• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em îsal li Qada Taksîmê ne

Stenbol / AW

8 NÎSAN 2026 - 13:17
Kategorî: MANŞET
A A
DÎSK, KESK, TMMOB û TTBê bi daxuyaniyek hevpar diyar kirin ku dê di 1ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin û bang li hemû karker û kedkaran kirin ku ji bo dad, aştî û kedê werin 1ê Gulanê û dengê xwe bikin yek.

Gelek sendîka, ode, partiyên siyasî û rêxistinên civakî xwe ji bo 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê amade dikin. Bi boneya 1ê Gulanê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) li avahiya DÎSKê ya li Taksîmê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Seroka Giştiyê ya DÎSKê Arzu Çerkezoglu ve hate xwendin.

‘Operasyonên siyasî berdewam dikin’

Arzu Çerkezoglu diyar kir ku her ku diçe hêza danûstandina karkeran dikevê û wiha axivî: “Şîrket her ku diçe dewlemendtir dibin. Ji karkeran zêdetir bac tê standin û ev bac ji bo karkeran nayê bikaranîn. Jiyaneke mirovî tune ye. Her der tê talankirin. Divê pêdiwiya gel berî her tiştî were. Em dizanin ku tiştên ji me tê dizîn û ji bo sermay û lêçûna şer diçe. Li dijî van bertekên gel jî bi destê darazê tê tunekirin. Di vê pergalê de dad tune ye. Ev pergal naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê çareser bike û şer pêş dixe. Li gel pêvajoya ku bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye destpêkirin jî desthilatdar gav neavêje û operasyonên xwe yên siyasî dijwartir dike. Dixwaze tevahî muxalefetê bêdeng bike.”

‘Ji bo nan, ked, dad û aştiyê werin qadên 1ê Gulanê’

Arzu Çerkezoglu anî ziman ku ji bo aştiyê çi ji destê wan were ew ê bikin û got: “Ji bo wê em ê li her derê aştiyê diparêzin. Ne tenê li welatê me, hemû qadên 1ê Gulanê dê bibin cihê bilindkirina dengê aştiyê. Em xwedî vîn in, em ê vê pergalê biguherînin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin. Hêza me ji yekîtiya me tê. Di 1ê Gulanê de dengê xwe bikin yek. Ji bo dad, aştî û kedê werin 1ê Gulanê. Li Stenbolê qada 1ê Gulanê Qada Taksîme ye. Me di 25ê Adarê ji bo 1ê Gulanê serlêdan kir û me daxwaza ya Qada Taksîmê anî ziman. Di vê 1ê Gulanê de ji bo nan, ked, dad û aştiyê em herkesî vedixwînin qadên 1ê Gulanê.”

Nûnerên sendîka û odeyên din jî bal kişandin ser girîngiya 1ê Gulanê û xwestin ku her kes îsal li qadan be. Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.

 

 

Etîket: 1ê GulaneDİSKKESKQada TaksîmêTMMOBTTB
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê jin bi temsîliyeta wekhev di desteyan de cih bigirin’

‘Divê jin bi temsîliyeta wekhev di desteyan de cih bigirin’

6 ÎLON 2026
Komcivîna 3yemîn a KESKê ya jinan dest pê kir

Komcivîna 3yemîn a KESKê ya jinan dest pê kir

4 ÎLON 2026
‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

16 TEBAX 2026
TMMOB: Şewata li Licê ji ber xemsariyê derketiye

TMMOB: Şewata li Licê ji ber xemsariyê derketiye

29 TÎRMEH 2026
Dosye 1: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî  Qada Taksîmê bi salane qedexe ye: Ev der ji bo me sembol e

Dosye 1: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Taksîmê bi salane qedexe ye: Ev der ji bo me sembol e

25 TÎRMEH 2026
Platforma Şiyar Be û KESK: Têkoşîna li dijî tiryakêşiyê berpirsiyariya hevpar e

Platforma Şiyar Be û KESK: Têkoşîna li dijî tiryakêşiyê berpirsiyariya hevpar e

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne