• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Mahmût Altintaş / AW

2 ADAR 2026 - 09:20
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevserokê KNKê Ahmet Karamus anî ziman ku bi êrişên li ser Îranê û geşedanên li Rojhilata Navîn re yekîtiya neteweyî ya Kurd li ser partiyên Kurd ferz bûye û got: “Tirkiye jî amadekariyan dike ku li dijî Rojhilatê Kurdistanê destwerdanê bike. Divê em hişyar bin. Divê em dereng nemînin û zûtir yekîtiya xwe ava bikin.”

Hezên hegemon bi taybetî jî Amerîka û Îsraîl li gorî berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dikin. Salên dûr û dirêj in li Rojhilata Navîn şer berdewam dike. Ji aliyekî ve gefxwarinên li dijî Iraqê didomin û her wiha geşedanên li Rojvayê Kurdistanê û Sûriyeyê her di rojevê de ne. Li aliyekî ev geşedan diqewimin li aliyê din jî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê di 28ê Sibatê de dest pê kir. Rojeva cîhanê li ser vî şerî ye.

Piştî kuştina Rêberê Olî yê Îranê Ayetulah Elî Xamaneyî li Îranê rewşeke çawa dê rû bide ji aliyê raya giştî ve jî tê meraqkirin. Partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê weke Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îranê, Sazmanî Xebatê ya Kurdistan yê-Îranê û Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê beriya niha bi çend rojan yekîtiya xwe ragihandibûn. Êrişên li ser Îranê dê bandoreke çawa li Rojhilatê Kurdistanê bike jî tê meraqkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hem di parêznameyên xwe de û hem jî di hevdîtina dawî de bal kişandibû ser Îranê û hişyariya şerekî kiribû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha ji bo parastina Rojhilatê Kurdistanê ji şer jî partiyên Kurd hişyar kiribû ku yekitiya xwe ava bikin. Piştî êrişên li ser Rojava vir ve yekitiya neteweyî ya Kurd di rojevê de ye. Geşedanên li Rojhilata Navîn û xetereya li ser Kurdistanê jî yekîtiya neteweyî li ser partiyên Kurd ferz dike.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî û şerê li Îranê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Ji bo yekîtiya neteweyî bingeheke xurt heye’

Ahmet Karamus anî ziman ku yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd piştî êrişên li ser Rojava ava bûye û Kurd li hemû cîhanê xwedî yek deng û yek helwest in. Ahmet Karamus bi lêv kir ku ji bo yekîtiya neteweyî bingeheke xurt ava bûye û wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê hem di asta gel de û hem jî di asta partiyên siyasî de yekîtiyeke xurt ava bû. Her wiha li diyasporayê jî helwesta gelê Kurd bingeheke pir xurt ji bo avakirina yekîtiya neteweyî çêkir. Partiyên siyasî dê çawa vê bixin meriyetê di rojeva me de ye. Gelek nîqaş, danûstandin û xebatên me jî hene. Gel ji bo avakirina yekîtiya neteweyî peyam da partiyên Kurd. Êdî erka partiyên Kurd ew e ku li gorî vê peyama gel yekîtiya xwe ava bikin. Helwest û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd dikare bandoreke mezin li ser destkeftiyên Kurdan bike. Yekrêzî û yekhelwestiya gel di xwepeşandanên li dijî êrişên li ser Rojava de nîşan da.”

‘Pêwîstî bi kongreyeke yekîtiya neteweyî heye’

Ahmet Karamus destnîşan kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn û êrişên li ser Îranê yekîtiya neteweyî li ser Kurdan û partiyên Kurdan ferz dike û axaftina xwe wiha domand: “Krîzên li herêmê rû didin sînyalên pirr girîng didin. Gelê Kurd bi yekîtî û yekrêziya xwe dernekeve pêşberî cîhanê metirsiyeke mezin dê ji bo çar aliyên Kurdistanê derkeve. Dîzayna li Rojhilata Navîn îro bi cih dibe û pêk te. Em derbasî qonaxeke nû û rewşeke nû bûn. Heke em di vir de helwesta xwe diyar nekin û yekrêziya xwe pêk neynin xetere heye ku em sedsaleke din winda bikin. Îro em di vê qonaxê de ne. Weke KNKê em jî çend sal in ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurd xebatên xwe dikin. Pêdivî bi kongreyeke yekîtiya neteweyî ya Kurd heye ku hemû partî werin cem hev, stratejiyek hevpar deynin û bi hevdû re hevkariyê bikin. Heke tiştek bikeve ser milê me em ê bikin. Hewldan û danûstandinên me bi partiyên Kurd re ji bo kongreyeke yekîtiya neteweyî berdewam dikin.”

‘Rola partiyên Kurd ji bo çareseriya Rojhilat û Îranê girîng e’

Ahmet Karamus bal kişand ser yekîtiya 5 partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê û axaftina xwe wiha domand: “Çend sal in ji bo ku li Rojhilatê Kurdistanê yekîtiya Kurd pêk were xebat hebûn. Bi taybetî jî piştî qetilkirina Jîna Emînî û berbelavbûna xwepeşendanên ‘Jin jiyan azadî’ di rojevê de bû. Bi êrişên dawî yên li ser Îranê re girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd careke din derket holê. Aqûbeta Îranê hê ne diyar e. Li Îranê rewşeke nû pêk tê. Hêza herî xurt û yekrêzî Kurd in. Ji bo wê jî rola partiyên Kurd ji bo çareseriya Rojhilat û Îranê girîng e. Li Îranê konjektoreke çawa dê pêk were em jî ji nêz ve dişopînin. Divê ne tenê 5 partî divê hemû sazî û dezgehên Kurd li Kurdistanê ji bo Rojhilat yekîtiyeke xurt ava bikin. Ew erka hemû partiyên Kurdistanê ye. Ev yekrêzî dê pêşiya Bakur û Başûr jî vebike û bandoreke erênî li ser Rojava jî bike. Li kîjan parçeyî destkêftî pêk were dê bandorê li ser parçeyên din jî bike.”

‘Tirkiye amadekariyê dike ku li dijî Rojhilat destwerdanê bike’

Ahmet Karamus destnîşan kir ku piştî êrişên li ser Îranê Tirkiye ji bo li dijî Rojhilatê Kurdistanê destwerdanê bike amadekariyan dike û got: “Piştî êrişên li ser Îranê, Tirkiye jî haziriya xwe dike ku li dijî Rojhilatê Kurdistanê destwerdanê bike. Dewleta Tirk heke firsetê bibînê dê bike. Amerîka û Îsraîl pêwîstî bi tifaqeke dibînin ku tiştên li Îranê dixwazin bi cih werin. Ji bo wê di pêşerojê de dikarin roleke bidin Tirkiyeyê jî. Li Rojava piştî êrişan peymanek hat îmzekirin. Tirkiye ji vê peymanê ne razî ye û dixwaze têk bibe. Xetereya ew peyman têk biçe jî heye. Her çiqas Tirkiye gefan li Şengalê dixwe jî hedefa wan ne tenê Şengal e, di hedefa wan de Mexmûr û tevahî Başûrê Kurdistanê heye. Ji ber vê yekê jî gefên li dijî Şengalê bi Şengalê re sînorkirî nîn e. Ji bo wê jî divê em gelekî hesas bin. Xetereyeke mezin li ser hebûna gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê di rojeve de ye. Ji bo wê divê em bi hesasiyet û mesuliyeteke mezin rabin.”

‘Divê em dereng nemînin û zûtir yekîtiya xwe ava bikin’

Ahmet Karamus têkildarî xebatên wan ên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd bi lêv kir ku wan bi partiyên Rojava û Başûr re jî hevdîtinan pêk anîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê rola Başûrê Kurdistanê pirr girîng e. Hewldan û hevdîtinên me jî bi partiyên Başûr re jî didome. Divê demildest partiyên Başûr nakokiyên di nav xwe de çareser bikin. Weke avakirina hikûmetê tifaqa xwe pêk bînin. Ji bo wê em bang li hemû partiyên Kurd dikin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û di vê serdema ku hebûn û tunebûna gelê Kurd di rojevê de ye yekîtiya xwe ava bikin. Divê em dereng nemînin û zûtir yekîtiya xwe ava bikin.”

Etîket: Ahmet KaramusAmerîkaHevserokê KNKê Ahmet KaramusÎranÎsraîlyekitiya KurdanYekitiya Neteweyî ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne