• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

Enqere/ Aw

16 ADAR 2026 - 15:43
Kategorî: ROJANE
A A
Enqere – Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk di 38emîn salvegera komkujiya Helebceyê de diyar kir ku Helebce êşa Kurdistanê ya bêderman e û xwest taybet li Tirkiyeyê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin.

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, tekildarî 38emîn salvegera komkujiya Helebce daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komkujiya Helebceyê di dîroka Kurdan de êşeke bê derman e û wiha hat gotin: “Li Iraqê rejima Baasê ya nijadperest û kolonyalîst di navbera salên 1986 û 1989an de dest bi êrîşan kir û navê vê jî wekî ‘Operasyona Enfalê’ danîn. Gund hatin şewitandin, bi hezaran kes hatin koçberkirin, nexweşxane û mizgeft hatin bomberankirin, cih û warên sivîl hatin wêrankirin û herî dawî li Helepçeyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di encama van êrîşan de bi giştî nêzî 200 hezar kes, li Helepçeyê tenê di êrîşeke bi xazên jehrî de zêdetirî 5 hezar Kurd hatin qetilkirin. Komkujiya Helepçeyê di 1ê Adara 2010an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Cezayê ya Iraqê wekî jenosîd hat pênasekirin. Di heman demê de gelek welatan jî wekî sûcê dij-mirovahiyê pênase kir û ji aliyê parlamentoyên wan ve wekî “Jenosîda Kurd” hat pejirandin. Lê mixabin ku komkujiya Helepçeyê hê jî ji aliyê welatên ku bi mîlyonan Kurd lê dijin wekî jenosîd nehatiyê naskirin.”

‘Avakirina neteweya demokratîk bersiva jenosîdê ye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku taybet li Tirkiyeyê divê komkujiya Helebce bi awayekî fermî weke Jenosîd were pejirandin û ev tişt hat gotin: “Lewra xwişk û biratî dê bi xwedî derketina êş û birînên hevdu qebûlkirinê pêk were. Herwiha pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî bi gavên vî rengî dê bi zêdetir watedar be. Lewra di çarçoveya pêvajoyê de tenê ne li ser erdnigariya Tirkiyeyê, divê li hemberî çar parçe Kurdistanê helwest û nêrîneke pozîtîf were avakirin. Gelê Kurd ji ber ezmûna Komkujiya Helepceyê baştîr dizanê ku avakirina yekîtiya demokratîk û neteweyî bersiva herî mezin a li dijî êrîşên nijadperestî û rejimên faşîst e. Lewra yekîtiya demokratîk tenê pêşî li ‘Brakujiyê’ nagire, di heman demê de li dijî qirkirin û komkujiyan jî li ser polîtîkayên herêmî û navneteweyî xwedî roleke dîyarker e. Ji ber vê, gelê Kurd û dostên wan li dijî êrîşên Rojava rabûn ser piyan û nehiştin ku komkujiyeke nû pêk were. Îro di şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de jî armanca sereke ya yekrêzî û yekhelwestiya hêzên Kurd ên li Îranê jî xwe parastin e. Refleksa parastinê ya herî bi bandor bêguman jibîrnekirin e, ji dîrokê ezmûn wergirtin e. Em ê bi vê hişmendiyê tu car Komkujiya Helepçeyê ji bîr nekin û qet nedin jibîrkirin. Em hemû berpirsiyarên vê jenosîdê bi tundî nalet û şermezar dikin û hemû kesên hatine qetilkirin cardin bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Etîket: daxuyanîÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkSalvegera Komkujiya Helebceyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne