• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

Stenbol/ AW

1 GULAN 2026 - 15:33
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Stenbol – Li Stenbolê 1ê Gulanê li Kadikoyê bi tevlîbûna 10 hezaran hate pîrozkirin û wiha hat gotin: “Bi giştî kedkar di bin sinorê birçîbûnê de dijîn. Çareseriya pirsgirêkan girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Aştî heviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e.”

 

1ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşîna Karkeran li Kurdistan, Tirkiye û gelek navendên cîhanê bi meş, daxuyanî û mitîngan tê pîrozkirin. Li Stenbolê jî bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) 1ê Gulanê bi dirûşmeya “Ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiyê bibin yekû biguherînin” li Îskeleya Kadikoyê hat pîrozkirin.

Karker û welatiyên li rawestgeah Sogutluceşmeyê kom bûbûn û bi kortejan dimeşiyan Qadê Kadikoyê. Di meşê de dirûşmên “Bijî 1 Gulan” û “Bijî Serok APO” hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Piştî girseya meş li dar xist gihişt qadê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Parlamenterên DEM Partî, CHP û EMEPê, rêveberên sendîkayan, saziyên civakî û deh hezaran karker û welatî tev li pîrozbahiyê bûn.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî CHP Ozgur Ozel û Serokê Giştî EMEPê Seyît Aslan derketin ser dikê û gel silav kirin.

Seroka Giştî ya DÎSKê Arzû Çerkezoglû, Hevserokê Giştî ya KESKê Ayfer Koçak, Serokê 2yemîn a Konseya Navendî a TTB Pinar Saîp û Endamê Lijneya Rêveberiya TMMOBê Emîn Koramaz derketîn ser dike, berxwedana karkeran silav kirin û diyar kirin ku dê heta dawiyê têkoşîna wan bidome.

Piştre bername bi konsera Koma Vejînê berdewam kir. Bi dawîbûna konserê daxuyanî hate dayîn. Tirkiya daxuyaniyê ji ser navê şaxên KESKê yên Stenbolê Huseyîn Tekîn û Asalettîn Aslanoglû, Kurmanciya wê jî Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2yemîn a Stenbolê Hanîfî Bayindir xwendin.

‘Dewlet û sermaye barê şer didin ser pişta gel’

Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2yemîn a Stenbolê Hanîfî Bayindir daxuyan ku dewlet û sermayedar dibin yek û li ser gelê barê şer û pevçûnan zêde dikin û wiha got: “Li dijî kedxwariya kapîtalîst û şerê emperyalîstan em ê têkoşîna ked, aştî û azadiyê mezin bikin. Kedkarên tevahî li cîhanê serdemeke ku şerên emperyalîstan 1ê Gulanê pêşwazî dikin. Berî 2 rojan dewleta Îsraîl êrîşî Fîloya Sûmûdê kir. Heta niha 170 katîvîst hatine revandin. Çîna karkeran a Tirkiyeyê li cem gelê Filîstînê ye. Em kesen ku îro li vir kom bûne ji bo dorpeça li ser Xezayê were rakirin û alîkariya mirovî bigihije gel bang dewletan dikin ku bila derpêç rabê. Tevahî dewletên ku derdora me îro di nava şer de ne. Rêjîmê Qesrê bi têkiliyên xwe yên bi sermayedaran ve bandora şer li welatê me jî zêde dike. Dewlet û sermaye barê şer li ser milê gel bar dikin. Di meha Nîsanê de sinora birçîbûnê bû 36 hezar lîre, sinora xizaniyê jî 108 hezar lîre. Bi giştî kedkar di bin sinorê birçîbûnê de dijîn. Tevahî malnişîn îro 20 hezar mûçe distînin. Rewşa malnişînan jî her ku diçe xiraptir dibe.

‘Bijî têkoşîna kedkaran’

Hanîfî Bayindir da zanîn ku ji ber bihabûnê jiyan nameş û wiha pê de çû: “Gelek dikander neçar man û dikanên xwe girtin. Di sala dawî de 1 milyon û 300 hezar kes ji kar hatin derxistin. Bi hinceta şer jî ev hejmar her ku diçe zêde dibe. Di serdema sermayeye de sazgeh bûne qada mirin e. Di sala 2025an de 2105 hezar karker di cinayeta kar de jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk pirsgirêka Kurd îro bi navê ‘Tirkiyeyê bêteror’ tê xwestin qurban bike. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ tevahî daxwaz tê paşguhkirin. Qada Taksîmê hatiye qedexekirin. Sepana qeyim berdewam dike. Sedema tevahî çareserkirina pirsgirêkan girêdayî pirsgirêka Kurd e. Heke çareserî pêk were û mafê demokratîk were parastin dê zemîna aştiyê jî derkevê holê. Aştî heviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e. Li vê qadê bilindkirina hêviyê saz kirina pêşerojê ye jî. Lê belê ciwan bêpêşeroj mezin dibe. Çîna karkeran, gelên bindest li dijî şer dibêjin ‘bisekine’ û li qadan in û em ê dengê xwe li her derî bilind bikin. Bijî têkoşîna kedkaran.”

Pîrozbahî bi konsera Hunermend Erdal Bayrakoglu bi dawî bû.

 

Etîket: 1ê GulaneAsalettîn AslanoglûDİSKHanîfî BayindirHuseyîn TekînKadikoyêKESKOzgur OzelSeyît AslanTMMOBTTBTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne