• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

419 rêxistin û partî: Ji Rojava re statu, ji bo gelan azadî

Amed / AW

26 ÇILE 2025 - 12:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li Amedê 419 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kirin.

Bi daxwaza ku statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were naskirin, li Amedê kampanyaya îmzeyan a “Ji Rojava re statû ji bo gelan azadî” hat destpêkirin. Deklarasyon, li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) hat ragihandin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Deklarasyona bi Kurdî ji hêla şanoger Ozcan Ateş ve û ya bi tirkî jî ji hêla aktîvîsta TJAyê Zeryam Işik Denîz ve hate xwendin.

Daxuyaniya ji hêla şanogerê Kurd Ozcan Ateş ve hate xwendin, wiha ye:

‘Statukoya sedsal berê rê li ber krîzan vedike’

“Li Rojhilata Navîn a ku ji çand, ziman û baweriya gelan re malovaniyê dike, alozî her ku diçe kûr dibin. Sînorên ku bi Şerê Yekemîn ê Cîhanê ve li ser înkara rastiya çandî, civakî û siyasî ya herêmê hatin xêzkirin, li şûna çareseriyê, pirsgirêkên li herêmê mezintir kirin. Statukoya ku di salên dawî de ket meriyete, li Rohilata Navîn rê li ber qeyran û şerên nû vekir. Sedsala borî nîşan da ku, tu hevkêşe û hesabên ku heqîqeta erdnîgariya me înkar dikin, nabin çareserî. Her hevkêşeyên ku li ser vê esasê tên kirin, ji xeynî şer û mirinê tu tiştekî pêşkeşî gelan nakin.

Çareserî naskirina çand, bawerî û azadiya gelan e

Di her kêliyên dîrokê de; bi şerên olî, mezhebî û nijadî re lêgerîna azadiyê ya gelan hatiye berovajîkirin. Lêgerîna rêveberiyên yekperest, otorîter, dijdemokratîk û înkara gelan esas digire, pirsgirêkên heyî kûrtir dikin. Îro li Rojhilata Navîn desthilatdarên destpotîk yek bi yek hildiweşin û em bi hev re şahidiya vê yekê dikin. Ji bo çareseriya qeyranên Rohilata Navîn rêyek tenê heye. Ev rê jî; pergaleke li ser naskirina çand, bawerî û azadiya gelan hatiye avakirin e.

Netewe dewlet êdî nikarin xwe li ser pêya bihgirin

Di rastiya Sûriyeyê de geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin nîşan didin ku, projeyên netew-dewletî yên ku li ser înkara cudahiyan tên avakirin, êdî nikarin li ser piyan bisekinin. Li Sûriyeyê tekane rêya çareseriyê îradeya xwerêveberinê ya gelên hêrêmê ye. Di 10 salên dawî de, modela rêvebirinê ya ku bi pêşengtiya jinan hatiye avakirin, ji gelan re derfetên aştî û aramiyê afirand. Dewleta Tirk a ku ev sed sal in pirsgirêka Kurd çareser nake, îro hewl dide modela rêveberiya demoratîk a Rojava ji holê rake. Gelek caran derket holê ku polîtîkayên bi vî rengî ne li Tirkiyeyê, ne li Sûriyeyê û ne jî li devereke din di çareserkirina pirsgirêka Kurd de encam nadin, bi kêr nayên. Berovajî vê yeke, ji ber polîtîkayên ku dimeşin pirsgirêka Kurd bû pirsgirêkeke navnetewî.

Em weke partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, sazî û rêxistinên demokratîk ên ku îmzeyên wan li jêr hene; geşedanên li Sûriye û Rojava diqewimin ji nêz ve dişopînin.

Peymana civakî ya Rojava

Ji raya giştî re pêşgotina ‘Peymana Civakî ya Rojava’ bi bîr dixin; ‘Ji bo avakirina edalet, azadî û demokrasiyê di civakeke wekhev û ekolojîk de cihêkariya ol, ziman, nijad, bawerî, mezheb û zayendî lê nebe. Ji bo pêkhateyên civaka demokratîk li gel avahiya xwe ya siyasî-exlaqî bigihêjin nirxên jiyanê yên piralî, resen û hevpar. Ji bo rêzgirtina li mafên jinan û ji bo mafên jin û zarokan bi bingeh bibin. Ji bo parastin, xweparastin, azadî û rêzgirtina baweriyan. Em weke gelên herêmên xweseriya demokratîk; Kurd, Ereb, Suryan (Asûr û Aramî), Tirkmen û Çeçen vê peymanê dipejirînin.’

Statuya Rojavayê Kurdistanê nas bikin

Bangawaziya me ev e; gelên ku li herêmê dijîn êdî nikarin jiyana bê statû tehemûl bikin. Bi taybetî jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê li Rojhilata Navîn jî aştiyê bi xwe re bîne. Bi vê ve girêdayî em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin û piştgirî bidin avakirina rêveberiyeke demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin.”

Etîket: DBPKeskîn BayindirRojavastatu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne