• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zeynep Celaliyan: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe azadiya me

Navenda Nûçeyan /AW

7 ÇILE 2025 - 16:14
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan ku li Îranê di girtîgehê de ye, ji bo têkoşîna azadiya Abdullah Ocalan bang kir û got: “Bêguman azadiya wî dê bibe azadiya me tevan.”

Zeynep Celaliyan a di sala 2007an de li Îranê hate binçavkirin, îşkenceyên giran lê hatin kirin û piştre hate girtin, ji bo mezinkirina kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” bi rêya nameyekê bang kir. Zeynep Celaliyan ku li Îranê di girtîgehê de ye, bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û banga têkoşînê kir.

Nameya Zeynep Celaliyan wiha ye:

“Ez Zeyneb Celaliyan, jineke azadîxwaz a siyasî me ku ji ber raman û baweriyên xwe di zindanê de me. Fikrên min ji paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan sûdê werdigire ku ew bi xwe jî 26 sal e ji bo fikirên xwe û azadixwaziyê di esareteke nemirovane de tê girtin. Ez tevlêbûna vê kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê min hatiye ragihandin wek erka bingehîn û exlaqî dizanim. Ez azadiya bê şert û merc ya wî dixwazim. Ez wî mezintirîn kesayetê azad ê cîhanê silav dikim ku azadî fêrî min kir, ez azadiyê ji bo wî mirovê mezin û xwediyê ramanê dixwazim.

Dema ku nîştimana me Rojhilata Navîn û dilê wê Kurdistan bû goristanek ji miriyên sax, dema ku kesek ne xwedî hêza têkoşîn û şerî bû li hemberî dijminan; û bi taybet dema ku li Bakurê Kurdistanê, rejîma faşîst a Tirkiyeyê hebûna Kurdan înkar dikir û ew dikuştin, tekane kesê ku li dijî wê dewletê serî bilind kir Rêber Abdullah Ocalan bû. Bêguman fikrên wî di tarîtirîn dema dîroka Tirkiyeyê de yekane çiraya ronîker a rêya azadiya gelê Kurd û gelên din ên herêmê bû.

Rêber Abdullah Ocalan wekî cewher diçirûse

Dema ez li ser jiyana wî difikirim, dilê min diêşe ku çima cîhanê ew dereng fêhm kir. Wî dest ji hemû ciwanî, azadî, malbat û hemû peywendî û girêdanên kevneşopî berda û bi pênasekirina nû ya wan têgînan re hewl da ku gelê Kurd û gelên dîtir bigihîjîne mafên xwe. Dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletên weke Emerîka û Yekitiya Ewrûpayê bi awayeke bêbextane ew kesayetê axadîxwaz esîr girt û 26 sal e di bin tecrîdê de ye. Cîhan şahid e ku wan sinordarkirinan jî nekarîn fikir û ramanên wî asteng bikin.

Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê weke cewahirekê çirûsî, ji ber ku di zindana Îmraliyê de ramanên nû danîn û pêşkêş kir. Pergala konferderalîzma Demokratîk weke alternatîfa dewletên herêmê pêşkêş kir. Gelên herêmê bi rêya wê pergala demokratîk dikarin bigihîjin mafên xwe û jiyaneke hevbeş ya aştîxwazane ava bikin. Lê ev yek berjewendiyên dewletan dixe metirsiyê, loma dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi nûnertiya hemû dewlet- netewan fişarên xwe li dijî Rêberê gelê Kurd, Abdullah Ocalan zêde dike. Lê digel wan hemû fişar û astengiyan, wî dîsa bi awayekî bi hêz rêkarên afirîner ên ji bo rêya azadiyê nîşan dan. Weke rêber û xwedî raman, canê xwe hember hemû hovîtiyên dijminan ji bo neteweyan kire mertal. Piştevanî û parastina wî, di rastiyê de parastina dadê, wekheviyê û azadiyê ye.

Jin jiyan azadî

Ez, Zeyneb Celaliyan ji bo parastina mafê xwe û gelê xwe, ev 17 sal in di dijwartirîn şert û mercên zindanan de dijîm û şert û mercên zindanan baş têdigihêjim. Eger em tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêberê me tê sepandin bişkênin, em ê hemû zindanan jî bişkênin. Bi wî awayî em jin wê bibin pêşengê şikandina pergala zindanan.

Jin û gelên Îranê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî şoreşekê dikin. Ew dirûşme raman û felsefeyek e ku Rêber Abdullah Ocalan bingeha wê daniye. Lewra ji bo piştevaniya ramanên wî, di daxwaza azadiya wî ya fîzîkî de israr bikin û di çarçoveya wê dirûşmê de ji bo Îraneke demokratîk, piştevaniya raman û mirovê azad bikin û wî biparêzin.

Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Bi wê sedemê ji hemû jinan û ciwanan û bi taybet kesên bîrmend, akademîsyen, hunermend, mafnas, femînîst, rêxistinên civakî, rêxistinên hawirdorparêz û gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz yên Îranê dixwazim ku piştevaniya Rêber Apo bikin û beşdarî kampanyaya cîhanî ya ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin. Ji ber ku hemû netewên Îranê ji bo çareseriya bingehîn ya pirsgirêkên xwe pêdiviya bi ramanên wî heye. Lewra di cih de ye ku netweên Îranê hemû hewildana xwe ji bo rakirina astengiyên li hember Rêber Abdullah Ocalan bidin. Madem ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo mirovahyê û ji bo me hemûyan di dijwartirîn şert û mercên zindana Îmraliyê de li ber xwe dide û têdikoşe ku bingeha ramanên wî jî li ser azadiya jinan e; nexwe divê piştevanî di çarçoveya têkoşîna li dijî mêrsalariyê de be ku bêguman pêdiviya hemû civak, jin û mêran bi wê heye. Loma ez we vedixwînim ku hûn beşdarî kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin û erka xwe ya mirovî pêk bînin. Teqez azadiya wî, dê azadiya me hemûyan û bi taybet ya jinên têkoşer be.”

Etîket: Abdullah OcalanAzadiZeyneb Celaliyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne