KJARê, ragihand ku endamên wan Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş ku di Tîrmeha 2026an de li Urmiyeyê hatibûn binçavkirin, nêzîkî sê mehin ti agahî ji wan nayê girtin.
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi daxuyaniyekê ragihand ku du endamên wan ên bi navê Zehra Pîrdehqan (Dicle Maku) û Perwîn Rasiq Qizilbaş (Adar Maku) ku li Urmiyeyê xebatên sivîl û rêxistinikirina jinan dimeşandin, di Tîrmeha 2026an de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine binçavkirin û nêzîkî sê mehin ti agahî li ser çarenûsa wan nayê girtin.
Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku tevî derbasbûna nêzîkî sê mehan jî, derbarê rewşa tenduristiyê û cihê ragirtina van herdu jinan de ti agahî nedane malbatên wan. KJARê, destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê yên Îranê zextê li ser malbatan çêdikin da ku rê li ber şopandina çarenûsa wan a bi rêyên hiqûqî û sivîl bigirin.
KJARê diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê berpirsyarê jiyan û tenduristiya van herdu jinane û daxwaz kir ku cihê ragirtina wan bi lezgînî bê eşkere kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de KJARê, bang li saziyên navneteweyî yên parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên jinan kir ku li hember vê windakirina bi darê zorê bêdeng nemînin û bi zextên mafên mirovan rê li ber binpêkirina mafên wan bigirin.













