Dîlok-Mehmet Ozkan ê ku birayê wî Cuma Ozkan 43ê sal in di girtîgehê de, diyar kir ku 43 salên Cuma Ozkan ne tene dîroka kesekî ye, parçeyek ji rûmet û nasnameya gelê Kurd e û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê ji bo berdanê poşmaniyê lê ferz dike. Lê belê 43 sal piştî ku poşman nebû, ji vir û şûnde jî poşman nabe. Baweriya bi têkoşînê ji bo me wekî îbadetekê ye û em bawer dikin ku aştî dê Cuma û hemû girtiyên siyasî rizgar bike.”
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dîroka girtîgehan tije bi berxwedanên ku sal û sedsalan derbas dikin. Yek ji van mînakên herî berbiçav jî serboriya Cuma Ozkan e ku temenê xwe di nava çar dîwarên girtîgehê de derbas kiriye. Cuma Ozkan 12yê Cotmeha 1980an de dema 14 salî bû hate girtin, sê mehan di bin çavan de rastî îşkenceyê hat û li Dadgeha Leşkerî ya Edeneyê hat darizandin. Cezayê darvekirinê lê hat birîn, ji ber ku temenê wî biçûk bû cezayê wî daxistin 20 salan. Lê Cuma Ozkan di sala 1991an de hat berdan lê piştî demeke kurt di sala 1992yan de careke din hat girtin û bi îdîaya “Yekitiya dewletê û yekparçeyiya neteweyê xerakirinê” cezayê giran ê heta hetayê (muebbet) lê hat birîn. Cuma Ozkan bi rêzê ve li girtîgehên Dîlok, Meletî, Amed, Riha, Tokat, Yozgat, Konya, Edene û Ceyhanê ma. Cuma Ozkan ev 17 sal in jî li Gîrtîgeha Tîpa H a Dîlokê tê ragirtin.
Birayê Cuma Ozkan, Mehmet Ozkan derbarê jiyana birayê xwe de, keda wî ya di nava têkoşînê de, zextên komîsyonên girtîgehê ji ajansa me re axivî.
Ji temenê biçûk heta têkoşîna rêxistinî

Mehmet Ozkan anî ziman ku Cuma Ozkan ji zaroktiya xwe ve di nava derdora xwe de bi wêrekî, fedakarî û hişmendiya xwe ya civakî dihat nasîn û wiha got: “Ez 4-5 salan ji Cuma mezintir im. Feqet di warê hest, raman û wêrekiyê de Cuma ji me hemûyan pêşdetir bû. Di mektebê de jî, di jiyana rojane de jî ew tim li pêş bû. Piştî ku em hatin bajarê Dîlokê, xebatên rêxistinbûnê yên salên 70yî dest pê kirin. Cuma temenê wî pir biçûk bû, gava li fabrîqeyê dixebitî wekî hostabaşî bû, di heman demê de fikir û ramanên polîtîk nas kirin. Wî pêşî rêxistina ‘Rizagariya Gel’ nas kir û paşê tev li Tevgera Apocuyan bû û bi hevalên mîna Hakî Karer re hevdîtin kir. Wêrekiya wî ji bo hemû derdorê bibû mînak.”
Girtina 14 salî, îşkenceyên giran û rêwitiya Akademiya Mahsum Korkmaz
Mehmet Ozkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser reşbiniya Derbeya 12yê Îlona 1980yî û wiha pê de çû: “Cuma di sala 1980yî de, dema ku 14 salî bû hat girtin. Tevî ku temenê wî biçûk bû jî, cezayên giran danê. Li Mûdiriyeta Polîsan a Dîlokê di bin îşkenceyên gelek giran de ma. Ew qas îşkence lê kirin ku hevalên derve digotin ‘miriye’. Salên wî yên destpêkê yên girtîgehê wisa di nav îşkenceyê de derbas bûn. Cuma piştî sala 1991ê ji girtîgehê derket, lê belê piştî demeke kurt berê xwe da Akademiya Mahsum Korkmaz û piştre dîsa di sala 1992yan de hat girtin. Piştî girtina duyemîn, keçikek wî jidayik bû û niha ew keça wî zanîngeh qedandiye, zewiciye û du neviyê Cuma hene, lê Cuma hîn jî di zindanê de ye.”
‘Cezayê wî ji zû ve qediyaye lê înfaza wî her tê şewitandin’
Mehmet Ozkan bal kişand ser bêhiqûqiya di dosyeya birayê xwe, xalên qanûnî û helwesta darazê de û wiha axivî: “Ji aliyê hiqûqî ve dosyeya Cuma ji 80yî ve maye. Doza wî ji zû ve qediyaye, yasayên wê demê hatine guhertin û efû hatiye. Lê daraz û dadgeha bilind gava dinêrin ku dosyeyên kevn e, serê xwe pê ve nêşînin û şûnde vedigerînin. Dozgerê Dîlokê bi xwe jî digot ‘Cuma di doza xwe de mafdar e’, lê piştre digot ‘ez nikarim bimeşînim’. Yanî biryarên kevin ên dewletê nawêrin xera bikin. Heke hiqûqeke wijdanî hebûya, divê Cuma ji berê ve bihata berdan. Komîsyonên li girtîgehan tên hemberî wî û poşmaniyê li ser ferz dikin. Dibêjin ‘poşman bibe, here mala xwe’. Lê gava îrade û biryardariya Cuma dibînin, careke din infaza wî dişewitînin.”
‘Têkoşîn rûmeta me ye’

Mehmet Ozkan bal kişand li ser helwesta birayê xwe Cuma ya nava 43 salan û nêzîkatiya malbatê û wiha axivî: “Poşmanbûn tiştekî wisa ye ku divê tiştekî xirab bikî poşman bibî. Cuma tiştekî xirab nekiriye; ji bo ziman, çand û mafê gelê xwe têkoşiya ye. Ev ji bo me mîna îbadetekê ye. Çawa ku misilmanek ji bo baweriya xwe îbadetê dike û ola xwe naguherîne, di têkoşînê de jî wisa ye. Têkoşîna Cuma ji bo malbatê, ji bo neviyê wî rûmet e. Tevî ku salên wî yên di zindanê de ew westandiye û bedena wî êşandiye jî, îradeya wî teslîm nebûye. Bi dehan girtîgehên ku mîna Dîlok, Meletî, Amed, Riha, Tokat, Yozgat, Konya, Edene, Ceyhan, Cuma û malbata wî lê geriyane, ev der bûn nexşeyeke êş û berxwedanê. Zaroktiya me û jiyana me di rêyên girtîgehan de derbas bû. Aboriya malbatê ne baş bû, êdî hal di mirov de nedema, lê keça wî xwend, dixebite û xwedî li doz û rûmeta bavê xwe derdikeve. Çil pêncî sal in ev çerx dizivire.”
‘Çareserî û aştî dê her tiştî bi xwe re bîne’
Her wiha Mehmet Ozakan bal kişand ser pêvajoya aştî û çareseriyê, helwesta li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siberoja têkoşînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aştî ji bo me mijareke pir mezin e. 50 hezar mirovan canê xwe da, 5 hezar gund hatin şewitandin. Êdî divê xwîn nerije, dayik negirîn. Têkoşîna aştiyê ji bo giştî ye. Heke aştî çêbibe, heke Rêber Ocalan tevî gelê xwe azad bibe, Kurdistan û Kurd hemû dê azad bibin. Cuma derkeve jî dernekeve jî, em ê vê têkoşînê bibin serî. Lê daxwaza me ew e ku edalet ji bo hemû girtiyan bê cihanîn. Aştî tiştekî zor e, ji şer zortir e, lê bawerî û îmana me heye ku em ê bi aştiyeke rûmet bi ser bikevin.”












