Berpirsê JÎTEMa Qoserê Hasan Atîlla Ugur û leşkerê teqawid Hasan Atamayan Yildirim ên ku di çarçoveya lêpirsîna mirina endamê MÎTê Kaşîf Kozînoglû de hatibûn binçavkirin, bi biryara hepsa malê hatin berdan.
Endamê MÎTê Kaşîf Kozînoglu di sala 2011an de li Girtîgeha Marmarayê jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê derbarê mirina Kozînoglû de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de derbarê 4 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn.
Hasan Atîlla Ugur duh dema ji Kibrisê vegeriya Stenbolê, hatibû binçavkirin. Derbarê Atîlla Ugur û leşkerê teqawid Hasan Ataman Yildirim de biryara hepsa malê hate dayîn. Biryara hepsa malê bi hinceta temen û tenduristiyê hate dayîn.
Hasan Atîlla Ugur ji kuştina 22 welatiyên Kurd, weke berpirsê JÎTEMa Qoserê û şewitandin û valakirina gundên Kurdan tê naskirin.
Karûbarên binçavkirina Alî Îşgoren ê ku wê demê li Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê erkdarbû û dozgerê girtîgehê Necip Dogan didome.











