• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

    Yek ji faîlên salên 90î Atîlla Ugur hate berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

Sîpan Batmaz / AW

29 TÎRMEH 2026 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş rojane girantir dibe û diyar kir ku ATK û rêveberiyên girtîgehan li dijî girtiyên siyasî yên nexweş nêzîkatiyeke siyasî û dijminane nîşan didin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê binpêkirinan mafan a li dijî girtiyên siyasî berdewam dike. Li aliyekî li girtîgehan tecrîd, zext û zordarî heye li aliyekî mafên girtiyan tên binpêkirin û li aliyekî bi hezaran girtiyên nexweş hene. Bi sedan girtiyên nexweşên giran hene ku li benda dermankirin û berdanê ne. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di 28ê Nîsanê de li Amedê eşkere kir, hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van 161 jin û hezar û 251 kes jî mêr in. Li gorî daneyên ÎHDê 230 kes nexweşên giran in û nikarin bi tena serê xwe bijîn. Li gorî daneyên Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) jî 400 girtiyên nexweş hene û ji van rewşa 155 girtiyên nexweş giran e.

Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat, derbarê rewşa girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û helwesta rêveberiyên girtîgehan û Saziya Tiba Edlî (ATK) de ji ajansa me re axivî.

‘Saziya Tiba Edlî biryarên siyasî dide’

Kerem Canpolat anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş bi rojane girantir dibe û nêzîkatiya ATKê siyasî ye. Kerem Canpolat bal kişand ser raporên ku nexweşxane ji bo girtiyên nexweşên giran didin û wiha got: “Li girtîgehan zêdetirî 400an girtiyên nexweş hene. Nêzî 155 girtiyên ku rewşa wan gelekî giran e û nikarin jiyana xwe bi tenê bidomînin hene. Nexweşxane rapor didin ku ev mirov nikarin li girtîgehê bimînin lê Saziya Tiba Edlî ku saziyeke siyasî ye û li gorî daxwazên dewletê tevdigere, van raporan qebûl nake. Saziya Tiba Edlî her carê dibêje ‘dikarin li girtîgehê bimînin’ û bi vê yekê jiyana girtiyan dixe bin xetereyê. Girtiyên ku nikarin jiyana xwe bidomînin, di nav çend rojan de jiyana xwe ji dest didin û cenazeyê wan ji girtîgehan derdikevin.”

‘Divê berî her tiştî girtiyên nexweş bên berdan’

Kerem Canpolat bal kişand ser rola Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê dewlet di vî warî de xwedî niyeta baş be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê piştî ku Birêz Ocalan ev pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin gavên erênî hatin avêtin. Ger niyeteke baş hebe, divê berî her tiştî bêşert û merc ev girtiyên nexweş bêne berdan. Avêtina vê gavê tiştekî ewqasî dijwar nîne. Lê mixabin em di nav pergaleke dewlet û hiqûqê de ne ku naxwaze van gavan biavêje.”

‘Nêzîkatiya li girtîgehan xirabtir bûye’

Kerem Canpolat bi bîr xist ku ji hevdîtinên wan ên bi Wezareta Dadê û rayedaran re encamên erênî derneketine. Kerem Canpolat anî ziman ku şert û mercên girtîgehan di van du salên dawî de gelek xirabtir bûne û wiha berdewam kir: “Di van du salên dawî de nêzîkatî û polîtîkayên girtîgehan hîn hişktir û xirabtir bûne. Her rêveberiya girtîgehê, her dozger û lijneyek li gorî keyf û biryarên xwe yên siyasî polîtîkayekê li ser girtiyan ferz dikin. Qanûn û qeydeyên hevpar nayên sepandin. Polîtîkayeke dijminane li hemberî girtiyên siyasî tê meşandin.”

‘Divê gavên pratîkî û erênî bêne avêtin’

Kerem Canpolat bal kişand ser nîqaşên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev bang kir: “Ger li ser aştî, çareserî û xwişk û biratiya gelan axaftin hebin, divê berî her tiştî gavên erênî û mirovî bêne avêtin. Daxwaza me ya mirovî ev e; divê girtiyên nexweş ên ku nikarin jiyana xwe li girtîgehê bidomînin, bêşert û merc bêne berdan. Ew zagonên ku ji bo girtiyên din tên sepandin, divê ji bo girtiyên siyasî û nexweş jî bêne sepandin. Dewlet divê polîtîkaya xwe ya li ser Saziya Tiba Edlî û girtîgehan biguherîne.”

‘Dengê xwe bi dengê me re bikin yek’

Kerem Canpolat di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên Tirkiyeyê, saziyên mafên mirovan û raya giştî kir ku li hemberî vê bêdemokrasiyê û zextan bêdeng nemînin û got: “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Kurdan e pirsgirêka aborî, civakî û psîkolojîk a tevahiya Tirkiyeyê ye û rasterast bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve têkildar e. Ji bo aştî, aramî û azadiyê, em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku dengê xwe bi dengê me re bikin yek û xwedî li girtiyên nexweş derkevin.”

Etîket: girtiyên nexweşÎHDKerem CanpolatMED TUHAD-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

19 ÎLON 2026
Girtiyê nexweş Mehmet Elçe tevî rapora astengdariyê jî nayê berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Elçe tevî rapora astengdariyê jî nayê berdan

12 ÎLON 2026
‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş werin berdan HATE NÛKIRIN

Li Îzmîr û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş werin berdan HATE NÛKIRIN

5 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne