• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di roja 22yan a şer de rageşiyên li ser Hurmuzê didomin

Navenda Nûçeyan / AW

21 ADAR 2026 - 11:54
Kategorî: CÎHAN
A A
Amerîka û Îsraîl di roja 22iyan a şer de êrîşên li dijî Îranê bê navber zêde dike. Îran jî bi girtina Kendava Hurmuzê bersivê dide Amerîka û Îsraîlê. Rageşiyên li ser Hurmuzê bi niqaşan didomin. 

Îranê îdia kir ku Kendava Hurmuzê nehatiye girtin û ew tenê ji bo dewletên ku êrişê Îranê dikin hatiye astengkirin. Serokê Amerîkayê jî diyar kir ku ew hindik maye bigêjin hedefên xwe û hê jî ji bo riya Kendava Hurmuzê vebe difikirin ku êrişên li dijî Îranê sist bikin. Lê Artêşa Îsrîlê bi daxuyaniye aşkera kir ku wan li Tehranê li cihên krîtîk ên leşkerî xistine.

Îranê ji bo Japonyayê pêşniyara vekirina Tengava Hurmuzê kir

Li gor Routersê Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro di hevpeyvînekê de diyar kir ku Îran amade ye rê bide keştiyên Japonyayê ku di Kendava Hormuzê re derbas bibin û ev biryar ji bo dabînkirina sotemeniya cîhanî gelekî girîng e.

Araghçî jî di axaftineke telefonî ya roja Înê de nêrînên “Tengava Hurmuzê hatiye girtin” red kir û diyar kir ku wan Tengava Hurmuzê ji bo welatên ku êrîşî Îranê dikin bi sînor kirine. Lê ji bo yên din alîkarî hatiye pêşkêşkirin. Araghçî got ku Îran amade ye ji bo keştiyên Japonyayê di Tengava Hurmuzê re karibin derbas bibin derfetên ewlehiya pêwîst biafirînin.

Îsraîlê êrîşî Tehranê kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro di saetên serê sibê de li dijî hedefên krîtîk yên rejîma Îranê yên li Tehranê êrîş pêk anîne û agahiyên derbarê êrişan de dê bên dayîn. Di daxuyaniyeke berê de jî artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku “moşekên ku ji Îranê ber bi axa Îsraîlê ve hatine avêtin di şeş saetan de sê caran hatine tespîtkirin”.

‘Îranê baregeheke li Okyanûsa Hindê kiriye hedef’

Rojnameya The Wall Street Journal roja Înê, bi îşaretkirina berpirsên Amerîkî, ragihand ku Îranê di van demên dawî de du moşekên balîstîk ber bi baregeha leşkerî ya hevbeş ya Amerîka-Brîtanyayê ya li Diego Garcia ya li Okyanûsa Hindê ve avêtine.
Di agahiyê de hat gotin ku ti moşek neketiye hedefe. Baregeha Diego Garcia ya li Okyanûsa Hindê 4,000 kîlometre (2,500 mîl) dûrî axa Îranê ye û ev avêtin nîşan dide ku Tehran xwedî moşekên bi menzîlên ji ya ku berê dihat texmînkirin dirêjtir e.

Erebistana Siûdî bêtir dronan asteng kirin.

Wezareta Parastinê ya Erebîstana Siûdî ragihand ku duh bişev û destpêka îro li rojhilatê welêt bi dehan dron hatine astengkirin.
Artêşa cîran a Kuweytê ragihand ku sîstemên wê yên parastina hewayî îro bersiv dane êrîşeke moşek û dronan.

Amerîkayê cezayên li ser petrola Îranê sist kirin

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi awayekî demkî cezayên li ser petrola Îranê ya ku jixwe li ser keştiyan barkirî ye rakir û destûr da ku heta 19ê Nîsanê berdewam bikin. Lê Îranê piştî daxuyaniya Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê got ku petrola wan ya xam ya zêde tune ku pêşkêşî bazarên navneteweyî bike. Ev geşedan li dû sivikkirina cezayan li ser petrola Rûsyayê ya ku niha li deryayê ye tê, ji ber ku Waşîngton hewl dide kêmasiya dabînkirinê ya cîhanî ya ku ji ber girtina fiîlî ya Kendava Hormuzê çêbûye, sivik bike.

Gelo şer ‘ber bi dawîbûnê ve diçe’?

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh di daxuyaniyekê de got ku ew ji bo ji Tengeva Hurmuzê re çareyek bê dîtin li ser ‘kêmkirina’ operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê difikirin. Trump diyar kir ku ew dixwazin hin welatên din ji bo vê riya avê vekirî bimîne wek çavdêr bên diyarkirin. Lê Trump îhtîmala gihîştina peymaneke agirbestê ya bi Îranê re red kir.

Trump di parvekirineke di ser Truth Social de got ku ew kêmkirina hewldanên xwe yên leşkerî yên li Rojhilata Navîn derbarê rejîma terorîst ya Îranê de dinirxînin û ji bo bidestxistina armancên xwe pir nêzîk in.

Brîtanyayê destura bikaranîna baregehên xwe da Amerîkayê

Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku wan destûr daye hêzên Amerîkayê baregehên Brîtanyayê ji bo pêkanîna êrîşên li dijî hedefên Îranê û vekirina Kendava Hormûzê ya ji bo keştiyên nefte vebe bikar bîne.

Ji destpêka şer ya di 28ê Sibatê de, Brîtanyayê destûr dabûn hêzên Amerîkayê du baregehan ji bo operasyonên parastinê bi kar bînin û ji bo piştgiriya hewayî ya bidin hevalbendên xwe yên ku di bin êrêşên kampanyeya tolhildana Tehranê de ne; ji aliyê Trump ve bi tundî hat rexnekirin.

Amerîka dê zêdetir leşker bişîne Rojhilatê 

Li gorî agahiya medyaya Amerîkayê, dê Amerîka hêjmareke zêde leşker bişîne Rojhilata Navîn; ev yek dikare bibe nîşana operasyoneke bejayî ya nêzîk.

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Washington plan dike di navbera 2,200 û 2,500 leşkerên ku li Kalîforniyayê ne bişînin heremê. CNNê di heman demê de diyar kir ku tê payîn bi hezaran leşkerên deryavan bişînin Rojhilata Navîn. Her du agahî jî ji devê rayedarên Amerîkî yên nenas hatiye kirin.

Xameneyî: Dijmin têk çûye

Di peyameke ji bo pîrozkirina Sersala Farisî, Nowruzê de, Xameneyî diyar kir ku dijminên Îranê, Amerîka û Îsraîl di şerê li dijî Îranê de têk çûne.
Xameneyî yê ku di cihê bavê xwe Elî Xhameneyî de bû serokê Olî yê Îranê heta niha derneketiye rûberên gel got ku bi saya yekîtiya taybet ya ku di nava welatiyên me de, hatiye avakirin, dijmin têkbiriye.”

Mîsyona NATOyê ya li Iraqê hatiye veguhestin.

Mîsyona NATOyê ya li Iraqê bi temamî veguhestin Ewropayê û li gorî daxuyaniya hevpeymaniyê, endamên dawî yên hêza ne-şerker ku hejmara wan bi sedan bû, ji Iraqê derketine.

Etîket: AmerîkaHurmuzÎranKendav
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îranê kesekî din hat darvekirin

Li Îranê kesekî din hat darvekirin

20 TEBAX 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Îranê girtiyê siyasî Şahram Sadeghi îdam kir

Îranê girtiyê siyasî Şahram Sadeghi îdam kir

16 TEBAX 2026
Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

15 TEBAX 2026
Ûkraynayê plana xwe ya ‘bidawîkirina’ şer radestî Amerîkayê kir

Ûkraynayê plana xwe ya ‘bidawîkirina’ şer radestî Amerîkayê kir

12 TEBAX 2026
Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne