• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xelkê Tilezêr: Ji bo aramiya Şengalê biryara komkirina çekan betal bikin

Navenda Nûçeyan / AW

28 SIBAT 2026 - 18:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xelkê Tilezêr a Şengalê li hemberî biryara komkirina çekan ev tiştanî ziman: “Ji bo aramiya herêmê biryara komkirina çekan betal bike. Pêdiviya Şengalê bi aramiyê heye.”

Li hemberî hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo bêçekkirina civaka Êzidî û taybet hêzên wê yên parastinê, civaka Êzidî bi fikar e. Civaka Êzidî van hewldanan weke siyaseteke taybet a li ser Şengalê û girêdayî siyaseta dewleta tirk a ku li ser Iraqê ferz dike, dinirxîne. Heya niha di serî de hêzên eşayîrî yên Şengalê, hemû beşên civakê li hemberî vê siyasetê helwest nîşan dan û diyar kirin nabe ku civaka Êzidî û Şengal di nav evçend gef û metirsiyên de bê parastin bêne hiştin.

Îro jî civaka Êzidî li nahiya Tilezêr a Şengalê bi daxuyaniyekî bang li hikûmeta Iraqê kir da ku dest ji wan pêkanînên li ser Şengalê û hewldanên ku parastina civaka Êzidî dixe xeteriyê berde, ji bo ewlehî û aramiya herêmê, biryara komkirina çekan betal bike.

Daxuyanî li navenda Tilezêr li ber bîrdariya Şehîdên 14’ê Tîrmehê hate dayîn. Daxuyanî li ser navê xelkê Tilezêr ji aliyê mamoste Diyab Ziyad ve hate xwendin.

‘Hewldanên artêşê di nav civakê de fikaran çêdike’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di rojên dawî de di nav xelkê Şengalê de rewşek ku fikaran ava dike derketiye holê û wiha hate gotin: ‘’Artêşa Iraqê û hêzên dijeteror bi armanca desteserkirina çekên wan ên ferdî û sivik, li gund û komelgehên Êzidiyan ên li Şengalê bi ser malên welatiyan de girtin.’’

‘Pêdiviya Şengalê bi aramiyê heye, ne bi zextan’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev tedbîr û pêkanîn bi zextên dewleta tirk li ser Şengalê û civaka Êzidî tê meşandin û wiha berdewam kir: ‘’Em vê rewşê wekî kiryarek ne guncaw dibînin, ji ber ku diviyabû rewş bi awayekî berçav û bi berpirsyarî were rêvebirin.

Civaka Êzîdî, ku rastî neheqiyê hatiye û hîn jî ji bandorên qirkirinê êş dikişîne, hewcedarî ewlehî û piştgiriyê ye, ne zext û fikarên nû. Em bawer dikin ku ev tedbîr xizmeta aramiya herêma Şengalê nake û dibe ku di demekê de ku rewşa herêmê û civaka Êzîdî nikarin bêtir aloziyê tehemûl bikin, fikarên niştecihan kûrtir bike.’’

‘Biryarên taybet divê li ser Şengalê neyên ferzkirin’

Di daxuyaniyê de her wiha bang li hikûmeta Iraqê hate kirin ku di girtina biryarên ewlehiyê de, divê bê îstîsna û bêyî ku komeke taybetî bike hedef li ser hemû parêzgeh û gelê Iraqê bicîh bîne; ne ku tenê li ser civaka Êzîdî ya li Şingalê were ferzkirin.

‘Divê biryara komkirina çekan were betalkirin’

Di dawiya daxuyaniyê de her wiha bang li hikûmeta Iraqê û Serokwezîr Sûdanî hate kirin ku destwerdanê li rewşa heyî bike, li kêleka civaka Êzîdî bisekine, da ku ewlehî û aramiyê misoger bike û biryara komkirina çekan betal bike.’’

Etîket: bangdaxuyanîIraqSengalTiezêr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne