• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevpeymaniya Rojhilat: Kîmyabarana Helebceyê nekariye îradeya gelê Kurd têk bibe

Navenda Nûçeyan / AW

16 ADAR 2026 - 21:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku kîmyabarana Helebceyê nekariye îrade û berxwedana Kurdan têk bibe û têkoşîna rewa ya neteweya Kurd dê heta serkeftinê berdewam bike.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 38emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê ya ji aliyê rejîma Baas ya Iraqê ve ku di encamê de zêdetirî 5 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran birîndar bûn û bi deh hezaran koçber bûn, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê wiha ye;

“Armanca dijminên me ya tunekirina netewa me dê tu carî pêk neyê!

Komelên gelê têkoşerê Kurdistanê!

Desthilatdaran û rejîmên dagirker yên Kurdistanê her tim ji xwe re kirine armanc ku netewa Kurd tune bikin û ji bo vê armanca xwe, serî li her cûre jenosîd, koçberkirina bi darê zorê û Enfalê dane. Lêbelê, ev hemû sûc, tevî kîmyabarana Helepceya Başûrê Kurdistanê, nekarîn îradeya têkoşîn û berxwedana Kurdan têk bibin. Ev sûc û trajediyên niha delîlên rewabûna têkoşîna nasnameya Kurd li hemû beşên Kurdistanê ne.

38 sal berê, di 16ê Adara 1988an de, rejîma berê ya Iraqê bênavber bombeyên kîmyayî avêtin ser bajarê Helebceyê û sûcekî li dijî mirovahiyê kir. Zêdetirî 5 hezar mêr, jin û zarokên Kurd şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Kîmyabarana Helebceyê, di wê demê de karesateke mezin a mirovî û jenosîdeke kêmdîtî bû. Lêbelê, ji ber bazarên siyasî, bazirganî yên hêzên cîhanê û nebûna piştgiriya gelê Kurd ê bindest, ev sûcê mirovahî û şer hate veşartin. Yên ku ev sûc kirine, li tu dadgeheke navnetewî nehatin darizandin û hesap ji wan nehat xwestin. Lêbelê, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê di vê trajediya dîrokî de roleke girîng leyîstin.

Berî kîmyabarana Helebçe ya Başûrê Kurdistanê, rejîma berê ya Iraqê bajarên Serdeşt, Şîno û Zerdeyê yên li Rojhilatê Kurdistanê jî hedef girt. Di dema kîmyabarana Helebceyê de, pêşmergeyên Komele li nêzîkî herêmê bicih bûbûn, ji ber jehra kîmyayî bandor bûn. Tevî gelek hewldanên ji bo revîna ji vê rewşê, dema ku ji Çemê Sîrwan derbas dibûn, rastî kemîna hêzên Komara Îslamî hatin û şerekî giran kirin. Di encamê de, 72 pêşmergeyên Komeleyê di sengerên şer de jiyana xwe ji dest dan, hejmarek ji wan birîndar bûn, piştî îşkenceyên giran dîl hatin girtin û hatin darvekirin.

Di heman demê de, li herêma Şarezûr a Hewramanê, di şerekî di navbera hêzên rejîmê û Pêşmergeyên Partiya Demokrat de, mixabin hejmarek ji Pêşmergeyan şehîd bûn. Mixabin, di kîmyabarana Helebceyê de bi dehan endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê a Îranê şehîd bûn. Gelek endamên din yên partiyê li herêma di bin kontrola Komara Îslamî de hatin girtin û hejmarek ji wan li Girtîgeha Dîzilawa ya Kirmaşanê hatin darvekirin.

Di salvegera 38emîn a kîmyabarana Helebceyê de, em şehîdên vê karesatê, hemû şehîdên têkoşîna rizgariya netewa Kurd, bi taybetî şehîdên nû yên gelê me yên ku ji ber êrişên Komara Îslamî şehîd bûn, bi rêzdarî bibîr tînin. Her wiha em radigihînin ku têkoşîna rewa ya netewa me dê heta serkeftinê bidome.”

Etîket: HelebceHevpeymaniya Hêzên Siyasî yên RojhilatîradeyakîmyabaraKurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Li Helebçeyê ji ber teqînê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Helebçeyê ji ber teqînê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

31 TEBAX 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

23 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne