• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

15 jinên têkoşer li Hezoyê hatin bibîranîn

Êlih / AW

24 ADAR 2026 - 16:07
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
15 endamên YJA Starê yên berî 14 salan li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di merasîma bîranînan de behsa têkoşîna jinên şoreşger hat kirin.

15 endamên YJA Starê yên di bin fermandriya Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Leyla Altan (Arjîn Garzan) de ku di 24ê Adara 2012an de li Geliyê Şêx Cuma ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn. Ji bo 15 jinên têkoşer li navçeya Hezoyê ya Êlihê li goristanên gundê Eynhisanê û Gundê Nû merasîma biranînê hat lidarxistin.

Bîranîna ku bi pêşengiya MEBYA-DERê hat pêkanîn, rêveberên rêxistinên DEM Partiyê û DBPê yên Êlih û Hezoyê, endamên TUAY-DERa Êlihê, Dayikên Aştiyê û malbatên cangoriyan beşdar bûn.

‘Di oxira welateke azad de canê xwe dan’

Merasîma yekem li gundê Eynhisanê li goristana Şêx Xelîl pêk hat. Wêneyên cangoriyan li ser goran hat dayîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê MEBYA-DERê û her wiha bavê Mizgîn Aratemûr (Hêvî Roj) a ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabû Şafî Aratemûr axaftinek kir. Aratemûr diyar kir ku her 15 jin di bin fermandariya Arjîn Garzan de berxwedaneke bêhempa li dar xistin û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Aratemûr anî ziman ku van cangoriyan ji bo welatek azad û demokratîk têkoşîn meşandin û di vê oxirê de canê xwe dan. Aratemûr got ku ji bo serkeftinê divê Kurd yekîtiya xwe saz bikin û têkoşîna xwe xurt bikin

‘Bûne agirê Newrozê’

Piştî Aratemûr xwişka Leyla Altan, Nuhat Altan axivî û anî ziman ku Arjîn û hevrêyên xwe, li herêma Xerzanê rastî êrişeke hovane hatin û piştî berxwedaneke çend rojan jiyana xwe ji dest dan. Nuran Altan diyar kir ku 15 jin tam di serdema Newrozê de şerekî mezin pêk anîn û agirê Newrozê bi bedena xwe gur kirin. Altan axaftina xwe bi gotina “Şehîd namirin” bi dawî kir.

Piştî bîranîna li gundê Eynhisanê girse çû ser goristana Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Leyla Altan (Arjîn Garzan). Bi heman awayê li vir jî piştî deqeyekî rêzgirtinê li ser têkoşîna jinên jiyana xwe ji dest dane axaftin hatin kirin û soza girêdana bi cangoriyan re anîn ziman.

Derbarê bûyerê de

Li Bedlîsê, li herêma Xerzanê di 22yê Adara 2012an de operasyoneke leşkerî ya berfireh hat destpêkirin. Di encama agahîdayina sîxûran 15 jinên endamên YJA Starê li herêma Geliyê Şêx Ciman rastî êrîşeke giran hatin. Di encama şerê du roj û du şevan de Endama Konseya Fermandariya YJA Starê û yek ji Fermandara Eyaleta Xerzanê Leyla Altan (Arjîn Garzan), gerîlayên YJA Starê Mizgîn Aratemur (Hêvî Roj), Asiye Gunduz (Toprak Canfeda), Meyaser Orbay (Diljin Cilo), Welat Argiş (Bêrîtan Timoq), Şehrîban Argiş (Rûken Aslan), Asuman Mucel (Viyan Dîrok), Yildiz Cimo (Rojda Efrîn), Selma Avci (Berfîn Roza), Ayşe Ahmet (Silav Soran), Perîhan Parlak (Bêrîvan Semsûr), Gulistan Basutçu (Yêrîvan Azadî), Gurbet Altun (Rojevîn Amed), Aklîme Sezer (Jîyanda), Fatma Karayil (Gulbahar Amed) jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ev bûyer pêk hat, li ser canê jinan şopên çekên qedexekirî hatibûn tespîtkirin. Hate gotin ku 15 jin digel du roj di bin dorpêçê de man û dihat xwestin teslîm bên girtin jî berxwedana xwe berdewam kirin. Di roja sêyem de, ango di 24ê Adarê de balefirên şer li asîmanên çiyayên Xerzanê xuya kirin û herêmê bombebaran kirin. Her wiha piştî firokên kobra jî herêmê bomberan kirin 15 jinan jiyana xwe ji dest dan.

Etîket: 15ê jinên têkoşerArjîn GarzanLeyla AltanYJA-STAR
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

2 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

21 TEBAX 2026
Ji bo 4 YRKiyên di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn

Ji bo 4 YRKiyên di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn

19 TÎRMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Zarîn Akbaş kirin

Bi girseyî serdana şîna Zarîn Akbaş kirin

6 TÎRMEH 2026
Li Qendîlê agirê Newrozê bilind bû

Li Qendîlê agirê Newrozê bilind bû

19 ADAR 2026
Li ser sînorê Bakur û Rojava wêneyên berxwedanê

YJA Star: Em li dora Şoreşa Rojava bibin yek

22 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne