daxwazên xwe wiha anî ziman:

“*Divê biryarên nepenîtiyê yên di dozê de tavilê werin rakirin da ku malbat û raya giştî bikaribin bigihîjin rastiyê.

*Divê nasnameya du zilamên ku DNAya wan li ser laşê Rojîn hatine dîtin werin aşkerakirin.

*Divê telefona Rojîn tavilê were vekirin.

*Divê hemû kes û saziyên ku ji ber derengketina 18 mehan a dozê, veşartina delîlan, dirêjkirina pêvajoyê û parastina sûcdaran berpirsiyar in, werin darizandin.

*Divê gefên li dijî malbatê werin lêkolînkirin û berpirsiyar werin darizandin.

*Divê malbata Rojîn bi tenê neyên hiştin; divê piştgiriya qanûnî û exlaqî ya pêwîst ji wan re were dayîn.

*Divê Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna li gorî xala 102 ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ya derbarê êrişa zayendî ya giran de, berfireh bike.

*Divê desteya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê raporek nû amade bike.

*Divê dewlet erkê xwe yê parastina mafê jiyanê yê jinan bi cih bîne.

*Divê delîlên winda bi awayekî zelal werin berhevkirin û aşkerakirin.

*Divê Saziya Tiba Edlî, DNAyê aşkera bike.”

 

Etîket: daxuyanîedaletEnqereRojîn Kabaîş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

27 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

13 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne