• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

2yemîn şahiya Hîlarê dê were lidarxistin

Amed / AW

27 ÎLON 2025 - 17:36
Kategorî: ÇAND Û HUNER, ROJANE
A A
Danasîna 2yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê ya ku ji hêla şaredariya Erxeniyê ya Amedê ve cara duyemîn tê lidarxistin, li Hîlarê pêk hat.

Danasîna 2yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê ya ku wê 3 rojan bidome bi beşdariya hevşaredarên Erxeniyê yên Amedê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldîken, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên sazîyên civakê ên sîvîl û gelek kesan pêk hat.

Hevşaredar Bîrsen Azak Bayar di axaftina vekirinê de diyar kir ku ew îro ji bo mîrateyek dîrokî ya hezar salî bigihîjînin nifşên pêşerojê li vir in. Bayar anî ziman ku Hîlar ji şikeftan wêdetir e û got, “Em li cihê dîroka ku ji jiyana bicîhbûyînê û mîrateya çandî re li van axan pêşengî û şahidî kiriye ne.  Li vî cihê dîrokî ku şaristanî bi axê re digihije hev du, heywan hatine kedîkirin û tov şîn bûne,  em we pêşwazî dikin. Ji bo  ku vê dîrokê bi muzîk û gastronomiyê re bigihîjînin hev em li vir in. ” Di dawiya axaftina xwe de  gel  vexwend şahiya  3 rojan dê di 4-5 û 6ê Cotmehê de were lidarxistin.

Hevşaredar Şiyar Guldîken jî di axaftina xwe de diyar kir ku jin ji serdema neolîtîkê ve ked dane û her tiştê ku heta roja îro tê çandin bi destên jinan hatiye afirandin. Guldîken, destnîşan kir ku genim, ceh û nîskên pêşîn li vir hatine hilberandin û got, “Ev bajar, bajarekî dîrokî ye. Dîroka mirovahiyê 12,000 sal berê li vir hatiye damezrandin. 62 sal berê ev der hate  kolandin (Qotê Berçem). Di encama van kolandinan de aşkere bû ku yekemîn wargeh û yekemîn gundê cîhanê ev der in. Hemû arkeolog û dîroknas li ser vê yekê heman tiştî difikirin. Em ji xwe dipirsin, ‘Em kî ne, em ji ku tên û em diçin ku derê?’ Armanca me bi vê şahiyê ew e ku em bersivên van pirsan bibînin.”

Guldîken, ji bo ku bi fêr bûna rabirdûyê pêşerojê ava bikin, her kesî vexwend 2yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê  a Hîlarê, ku dê di 4-5 û 6ê Cotmehê de were lidarxistin.

Etîket: Erxenî.şahîHîlarŞaredarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê heqê rê bû 42 lîre: Em nikarin bigihin zeman

Li Wanê heqê rê bû 42 lîre: Em nikarin bigihin zeman

22 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026
Panela TUM BEL-SENê: Divê li şûna herêmîbûna neolîberal herêmîbûna demokratîk bê nîqaşkirin

Panela TUM BEL-SENê: Divê li şûna herêmîbûna neolîberal herêmîbûna demokratîk bê nîqaşkirin

28 TÎRMEH 2026
Li Hewagê Navenda Jiyana Jinan a Mizgîn hate vekirin

Li Hewagê Navenda Jiyana Jinan a Mizgîn hate vekirin

24 TÎRMEH 2026
Şaredarî ji bo Kurdî termên hevpar amade dike

Şaredarî ji bo Kurdî termên hevpar amade dike

8 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne