Di şewata li oteleke li bajarê Kalkuta ya Hîndîstanê derketiye de 9 kes jiyana xwe ji dest dan 15 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Kalkuta ya eyaleta Bengalê ya Hîndistanê saet derdora 02:00yan de şewat derket. Di şewata tê payîn ku ji ceyranê dest pê kirye de yek jê zarok 9 kes jiyana xwe ji dest dan 15 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku di otelê de derdora 60 kes diman.













