• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em ê bi yekîtiya Kurdan jiyaneke nû ava bikin’

Bedlîs / AW

22 ADAR 2026 - 15:27
Kategorî: ROJANE
A A
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, tevî barîna baranê jî bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê li qadê bûn. Di pîrozbahiyê de peyama “yekîtiya neteweyî” û “azadiyê” derket pêş.

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, pîrozbahiya Newrozê ya ku bi şiarê “Newroza Azadî û Demokrasiyê” hate lidarxistin, bi coşeke mezin derbas bû. Gelê ku ji ber avahiya DEM Partiyê ya Tetwanê dest bi meşê kir, li Qada Newrozê ya fuarê gihiştin hev û agirê Newrozê geş kirin.

Pîrozbahî di bin baraneke dijwar de saet di 10:00an de dest pê kir. Bi sedan welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî û rengîn qad tijî kirin, bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd Namirin” berz kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, govend hate gerandin.

Çandar: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengiz Çandar di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser girîngiya aştiyê. Çandar diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd destpêka jiyaneke nû ye û wiha got: “Em vê Newrozê wekî Newroza aştî û demokrasiyê pîroz dikin. Birêz Abdullah Ocalan di peyama xwe de dibêje; ‘Em dikarin kaosa li Rojhilata Navîn veguherînin qada azadiya gelan.’ Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, em jî azad nabin. Em ê hevalên xwe yên mîna Bese Hozat û hemû girtiyên azadiyê di nava xwe de bibînin.”

‘Agirê Newrozê dê bibe deriyê jiyana nû’

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser peyama yekîtiyê û got ku daxwaza wan a sereke azadî ye. Aslan axaftina xwe wiha domand: “Gelekî ku hebûna xwe daye qebûlkirin, niha ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadan e. Ev agirê Newrozê dê bibe deriyê jiyaneke nû û azad. Em ê bi yekîtiya Kurdan jiyaneke nû ava bikin. Ev Newroz dê bibe Newroza yekîtî û aştiyê.”

Piştî axaftinan, Koma Çiya û hunermend Cesim Başboğa derketin ser dikê. Gel bi stranên şoreşgerî û gelerî govend gerandin û Newroz bi coşeke mezin bi dawî bû.

Etîket: Cengîz ÇandarNewrozNewroz Uysal AslanNewroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkTetwan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

Wekî navê xwe tevgeriya û bû fedakarê gelê xwe

24 ÎLON 2026
Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

2 ÎLON 2026
Derbarê rijandina petrolê ya gundê Dêra de pêşniyarpirs hat dayîn 

Derbarê rijandina petrolê ya gundê Dêra de pêşniyarpirs hat dayîn 

12 TEBAX 2026
Hevdîtinên Qanûna Çarçoveyî: Divê qanûn bê sererastkirin

Hevdîtinên Qanûna Çarçoveyî: Divê qanûn bê sererastkirin

8 TEBAX 2026
‘Metîngeriya li ser jin û xwezayê bi hev re girêdayî ne’

‘Metîngeriya li ser jin û xwezayê bi hev re girêdayî ne’

7 TEBAX 2026
Bîranîna Şengalê: Tevgera Azadiyê nebûya dê encam xirabtir bûya

Bîranîna Şengalê: Tevgera Azadiyê nebûya dê encam xirabtir bûya

3 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne