• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

Onder Akbûlût / AW

4 ADAR 2026 - 09:37
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Berdevka Kongreya Star Rihan Loqo, derbarê Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê de nirxandin kir û got: “Bi avakirina rêxistinên jinan re êdî li Rojava jinan karî ku hebûna xwe û nasnameya jina azad qezenc bikin.”

 

Li Kurdistanê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ji bo jinên Kurd ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye. Jinên Kurd bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” hem li dijî zihniyeta bafiksalarî ya di nav civakê de, hem jî li dijî pergala ku mafên wan tune dihesibîne, têdikoşin. 8ê Adarê ji bo jinên Kurd dibe qada nîşandana rengên Kurdî, cil û bergên neteweyî û tilîliyên dengê azadiyê ne. Taybetî li Rojavayê Kurdistanê bi Şoreşa Jinê re 8ê Adarê zêdetir bi wate û rengîn tê pîrozkirin. Li Rojava 8ê Adarê ji bo jinan tenê wek rojeke ku jin li dijî hişmendiya baviksalarî, zayendperest, hişmendiya ku reng, nasname, îrade û hebûna jinan qebûl nake, di heman demê de roja parastin û pîrozkirina ked û destketiyên jinan e.

Îradeya jinê li Rojava sazûmanî bû

Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna rêxistinî ya jinê di demek kin de sazûmanî bû. Rojava bi praktîzekirina sîstema hevserokatiyê modela herî pêşketî ya wekheviyê pêşkêşî cîhanê kir. Her wiha bi avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nîşanda ku jinên Rojava ne tenê di mal de, di eniyên herî dijwar ên şer de jî pêşeng in. Ligel van sazûmaniyan li Rojava jinan bi Akademiyên Jineolojiyê di warê zanistî û perwerdeyê de jî, ji civakê re pêşengtiyê dikin.

Ramana jina azad pratîze kirin

Rojava bi qanûnên ku pirzewaciyê qedexe dikin û mafên jinan diparêzin, şoreşeke qanûnî pêk anî û bi Mala Jinê û Qanûnên Malbatê ev yek di astek jor de sazûmanî kirin. Her wiha bi Gundê Jinwarê hewil da mînaka jiyana ekolojîk, vîna jinê ya xwerêvebirinê û jiyaneke bêyî desthilatdariya mêr di pratîkê de şênber kir. Bi munasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Berdevka Kongreya Star Rihan Loqo derbarê Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê, destketiyên jinan û xetereyên li ser van destketiyan pirsên me bersivandin.

‘Jinan di nav şoreşê de şoreş pêk anî’

Berdevka Kongreya Star Rihan Loqo bal kişand ser rola jinan a di Şoreşa Rojava de, tecrube û destketiyên şoreşê û got: “Jinan di nav şoreşê de şoreşa xwe pêk anî. Jinan di destpêka şoreşê de heta roja îro di her qadên jiyanê de, bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşengtî kir. Jinan bi rihekî ku kes nikare îradeya wan bişkîne, di sedsala 21emîn de car din wan vegerîne sedsalên tarî, têkoşîn meşand.”

‘Şoreşê gelek destkeftî derxistin holê’

Rihan Loqo di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku jina bi felsefeya Jin Jiyan Azadî gelek destkeftî ji bo jinan derxistin holê û wiha pê de çû: “Di Şoreşa Rojava de destkeftiya herî girîng avakirina rêxistinên ku hebûn û masnameya jinan biparêze ye. Jinan di qadên têkoşîn û berxwedanê de perwerde bike, di qada zanistê de xurt bike û bike pêşngê şoreşê. Hişmendiyên nijadperest, neteweperest, olperest dixwastin di civakê de hebûna jinan tune bikin, tiştek bi navê jinan qebûl nedikirin.”

‘Şoreşa Jinê bû mînak’

Li ser mijarê Rihan Loqo diyar kir ku bi şoreşê re jinan rêxistinên xwe avakirin û wiha domand: “Bi avakirina rêxistinên jinan re êdî li Rojava jinan karî ku hebûna xwe û nasnameya jina azad qezenc bikin. Jinan di nav şoreşê de qadên taybet, xweser avakirin. Di qada hunerê, dîplomasiyê, leşkerî, ziman û hwd. de bûn pêşeng. Ev destkeftiyên Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak.”

‘Xeterî li ser destkeftiyan heye’

Rihan Loqo hişmendiya yekperest, neteweperest û zayendperest ya HTŞê û Hikumeta Demkî ya Şamê bi bîr xist û ev tişt anîn ziman: “Desthilata Şamê dixwaze hemû destkeftiyên jinan, hebûn û nasnameya jinan tune bike. Ji bo vê jî niha xeteriyeke mezin li ser destkeftiyên jinan heye. Taybet kesên ku di nav vê hikumetê de cîh digirin kujerên jinana in. Ev kes xwedî hişmendiyeke reş û olperest in. Bi dehan komkujî li hember nirxên civakê pêk anîne. Bi avêtina heval Denîz Çiya ji avahiyê, xwestin peyam bidin ka dê çawa êrişî jinan û destketiyên jinan bikin. Lê belê jin li hember vê hovitiyê bi hezaran herikîn qadan soza têkoşînê dan.”

‘Em dê têkoşînê mezin bikin’

Riha Loqo bi gotina, “Bi van êrişan dixwazin civakeke bênasname, bêhebûna jinê û bêdîrok ava bikin” bal kişand ser armanca êrişan û wiha pêde çû: “Lê belê em jin jî em ê li dijî vê hişmendiyê bi rihê Denîz Çiyayan, Arîn Mîrkanan, Barîn Kobanêyan û Avestayan, taybet di sala 2026an de têkoşîna xwe mezin bikin. Li dijî vê hişmendiyê em ê bi awayekî hin xurtir, bi cesareteke hîn mezintir destketiyên xwe biparêz in. Bangewaziya me ji tevahî jinên azadîxwez, jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide, werin em bi hev re li qadên têkoşîn û berxwedanê, em şoreşa jinan, şoreşa hebûn û nasnameyê biparêzin. Em vê yekê li Kurdistanê û tevahî cîhanê bikin malê tevahî jinan.”

Etîket: 8ê AdareAkademiyên JineolojiyêAzadiJinJiyanRihan Loqo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

22 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne