Amed – Rojnameger Azad Baltaci yê ku bavê wî Resul Baltaci ev 34 sal in di girtîgehê de ye da zanîn ku divê girtiyên nexweş, girtiyên cezayên wan bê sedem tên dirêjkirin bên berdan da ku ew bikaribin bibêjin bi rastî jî aştiyek dê were vî welatî.
Li aliyekî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi hemû lez û beza xwe didome li aliyê din jî li girtîgehan roj tune ku binpêkirinên mafên girtiyan neqewimin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di 28ê Nîsanê de eşkere kir; hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 230 girtiyên ku rewşa nexweşiya wan xedar e. Yek ji van girtiyên ku nexweşiya wî giran e jî Resûl Baltaci ye.
Resûl Baltaci di 15ê Cotmeha 1992an de li Êlihê tê binçavkirin û girtin. Dadgeha Ewlehiya Devletê (DGM) di pêvajoya darizandinê de bi îdiaya “Xerakirina yekîtî û yekparebûna welat” cezayê muebedê yê hepsê li Resûl Baltaci birî. Resûl Baltaci ku niha li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê tê ragirtin, tevî ku cezayê lê hatiye birîn xilas kiriye jî bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê berdana wî tê taloqkirin. Diviyabû ku ew di sala 2022yan de bihata berdan lê bi hinceta cezayên hucreyê yên ku berê wergirtibûn berdana wî hat astengkirin.
Resûl Baltaci ku 34 sal in li girtîgehê tê ragirtin û li ber xwe dide, nexweş e û ji ber şert û mercên girtîgehan nexweşiyên wî her ku diçe girantir dibe. Malbata Baltaci ev 34 sal in li ser rêyên girtîgehan diçe û tê.
Azad Baltaci kurê Resûl Baltacî ye. Dema bavê wî tê girtin, wî hê çavê xwe li jiyanê venekiriye û 3 meh şûnve tê dinê. Ew û bavê xwe di nav çar dîwarên zindanan de hev nas dikin. Emrê wî li ber deriyên girtîgehê derbas bûye. Her çiqas parazvanên mafên mirovan, malbata Resûl Baltaci banga berdana wî dikin jî lê nayê berdan. Kurê Resûl Baltaci, rojnameger Azad Baltaci li ser rewşa dawî ya bavê xwe ji Ajansa Welat (AW) re axivî
‘Ez li ber girtîgehan mezin bûm’
Azad Baltaci da zanîn ku bavê wî Resûl Baltaci di sala 1992yan de li Êlihê hat girtin û ji wê dîrokê heta niha ev 34 sal in bênavber di girtîgehê de ye û wiha got: “Ez piştî girtina bavê xwe sê meh şûnve hatime dinê. Ez li ber deriyê girtîgehan mezin bûm. Hem ez hem jî diya min û hemû malbat her dem li ber deriyê girtîgehan û bi rojevên li girtîgehan, pêkhatina zextên li ser mafên girtiyan wexta me derbas bû. Piştî dapîra û bapîrê min jiyana xwe ji dest dan, ez û dayika xwe bi tenê man. Di van 34 salan de pêşî li girtîgeha Amedê, ji wê û şûnde em her dem li pey bavê min li girtîgehan geriyan. li Dîlokê hat ragirtin, ji wir sirgunî Mûşê kirin, ji Mûşê sirgûnî Amedê kirin, ji Amedê dîsa sirgûnî Îzmîrê Şakranê kirin. Her û her wî gerandin. Niha ev 10-11 sal in jî li Girtîgeha Duzceyê tê ragirtin.”
Tevî nexweşiya xwe ya giran jî nayê berdan
Azad Baltaci diyar kir ku ragirtina 34 salan a di girtîgehê de ji bo mirovekî di her warî zehmetî û pirsgirêkan derdixe û ev yek anî ziman: “Ev 34 sal in bi gelek nexweşiyan ket. Nexweşiya wî ya çavan, ya mîdeyê heye, ya pişta heye, rehikên lingên wî qetiyane û divê werin emeliyatkirin. Lê ji ber ku di girtîgehê de jî merc û şertên dermankirinê nîn in, hem nikare were emeliyatkirin û hem jî tedawiyek bi rêk û pêk tune ye. Rê li ber tedawîkirinê tê girtin, ew nexweşî hîn girantir dibin. Ji ber vê yekê jî nexweşiyên wî her ku diçe zêdetir dibin. Nimûneya herî dawî jî rewşa fitiqê ye, li gorî encamên MRê ku derketine, bavê min divê ji girtîgehê bê tehliyekirin û were tedawîkirin. Rapora MRê jî ev yek nîşan daye ku nikare li girtîgehê bi tena serê xwe bijî û hewcedariyên xwe dabîn bike. Ev raporên nexweşiyên wî jî nayê berdan. Saziya Tiba Edlî jî berdanê asteng dike. Ev rewşa girtina bavê min didome.”
‘Berdana girtiyan wê baweriya bi pêvajoyê zêdetir bike’
Azad Baltaci anî ziman ku divê bavê wî li gorî qanûnî û hiqûqî bihata berdan lê ev 4 sal in berdana wî tê dirêjkirin û wiha axivî: “Li gorî qanûnî dema ku bavê min 30 salên xwe temam kir, divê bihata berdan lê tevî ev rewşa ku me behs kirî jî, dîsa 4 sal in mafê wî tê binpêkirin. Girtina wî ji xwe meseleyeke din a trajedîk e, berî ku 30 salên wî temam bibin, derdora 10-15 cezayên hucreyê û disiplînê lê hatine birîn lê infaza wî nehat şewitandin û bi vî rengî berdan çênebû. Lê piştî salek din dîsa berî ku 30 sal temam bibe, ev cezayên disiplînê û hucreyê hemû hatin betalkirin, ji aliyê heman dadgehê ve hatin betalkirin. Tevî ku wisa ye jî infaz nehat sererastkirin û bi rewşeke derhiqûqê re di girtîgehê de tê girtin. Ev du sal in behsa pêvajoyekê dikin. Ango behsa pêvajoyeke aştî û demokratîk li vî welatî dikin. Lê dema em di rewşa şexsê malbata xwe de, di şexsê bavê min de, di şexsê girtîgehan de li pêvajoyê dinêrin, li mijarê dinêrin, tiştekî ku me qanih bike di pratîkê de tine ye. Rewşek pir giran a nexweşiyê heye lê tevî wê jî bavê min bernadin. Hêviya me jî ew e ku aştiyek were vî welatî, divê pêşî helbet ji girtîgehan dest pê bike. Divê girtiyên nexweş, girtiyên cezayên wan bêsedem tên dirêjkirin bên berdan da ku weke civak hêviyên me xurttir bibin û em bikaribin bibêjin bi rastî jî aştiyek wê were vî welatî.”












