• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Peyas de seba problemanê komelî Meclîsê Şarî awan beno

    Li Peyasê Meclîsa Çilan tê avakirin

    ‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

    ‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

    Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

    ‘Divê bi fermî mafê Kurdan û ziman were naskirin’

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Peyas de seba problemanê komelî Meclîsê Şarî awan beno

    Li Peyasê Meclîsa Çilan tê avakirin

    ‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

    ‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

    Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

    ‘Divê bi fermî mafê Kurdan û ziman were naskirin’

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

    Cenazeyê endamê HPGê Mazlum Ateş li Amedê hate definkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KJAR: Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ şoreşeke fikrî ye

Navenda Nûçeyan

1 ÎLON 2026 - 11:10
Kategorî: JIN
A A
KJARê bi boneya çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyeke nivîskî parve kir û wiha got: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ne tenê daxwazek demkî yan bersivek li hemberî zilmeke rojane ye, di heman demê de şoreşek fikrî û nûjeniyeke rastîn ya dîrokî ya têkoşînên gelên Îranê ye.”

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya nêzbûna çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyaniya KJARê bi vî rengî ye:

“Çar sal in di ser şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re derbas dibe; tevgereke ku ne tenê daxwazeke demkî yan bersivek li hember zilmeke rojane ye, di heman demê de şoreşeke hizrî, fikrî û nûjeniyeke rastîn di dîroka têkoşînên gelên Îranê de ye. Çar sal xebata berdewam îspat kir ku ev tevger, berî guherîneke di avahiya siyasî de, kûrtirîn guherîn di can û baweriya civakê de pêk aniye. Gava civakek tama azadiya fikrî tam bike û giyanê wê bi ruhê rizgariyê xemilîbe, tu hêz nikare wê paşve bibe.

Niha bi ketina sala pêncemîn a vê rabûna civakî, em di germahiya şoreşeke jîndar de dijîn ku bi pirrengî û cudahiya çandî û netewî, gaveke jêneveger ber bi pêş ve avêtiye. Jin di navenda vê hevkêşeyê de ye, ne tenê wek zayendekê, belku wek sembola vejîna rûmeta mirovahî û jiyana azad e. Ev têkoşîn ji serhildaneke demkî derbas bûye û bûye beşeke jêneveqetandî ji jiyana rojane û rêyên jiyana civakî.

Ji destpêka şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ve, Komara Îslamî ya Îranê û hin tevgerên li derveyî welêt ên lihevhatî, dest dane hev ku wateya vê tevgera mezin vala û pûç bikin. Rejîma serdest bi belavkirina tundiya sazûmankirî, xizaniya organîzekirî, avakirina torên mafyayî, hewl daye ku hilweşîna exlaqî ya civakê pêk bîne û îradeya jinan bişkîne da ku rê li ber guherîna avahiyî bigire. Lê belê jinên ku tama hişyariyê girtine, tu carî venagerin paş.

Ji aliyekî din ve, jinan hewldaneke mezin di rêya têkoşîna li dijî hicaba neçarî de kirine û karîne di vê rêyê de destkeftinan jî bi dest bixin, lê hemû armanca şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ rakirina hicabê ji ser serî nebû, armanc di rastiyê de rakirina hicaba neçarî ji ser hiş, îrade û hebûna jinane ku ev têkoşîn hîn jî berdewam e. Komara Îslamî nikare li ser vê rastiya ronî veşêre ku alîgirtina vê rabûnê li ser milê jinan e ku armanca wan a dawî, qutkirina hemû zincîrên mêrsalarî û pêkanîna jiyaneke azad e.

Çar sal çewisandin, pêla berfireh a darvekirinan, girtinên komî, komkujî û zêdebûna zirarên avahiyî yên wek zewaca zarokan a bi zorê, nikaribû fikra azadiyê hilweşîne. Di sala borî de, bi destpêkirina şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, çav li şerê di navbera dewletan de mabûn, di demekê de ku mezintirîn şer ji aliyê Komara Îslamî ve li dijî civakê û bi taybetî li dijî jinan li hundirê Îranê dihat kirin û ev pêvajo hê jî berdewam e. Hejmara girtina jinan û hukmên îdamê zêde dibe, rewşa jinên girtî yên wek; Zeynab Celaliyan, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Gulrox Îraî û girtiyên siyasî yên din, roj bi roj fikar çê dike. Ji aliyekî din ve, di vê demê de gelek jin ji aliyê mêrên malbatê ve hatin kuştin û Komara Îslamî bi çewisandina hundirîn, vê tundiyê zêde kir. Lewma di rewşekê de ku rejîm bi veşartinê amaran tawanên xwe înkar dike, weşandina amaran û ragihandina wan ji erkên rêxistinên mafên mirovane û di vê rêyê de nabe ku tu cinayetek li dijî jinan veşartî bimîne.

Ji ber vê yekê, Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di salvegera vê şoreşa dîrokî de, li ser bingeha xeta azadiya jinan, giyaniyeta îdeolojîk û xweser-rêxistinbûna demokratîk, peyama xwe wiha radigihîne: jinên tekoşer û azadîxwazên Îranê çar sal in bi berxwedan û bêyî rawestan têkoşîn dikin û ev têkoşîn berdewam e. Ev cûre berxwedan û çalakiyên dîrokî û wêrekan e, bixwe mezintirîn serkeftin li ser bedeneya rejîmeke mêrsalar wek Komara Îslamî ye. Gelek mirovên hêja ji bo gihîştina jiyaneke azad, can dane, bîr û bîranîna wan, çiraya rêya vê şoreşê ye; ew qet nayên jibîrkirin û xwîna wan bingeha civakek azad e. Lewma salvegera vê şoreşê ne dawiya beşekê ye, belku nûkirina peymaneke qayim e ji bo dewama têkoşîn û pêşketinê.

Demeke ku jinên li Îranê xeta tirsê borandine. Fikra azadiyê ji dayik bûye û hêza deshilatdariyê nikare wê hilweşîne, çimkî jin nahêlin ku wateya vê şoreşê bê xerakirin an bê kêmkirin; ev têkoşîn heta pêkanîna tevahî azadiyê, dadxwazî û avakirina civakeke demokratîk û wekhev, bi gavên bihêztir berdewam e.

Em wek KJAR li ser bingeha perwerde û rêxistinbûna jinan bawer dikin ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi salan e li Kurdistanê tê jiyîn, niha bûye pirnetewî, ev felsefe gelek jin li dor hev civandine da ku civak û jiyaneke azad biafirînin, lewma di salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de, em bi hev re bi yek deng, ‘Jin Jiyan Azadî’ bibêjin û ji bo gihîştina armancên xwe, bi hev re û bi rêxistinbûyîntir tevbigerin. Rêxistina KJARê di van salên borî de, bi berdewamî di vê rêyê de gav avêtiye û ev çalakî wê hê jî berdewam bin. Di vê çarçoveyê de, bernameyên ku bi wesîleya salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ tên pêşkêşkirin, piştî weşandina daxuyaniyê, di rojên pêş de jî wê bên weşandin.

Bijî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî. Bijî yekîtî û têkoşîna rêxistinî ya jinan.”

Etîket: felsefeya Jin Jiyan AzadîKJARKomeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KJAR: Bi hezaran Zîlan hatin afirandin

KJAR: Bi hezaran Zîlan hatin afirandin

30 HEZÎRAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
KJARê rojbûna Abdullah Ocalan û damezirandina PJAKê pîroz kir

KJAR: Divê li dijî darvekirinan têkoşîn mezin bibe

8 NÎSAN 2026
KJARê rojbûna Abdullah Ocalan û damezirandina PJAKê pîroz kir

KJARê rojbûna Abdullah Ocalan û damezirandina PJAKê pîroz kir

2 NÎSAN 2026
KJARê Newroz pîroz kir û banga pêşengiyê li jinan kir

KJARê Newroz pîroz kir û banga pêşengiyê li jinan kir

19 ADAR 2026
Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

16 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Wezereta Perwerdeyê ya Sûriyeyê têkildarî zimanê Kurdî biryarnameyek derxist

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ev ne şîn bû, peyama serkeftinê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne