Zubeyîr Îdem ê ku li Girtîgeha Espiye ya Giresûnê dihat girtin piştî 30 salan hat berdan.
Zubeyîr Îdem di sala 1996an li Edeneyê hatibû girtin û cezayê muebetê lê hatibû birîn. Li gel ku beriya salekî Zubeyîr Îdem cezayê xwe temam kiribû jî nedihat berdan. Îro piştî danê êvarî Zubeyîr Îdem hat berdan û ji aliyê malbata xwe ve li ber deriyê girtîgehê hat pêşwazîkirin.
Zubeyîr Îdem kî ye?
Zubeyîr Îdem ê ku ji navçeya Hezexê ya Şirnexê ye, di sala 1996an de li Edeneyê bi hinceta endamê rêxistinê ye hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Ew ji sala 1996an heya niha li girtîgehên weke bajarên Edene, Konya, Elbistan, Amed, Mîdyat, Sêrt, Patnos maye û niha li girtîgeha navçeya Espiye ya Giresûnê tê girtin.
















