• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

24 saetan de 6 jin hatin kuştin: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin

Îzmîr / AW

22 SIBAT 2026 - 18:48
Kategorî: JIN
A A

Platforma Jinan a Îzmirê, bi armanca şermezar kirina qetilkirina 6 jinên ku di nava 24 saetan de hatine kuştin daxuyaniyek da. Jinan diyar kir ku ji bo jinek din ji nav wan kêm nebe, dê têkoşîna xwe bilind bikin.

Platforma Jinan a Îzmirê, li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a li Alsancakê li hev civiyan. Di çalakiyê de pankarta “Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Em li şînê ne, em di raperînê de ne” hate vekirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmirê Burcugul Çubuk û gelek jin beşdar bûn, dirûşmên “Bila malbata we ya pîroz birûxe, bila jin bijîn”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em bêdeng namînin, em natirsin, em serî natewînin” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama însiyatîfa Meşa Şevan ya Femînîstan Ezgî Tofurcu ve hate xwendin.

‘Dema qanûn nekevin, meriyete tundiya meran tê teşwîqkirin’

Ezgî Tofurcu bi bîr xist ku beriya sê rojan di nava 24 saetan de 6 jin hatine qetilkirin û destnîşan kir ku ev ne tesaduf e, nîşaneya qirrkirina jinan a sîstematîk e. Tofurcu diyar kir ku ev reqam ne tenê îstatîstîk in, her jinek jiyanek e û got: “Jin li kolanan, li malan û li kargehan dibin armanca tundiya mêran. Dema em li pişt vê tundiyê dinêrin, em ne tenê mêrên kujer, lê belê patrîyarkayê û polîtîkayên mêr-dewletê yên ku kujeran diparêzin dibînin. Pergala mêr-serwer, tunehesibandina jinan rewa dike û mêrên kujer xurt dike. Vekişîna ji Peymana Stenbolê, nesepandina qanûna hejmara 6284, polîtîkayên bêcezahiştinê û ceza daxistinên bi navê ‘halê baş’,  rê li ber parastina jinan digire. Berdana mêrên ku berê sûcên tundiyê kirine, ne tenê îhmal e, tercîheke bi hişmendî ye. Ev tercîh peyama ‘tu dikarî bikî’ dide mêran û jiyana jinan dike armanc.”

Ezgî Tofurcu destnîşan kir ku parastina jinan erk û wezîfeya dewletê ye lê dewlet vê erka xwe bi cih nayine û got:  “Jinên xwedî belgeya biryara dûrxistinê têne kuştin. Jinên ku bi dehan caran gilî kirine têne kuştin. Ev yek nîşan dide ku mekanîzmayên parastinê tenê li ser kaxezê man e. Qetilkirina jinan ne ji ber ‘windakirina kontrolê’ ya çend mêran e; ev encama nîzameke siyasî ye ku malbatê ji jiyana jinan girîngtir dibîne. Dema mafê jiyanê yê jinan neyê parastin, rehetiya kujeran tê parastin.

‘Em ê li dijî malbata we ya qaşo pîroz têkoşînê mezin bikin’

Di dawiya daxuyaniyê de Ezgî Tofurcu diyar kir ku ew pergala bi navê “sala malbatê” ya ku dixwaze jinan di malan de heps bike qebûl nakin û got: “Hewldanên we yên girtina jinan a nav malan û dorpêçkirina jiyana LGBTÎ+an dê pûç bibe. Em li qadan e, em ê her têbikoşin “

Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîİzmirPlatforma Jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne