Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOBa Amedê derbarê şewata ku li gundên Licêyê derketibû de daxuyanî da çapemeniyê. TMMOBê diyar kir ku di encama şewata pirêzeyan de nêzî 300 dekar qada çandiniyê zirar dîtiye û bang li raya giştî kir ku parastina xwezayê erka hemû civakê ye.
Desteya Kordînasyona Bajêr a TMMOBa Amedê derbarê şewata ku li gundên Muradiye û Kaleyê yên navçeya Licê ya Amedê derketibû de rapora xwe ya vekolîna qadê pêşkêşî raya giştî kir. Gelek endam û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. TMMOBê daxuyanî li avahiya Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê da. Beriya daxuyanîyê Hevberdevka Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOBa Amedê Fatoş Nujen Ayhan axivî û destnîşan kir ku zirara herî mezin mirov didin xwezayê. Dû re Hevberdevkê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê Ahmet Sormaz axivî û wiha got: “Ji ber em baş xwedî li xwezayê dernakevin û baldar nabin, em xwezaya xwe bi destê xwe dişewitînin.”
Paşê Hevseroka Şaxa Odeya Endezyarên Ziraetê ya Amedê Gulçîn Yaşa metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Li gorî encamên destpêkê yên ku tîmên qadê tespît kirine, hatiye diyarkirin ku ji ber şewata pirêzeyê nêzî 150 dekar gîhayê pûş û baxçeyên fêkiyan û li gel vê yekê bi tevahî nêzî 300 dekar erdê çandiniyê ji şewatê bandor bûye.”
Gulçîn Yaşa di daxuyaniyê de destnîşankir ku ji ber bidawîbûna demsala çandiniyê rasterast windahiya berheman çênebûye û wiha domand: “Dîsa jî di encama şewatê de 350 rezên tirî û gelek darên fêkiyan şewitîne. Her wiha amûrên ziraiyê yên wekî amûrên sondajê, makîneyên çalvanînê û tîrpan, depoyên avê, boriyên avdanê, 2 konteynirên prefabrîk, holika mêşên hingiv, pekovên vala yên hingiv û gomeke ji keviran hatiye çêkirin bi tevahî xesar dîtine.”
Şewat ji kêleka rê dest pê kiriye
Gulçîn Yaşa diyar kir ku li gorî tespîtên pêşîn, şewat ji kêleka rê dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Îhtîmaleke mezin di encama xemsariya mirovan de bi zanebûn an nezanebûn derketine. Encamên şewatan tenê zirarê nadin rûberê kesk; di heman demê de xûriya xakê, cûrbicûriya biyolojîk, jiyana kovî û aboriya gundiyan têk dibin.”
Bang li gelê Amedê hate kirin
Gulçîn Yaşa di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser berpirsyariya hevpar û ji bo parastina xak û xwezayê bang li gelê Amedê kir û wiha vegot: “Bêyî sedem pirêzeyan neşewitînin, çixareyên vêxistî neavêjin nav xwezayê, li qadên vekirî tedbîrên agir hildin û dema ku xetereyeke agir dîtin di cih de saziyên peywendîdar agahdar bikin.”
Gulçîn Yaşa bi bîr xist ku daristan, qadên çandiniyê û hawirdor ne tenê yên îro ne, di heman demê de mîrasa nifşên paşerojê ne û parastina wan erka hemû civakê ye.













