• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

300 dîlgirtî gihîştin Hesekê

Navenda Nûçeyan/ AW

19 ADAR 2026 - 19:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeke din a ji 300 dîlgirtiyên ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibûn girtin, hatin berdan. Malbat û şêniyên Hesekê dîlgirtî pêşwazî kirin.

Şêniyên Hesekê û malbatên dîlgirtiyên wan li cem hikûmeta demkî girtî ne komeke din a dîlgirtiyan li Çerxerêya Sebax a bakurê bajêr pêşwazî dikin. Hejmara dîlgirtiyên hatine berdan 300 kes e ku ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Efrîn, Dêrazorê, Şedadê û Helebê ne. Ew kes di demên berê yên êrişên hêzên artêşa Tirk û çeteyên wê de li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn girtin û hin jî di van êrişên dawî de hatine girtin.

Di merasîma pêşwazîkirinê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl û fermandara Asayîşê Nesrîn Ebdullah, digel hejmarek kesayetên herêmî, rûspiyên bajêr û rêvebirên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Li beramberî wê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi rêya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hejmarek girtî radestî hikumeta demkî ya Sûriyê kirin. Ev girtî di şerên dawî de hatibûn girtin. Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl îro sibehê ragihandibû ku saet 13.00an piştî nîvro li bajarê Hesekê – Çerxerêya Sebaxê – 300 dîlgirtî di çarçoveya hewldanên çareserkirina pirsgirêka girtiyan de hatin berdan.

Berdana vê koma dîlgirtiyan di çarçoveya bicihanîan bendên peymana 29ê Çileyê ya navbera HSDê û hikumeta demkî de ye. Şênî hêvî dikin ku qonaxên din dê berdana bêtir dîlgirtiyan û vegerandina kesên winda yên mayî bo malbatên wan di nav xwe de bigirin.

Herî dawî di 10ê Adarê de komek dîlgirtî bi hejmara 100 kesî hatin berdan.

Ev di demekê de tê ku bajarên Rojava rojane şahidiya xwepêşandanên ku ji hêla malbatên dîlgirtiyan, çalakvanên siyasî û nûnerên civaka sivîl ve têne organîzekirin dikin. Malbat mijara dîlgirtiyan bi paşxistina bicihanîna peymanê bi nav dikin.

Hêjayî gotinê ye ku ev dîlgirtî şervanên ku di dema vekişîna ji hin nuqteyan de hatine girtin in û ev vekişîn jî li gorî lihevkirinên di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de pêk hatibû. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, berê diyar kiribû ku hejmara giştî ya dîlgirtiyên ku ji hêla hikumeta demkî ve hatine girtin, bi qasî 1070 e, tevî sivîlan.

Etîket: berdandîlgirtîHesekêHikumeta Demkî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

14 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan

4 ÎLON 2026
Li Hesekê teqîn: Du kes mirin û zarokek birîndar bû

Li Hesekê teqîn: Du kes mirin û zarokek birîndar bû

28 TEBAX 2026
Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

20 TEBAX 2026
Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

6 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne