• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Suham Şengalî: Welatên ku jenosîda Êzidiyan qebûl kirine niha bêdeng in

Bazîd Evren / AW

28 SIBAT 2026 - 11:38
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî derbarê rewşa dawî ya li Şengalê nirxand û got ku welatên jenosîda Êzidiyan qebûl kirine, niha bêdeng in.

Gefên dewletên Îraq û Tirkiyeyê yên li dijî civaka Êzidî û Şengalê didomin. Piştî êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, niha jî hêzên herêmê dixwazin êrişî bibin ser Şengalê û rê li ber fermaneke nû vebikin. Li dijî van gefan civaka Êzidî li dora rêveberiya xwe bûye xelek û ji bo parastina destkeftiyên xwe li ber xwe didin. Têkildarî gefên êrişan Endama Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî pirsîn me bersivandin û derbarê geşedanên dawî de agahî dan.

‘Gef bi armanca qirkirina Êzidiyan tên xwarin’

Suham Şengalî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser gefên Wezirê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û dewleta Îraqê û got ku ev gef û êriş bi armanca qirkirina civaka Êzidî tên kirin. Suham Şengalî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi salan e dixwaze sînorên xwe berfireh bike û got: “Ji ber vê yekê di hedefa wan de Kerkûk, Şengal, Misûl û Mexmûr heye. Tirkiyeyê bi awayekî leşkerî jî xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kirine û niha jî dixwazin bi awayekî piratîkî gavan biavêjin. Di navbera Bexda û Enqereyê de trafîkeke dîplomasiyê heye û dixwazin destkeftiyên Êzidiyan ji holê rakin. Heta niha ti kes li Şengalê ji bo Îraqê nebûye asteng û hemû sazî û dezgehên wan, hêzên wan ên leşkerî li vir hene. Herî dawî jî xalên leşkerî di nava sivîlan de çêkirin û ev yek nerazîbûneke mezin bi xwe re anî.”

‘Baweriya me tenê bi hêza me heye’

Suham Şengalî diyar kir ku di destûra Îraqê de mafê civakan heye ku xwe biparêzin, lê ji ber destên biyanî yên li ser Îraqê ev qanûn nayê pêkanîn. Suham Şengalî da zanîn ku di rewşeke wisa de bi hezaran DAIŞê derbasê Îraqê kirin û bi sedan şaneyên veşartî yên DAIŞê hene. Her wiha di encama efûya giştî de bi hezaran DAIŞî jî serbest hatin berdan. Ev DAIŞî ew in ku yên li dijî civaka Êzidî jenosîd pêk anîne. Di xetereyeke wisa de dewleta Îraqê xwest çekên Êzidiyan kom bike, lê civaka me ji ber pêvajoya 2014an ku PDKê jî heman tişt anîbû serê Êzidiyan, bawerî bi hêzên derve nayne. Baweriya me tenê bi hêza me heye. Mixabin dewleta Îraqê jî di nava plana li dijî civaka me de heye û niha dixwazin Şengalê dorpêç bikin.”

Amerîka û Ewropa ji rewşê agahdar kirine

Bi domdarî Suham Şengalî behsa trafîka dîplomasiyê jî kir û got ku rasterast têkiliya wan bi DYA û NYê re nîn in. Suham Şengalî bi lêv kir ku gelek kesayetên ji civaka Êzidî hene ku rasterast rewş û geşedanên dawî ji rayedarên Amerîka û Ewropayê re radigihînin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Rayedar ji rewşa Şengalê ji nêz ve agahdar in. Bi rêya nameyan hewlên dîplomasiyê hene û xebatên me didomin. Ji xwe polîtîkayên Rojhilata Navîn rasterast li Amerîkayê tên diyar kirin û nûnerê wan Tom Barrack jî bi dosyeya Îraqê re eleqedar e. Em weke civaka Êzidiyan berdewariyeke me ji hêzên derve nîne. 14 welatên Ewropayê bi awayeke fermî jenosîda Êzidiyan nas kirine, lê îro li dijî xeteriyan bêdeng in. Em weke TAJÊ bi çend caran bi van 14 dewletan re ketin têkiliyê û me ji wan xwest ku li dijî gefên Tirkiyeyê û darizandina çeteyên DAIŞê bikevin di nava tevgerê de, lêbelê bêdengiyeke mezin heye û berpirsiyariyên xwe bi cih naynin.”

‘Îraq rê li ber Tirkiyeyê vedike’

Suham Şengalî got ku dewleta Îraqê xwedî vîn nîne ku di warê leşkerî û siyasî de bikaribe ji bo axa xwe tiştek bike. Suham Şengalî avanebûna hikûmeta Îraqê bi destwerdanên derve girê da û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Li Îraqê rewşeke pir tevlihev heye û destên gelek aliyan di nava Îraqê de hene. Yê Îsraîl, Emerîka, Tirkiye û hwd. hene. Heman tiştan em dikarin ji bo hewldanên êrişan ên li ser Şengalê jî bibêjin. Bi salan e Tirkiye bi balafiran êrişî Şengalê dike, lêbelê Îraq li cihê ku mudaxale bike, rê li ber Tirkiyeyê vedike û êrişên wan rewa dibîne. Biryara komkirina çekên Êzidiyan rasterast xwesteka Tirkiyeyê ye û şîrikê wan e. Divê dewleta Îraqê li dijî Tirkiyeyê helwestekê nîşan bide, heke dê bi destê xwe welatê xwe hilweşîne. Bi rêya DAIŞiyan bandora Sûriyeyê jî li ser Îraqê heye û dixwazin tûgayên Sûnnî çêbikim ji sûbayên Seddam. Hêjayî bibîrxistinê ye ku keça Seddam Huseyîn bi Şara hevdîtin kir û dixwazin Îraqê hem di warê leşkerî de hem jî di warê siyasî de guhertinan çêbikin.”

‘Divê hemû Kurd xwedî li Şengalê derbikevin’

Herî dawî Suham Şengalî bal kişand ser çareseriya pirsgirêkan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Vîna dewleta Îraqê dikare rê li ber qirkirineke nû bigire û divê Îraq mafên civaka Êzidî yên xwe bi rê ve birinê û xwe parastinê nas bike. Ev yek mafeke rewa ye û li dijî qanûnên Îraqê jî nîne. Nûnerên Êzidiyan yên di parlementoya Îraqê de ji bo mafên Êzidiyan xebatan dimeşînin û parlementerên weke Mirad Îsmaîl niha di nava hewldanên dîplomasiyê de ye. Divê hemû civaka me û gelê Kurd li her derî xwedî li Şengalê derbikeve. Divê dewleta Îraqê zagon û destûra xwe tevbigere û mafên civaka Êzidiyan nas bike. Hêzbûna Êzidiyan, dê bibe sedema îstiqrara herêmê û divê herkes bi berpirsiyarî tevbigere ku em vê rewşa xetere ya li ser civaka me derbas bikin.”

Etîket: Endama Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham ŞengalîJonosîdSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şengalê li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn

Li Şengalê li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn

6 HEZÎRAN 2026
TAJÊ 19 jinên ku li Mûsilê hatibûn şewitandin bi bîr anî

TAJÊ 19 jinên ku li Mûsilê hatibûn şewitandin bi bîr anî

2 HEZÎRAN 2026
Encamnameya kongreya TAJÊ: Em ê bi sîstema komînan demokrasiyeke radîkal ava bikin

Encamnameya kongreya TAJÊ: Em ê bi sîstema komînan demokrasiyeke radîkal ava bikin

19 GULAN 2026
Li Şengalê Mîhrîcana Çand û Hunerê: Em ê birînên çanda xwe derman bikin

Li Şengalê Mîhrîcana Çand û Hunerê: Em ê birînên çanda xwe derman bikin

26 NÎSAN 2026
Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

8 NÎSAN 2026
Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

5 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (33)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne