• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtina Bab el-Mendeb dê rê li ber krîzeke kûrtir veke

Navenda Nûçeyan / AW

16 ADAR 2026 - 19:59
Kategorî: CÎHAN
A A
Hûsiyên Yemenê, li dijî keştiyên ku diçin DYA û Îsraîlê gefa girtina Tengava Bab el-Mendeb xwarin. Heke bê girtin, dibe ku di bihayên petrol û kelûpelên xerckirinê de zêdebûneke giran çêbike.

Hûsiyên Yemenê ku nêzî Îranê ne, di çarçoveya rageşiya bi DYA û Îsraîlê re de gefeke nû ya rêya deryayê xwarin. Li gorî nûçeya di rojnameya HLN (Het Laatste Nieuws) a Belçîkayê de cih girtiye, Hûsiyan ragihand ku ew dikarin Tengava Bab el-Mendeb a ku Deryaya Sor bi Okyanûsa Hindê ve girê dide, ji bo keştiyên diçin benderên DYA û Îsraîlê bigirin.

Tengava ku di navbera Yemen, Cîbûtî û Erîtreyê de ye, tevî ku firehiya wê tenê nêzî 26 kîlometreyan e jî, wekî xala derbasbûnê ya krîtîk a bazirganiya gerdûnî tê dîtin. Nêzî %12ê bazirganiya petrola cîhanê di vê rêyê re derbas dibe û beşeke girîng a bazirganiya deryayî ya di navbera Ewropa û Asyayê de li ser vê xetê pêk tê.

Egera krîza duyemîn

Ev gef piştî ku Îranê Tengava Hurmizê bi awayekî pratîkî girt, hat xwarin. Serokê DYAyê Donald Trump ji bo vekirina tengavê ji hevalbendên NATOyê piştgirî xwest; lê welatên Ewropayê, bi taybetî Almanya, ji destwerdaneke leşkerî re dûr disekinin. Di vê pêvajoyê de hedefgirtina Bab el-Mendebê ji aliyê Hûsiyan ve, îhtîmala krîzeke duyemîn a mezin di bazirganiya deryayî ya gerdûnî de anî rojevê.

Veguhestina deryayî jixwe tê bandorkirin

Tevî ku tengav hîn nehatiye girtin jî, bandorên gefê li ser veguhestina deryayî dest pê kirine. Hin pargîdaniyên mezin ên konteyneran ji ber sedemên ewlehiyê tercîh dikin ku di herêmê re derbas nebin. Heke keştiyên bazirganiyê nekaribin vê rotayê bi kar bînin, dê neçar bimînin ku di serê “Gava Hêviyê” (Cape of Good Hope) ya li başûrê Afrîkayê re herêmê dewr bikin. Ev rewş jî dibe sedema dirêjbûna demên barkirinê, zêdebûna lêçûnan û bilindbûna bihayên petrol û hilberên xerckirinê.

Dibe ku ji krîza 1973yan biborîne

Pisporên enerjiyê hişyariyê didin ku heke ligel krîza li Tengava Hurmizê, Bab el-Mendeb jî bê girtin, dê di bazara petrola gerdûnî de şokeke pir giran rû bide. Pispor Arta Moeini diyar kir ku heke girtina Tengava Bab el-Mendeb li girtina Tengava Hurmizê bê zêdekirin, “krîza yekemîn a petrolê ya sala 1973yan” dê li hemberî vê hema hema bêbandor bimîne.

Di krîza sala 1973yan de bihayê petrolê nêzî 4 qatan zêde bûbû û bermîla wê derketibû 11,65 dolaran. Vê rewşê di aboriyên Rojavayî de bûbû sedema sekneke kûr, enflasyona bilind û kêmasiya sotemeniyê.

Etîket: Bab el-MendebgefagirtinêHûsîYemen
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hûsî: Me balafireke şer a Erebistana Siûdî anî xwarê

Hûsî: Me balafireke şer a Erebistana Siûdî anî xwarê

16 ÎLON 2026
Şerê Husî û Erebistana Siûdî: Piştî Hurmizê Bab el Mendeb jî bû qada şer

Şerê Husî û Erebistana Siûdî: Piştî Hurmizê Bab el Mendeb jî bû qada şer

12 ÎLON 2026
Şerê Husî û Erebîstana Siûdî: Hûsî Moheyê bi dest xistin

Şerê Husî û Erebîstana Siûdî: Hûsî Moheyê bi dest xistin

11 ÎLON 2026
Hûsiyan êriş birin ser artêşa Yemen û Siûdî: Herî kêm 58 leşker mirin

Hûsiyan êriş birin ser artêşa Yemen û Siûdî: Herî kêm 58 leşker mirin

7 TEBAX 2026
Husiyan 30 leşkerên Yemenê kuştin

Husiyan 30 leşkerên Yemenê kuştin

6 TEBAX 2026
Trump: Em ji destwerdana Îranê re amade ne

Trump gef li Hûsiyan xwar

21 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne