• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rojava bîranînên qurbaniyên komkujiya Helebceyê

Navenda Nûçeyan / AW

16 ADAR 2026 - 17:12
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, ROJANE
A A
Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebceyê daxuyanî hatin dayîn û ji bo cardin komkujî pêk neyên banga yekîtiya demokratîk a gelê Kurd hate kirin.

Bi boneya 38emîn salvegera komkujiya Helebceyê, li Qamişlo, Hesekê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Amûdê, Dirbesiyê, Til Temir û Kobaniyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de qurbaniyên komkujiyê hatin bîranîn û berpirsên komkujiyê bi tundî hatin şermezarkirin.

Qamişlo

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi boneya salvegera komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Şehîdan bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Meclisê Lîloz Xelîl ve û bi zimanê Erebî ji aliyê Hevserokê Meclisê Ubeyd Etê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Komkujiya Helebceyê yek ji sûcên herî qirêjî yên dîroka pergalên dîktatoran e. Hate diyarkirin ku ev komkujî di çarçoveya siyasetên bi armanca qirkirina gelê Kurd de pêk hatiye.

‘Gelê Kurd dê têkoşîna azadî û rûmetê bidomîne’

Di daxuyaniyê de komkujiyên li çar perçeyên Kurdistanê pêk hatîn wekî berdewama komkujiya Helepceyê hatin pênasekirin û hate daxuyandin ku hemû komplo berdewama hedefkirina hebûna gelê Kurd in. Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku hesab ji berpirsên qirkirinên etnîkî bipirsin û edaletê pêk bînin. He wiha hate gotin ku dê gelê Kurd li gorî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan têkoşîna rewa ya bidestxistina azadî û rûmetê bidomîne.

Tirbespiyê

Meclisa Bajarê Tirbespiyê jî piştî deqeya rêzgirtinê, daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe da. Ji rêveberên Meclisê Ebdulezîz Abdullah daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Komkujiya Helebceyê hat şermezarkirin û qurbaniyên wê hatin bibîranîn. Hate diyarkirin ku ev komkujî yek ji sûcên herî mezin a dîroka nûjen e û berdewama sûcên li dijî gelê Kurd e. Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan hat rexnekirin. Her wiha êrişên salên dawîn ên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayan hat şermezarkirin. Banga hesabpirsînê ji berpirsên bikaranîna çekên kîmyewî hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de meclisê dilsoziya xwe bi şehîdan re, bi taybet şehîdên Komkujiya Helebceyê re anî ziman û soza domandina parastina nirxên azadî, rûmet û edaletê da.

Hesekê

Li bajarên Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê jî, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rûspiyan, gel daket qadan. Gel ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebceyê 5 deq rêz girtin û daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat bibîrxistin ku 16’ê Adara 1988’an bi fermana Elî Hesen El Mecîd (Elî Kîmyewî) komkujiyeke herî mezin li Helebceyê hat kirin. Hate diyarkirin ku komkujiya Helebceyê dîrokeke bi êş di nava civaka Kurd de ye û di wijdanê Kurdan de bi navê “Adara Reş” tê naskirin. Di daxuyaniyê de komkujî bi tundî hat şermezarkirin û ji bo bidestxistina mafên rewa banga domandina têkoşînê li gelê Kurd hat kirin.

Etîket: HelebceHesekêKobanîQamişloTil TemirTirbespîyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

14 ÎLON 2026
Li Helebçeyê ji ber teqînê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Helebçeyê ji ber teqînê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

31 TEBAX 2026
Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

31 TEBAX 2026
Li Hesekê teqîn: Du kes mirin û zarokek birîndar bû

Li Hesekê teqîn: Du kes mirin û zarokek birîndar bû

28 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne