• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

AVAMED: Av heye lê bisînor e

Navenda Nûçeyan/ AW

6 ADAR 2026 - 13:25
Kategorî: EKOLOJÎ, ROJANE
A A
AVAMED a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê destnîşan kir ku tevî berfa zêde ya îsal bariye, kapasîteya ava paqij nehatiye guhertin û got: “Av heye lê mayînde nîn e. Ne tenê ava şebekeyê lê divê ava sererd û binerd jî were parastin.”  

 

Îsal li gorî salên berê li gelek bajarên Kurdistanê berfeke zêde bariya. Barîna berfê ji bo çavkiyên avê, ava paqij, daristan û çandiniyê jêveneger e. Bi barîna berf û baranan ve parastin û bikaranîna rast a avê jî tê nîqaşkirin.

 

Rêveberê Gerînendetiya Giştî ya AVAMEDê Mehmet Şerîfoglu, derbarê barîna berfa zêde ya li bajêr axivî.

Mehmet Şerîfoglû destnîşan kir barîna berfê geşedaneke erênî ye û wiha got: “Berfa îsal ya ji salên berê zêdetir bû. Berfa ser hev ji bo bendav û rezervên ava binerd çavkaniyeke girîng e û divê were parastin. Hilberîna ava vexwarinê ne tenê bi barîna baranan re têkildar e. Av heye lê bisînor e.”

‘Parastin divê hevseng û demdirêj be’

Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Şerîfoglu destnîşan kir ku kapasîteya Şaredariyê ya parastina ava bisînor e û wiha pê de çû: “Kapasîteya tesîsa me ya parastina avê neguheriye. Barîna berfê kapasîteya parastinê bêsînor nake. Lewma divê parastina avê bi nêzîkatiyeke giştî were destgirtin û feraseta parastina vê divê pêş bikeve. Barîna berfe rehetiyeke demkî çêdike. Divê avên me yên binerd û sererd bi heman nêzîkatiyê werin parastin. Ya baş ew e ku av wek mayînde û hevseng were parastin.”

‘Xizmeta avê ne tenê teknîkî ye jiyanî jî ye’

Mehmet Şerîfoglu got ku AVAMED bi têgihiştina şaredariya civakî tevdigere û derbarê xebatên AVAMEDê ev tişt gotin: “Xizmeta avê ne tenê xebateke teknîkî ya binesaziyê ye. Av rasterast bi tendurustiya gel, domdariya jîngehê û mafê jiyanê yê nifşên pêşerojê re têkildar e. Şaredariya civakî ne tenê hilberîna xizmetê ye; birêvebirina çavkaniyên me yên hevpar bi awayekî adîlane, hevseng û domdar e. Lê parastina avê ne tenê karê saziyan e, wezîfeya hevpar a her kesê ku li vê bajêr dijî ye.”

‘Ne tenê dema krîzê, divê tim were parastin’

Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Şerîfoglu diyar kir ku ew veberhêna binesaziyê û kapasîteya teknîkî ya AVAMEDê her dem pêş dixin û wiha pû pê de çû: “Parastina çavkaniyên xwezayî ne tenê wekî berpirsiyariyeke saziyekê dikare bê dîtin.” Mehmet Şerîfoglu bang li welatiyan kir ku avê bi hişmendî û berpirsiyarî bi kar bînin û got: “Av heye lê ne bêsînor e. Her serdemeke barînê ne garantiyeke mayînde ye. Divê av ne dema ku krîz derket, dema ku heye were parastin.”

Hêjayî gotinê ye ku AVKAMED navê xwe kiriye AVAMED.

 

Etîket: AVAMEDBisînorMehmet ŞerîfogluSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne