• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

Amed/ AW

27 ADAR 2026 - 15:47
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed- Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo piştgiriya projeya “yekitiya neteweyî” ya zêdetirî 200 siyasetmedar û rewşenbîran daye destpêkirin, li Amedê daxuyanî da. Hasan Ozguneş ê li ser navê înîsiyatîfê axivî wiha got: Şert û mercên hundir û yên derve yekîtiyê li gelê Kurd û gelên Kurdistanê ferz dike. Yekîtî çênebe serkeftin dê çênebe.”

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî “Projeya Lihevkirina Neteweyî” ku ji aliyê zêdetirî 200 kesayetên siyasetmedar û rewşenbîran ve hatibû dekarekirin hatiye destpêkirin, li ber avahiya Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê (TOD-DER) ya li navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç, endam û rêveberên Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatibû amadekirin ji aliyê endamê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hasan Ozguneş ve hate xwendin.

‘Rizgarbûn ne di parçebunê lê di yekbunê de ye’

Hasan Ozguneş di serî de êrişa Îranê ya li Başurê Kurdistanê li dijî pêşmergeyan hatibû kirin bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ji şehîdan re rehmetê û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazîn. Serê malbatên me û gelê Kurd sax be. Şerê cîhanê yê sêyemîn li navenda Rojhilata Navîn diqewime qeyranên kûr diafirîne. Di encama van qeyranan de jî derfetên veguherînê pêk tên. Erdnîgariya Kurdistanê di navenda van veguherîn û qeyranan de ye. Di şerê cîhanê yê yekemîn de veguherîn û qeyranên wiha rûdabûn. Lê belê gelemperiyê gelê me bê amadekarî û bê rêxistin bûn. Ji ber vê yekê çarenûsa xwe diyar nekir û hebûna xwe bi statu nekirin. Îro ji bo di vê qeyranê de statuya xwe diyar bikin tenê rêyek heye. Ew jî pêkanîna yekîtiyê ye. Di heman demê de ji hemû seneryoyên erênî û neyênî re amade bûyîn e. Îsal di qadên 8ê Adarê û Newrozê de jinan û gelê Kurd bi coş û dengekî gur got ‘yeke yeke gelê Kurd yeke.’ Got ku rizgar bûn ne di parçebûnê de ye, yekbûnê de ye. Wekî nexşerêyekê daniye pêşiya hemû kes û rêxistinan.”

‘Dem dema yekîtiyê ye’

Hasan Ozguneş di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku buyerên li Rojava, Rojhilat, Başur diqewimin û pêvajoya li Bakur tê meşandin berpirsyariyeke dîrokî li ser milê her kesê bar dike û ev tişt gotin: “Dem dema yekîtiyê ye. Bi vê ve girêdayî 200 kesayetên hêja yên li Başurê Kurdistanê bangî yekîtiyê kirîn em banga wan erênî dibînîn û piştgiriyê didinê. Wekî Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk diyar dikîn ku em dê bi awayekî çalak tev li hemû xebatên yekîtiyê bibin. Em di wê hişmendiyê de ne ku yekîtî çênebe serkeftin dê çênebe. Gelê me ev sed sal in ji bo azadî û statuya xwe têdikoşe û di nava serhildanan de ye. Parçe mayîn û polîtikayên parçe kirin û rêvebirinê pêşiya gihiştina armancan birî ye. Parçebûn pêşî li êş û windakirinên mezin vekirî ye. Dema têkbirina vê çarenûsa reş hatîye. Şert û mercên hundir û yên derve yekbunê li gelê Kurd û gelên Kurdistanê ferz dike. Divê ev derfet ji dest neyê derxistin. Yekbûn û bi hev re tevgerîn dê parastina destkeftiyan jî hêsanî bike. Yekbûyîn her tim bûye vîn û xwesteka gelê Kurd a sereke. Gelên Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên demokrasî xwaz ev xwesteka heyî hemu şert û mercan de aniye ziman.”

‘Tu berpirsiyarî bikeve li ser milê em ê bikin’

Di dawiya axaftina xwe de Hasan Ozguneş diyar kir ku xwesteka kûr û mafdar divê ji hêla hemû partiyên Kurdistanî, rêxistinên jinan, ên ciwanan, rêxistinên demokratîk, ên kedkar û karkeran, ronakbîr, hûnermend, rêxistinên baweriyan û kesayetên hêja ve li ber çavan bê girtin û got: “Ji bo pêkanîna wî têkoşîn bê dayîn. Di dîrokê de berpirsiyariya ser milê me ya herî mezin avakirina yekîtiyê ye. Bo hindê ew 200 kesayetên hêja yên li Başurê Kurdistanê ji bo yekîtiyê dest avêtîne xebatê divê hemu kes piştgirî û hêzê bidê. Em wekî Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk nirx didîn vê bangê û bê şert û merc destek didinê. Dîsa diyar dikin ku çi berpirsiyarî û kar bikeve ser milê me em amade ne.”

‘Rizgarî û serkeftina gelê Kurd di yekbûnê de ye’

Piştre, Hevberdevkê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk û parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç jî axivî û got: “Em dixwazin di vê roja pîroz de, vê peyama yekîtiyê bidin ku ji bo azadiya Kurdistanê, em her dem amade ne. Di vê çarçoveyê de, ev bangewazî bi taybetî ji bo rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ye ku bi dilekî germ û bi vîneke mezin piştgirî bidin vê xebatê. Em wekî gelê Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê – Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur – gava em yekîtiya xwe ava dikin, em dibînin ku hêzên dagirker çawa paş de diçin û serkeftin dibe para me. Ji bo vê yekê, ez bang li hemû partî, rêxistin û gelê me yê niştimanperwer dikim: Dem dema yekîtiyê ye. Rizgarî û serkeftina gelê Kurd, di yekbûnê de ye. Bi dirûşmeya me heye ku dibêje: ‘Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e.’ Em bi vê dirûşmê xebata xwe bi pêş bixin û ber bi paşerojeke ronî ve gavan bavêjin.”

Etîket: Hasan OzguneşÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkMehmet Kamaçyekitiya neteweyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026
Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne