• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YRDê rojnameger Huseyîn Aykol bi bîr anî

Navenda Nûçeyan / AW

2 ÇILE 2026 - 09:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
YRDê ji ber wefata rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol peyama bîranînê weşand û got: “Ji bo avakirin û pêşvebirina kevneşopiya Çapemeniya Azad bi rengekî fedaî têkoşiya.”

Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) ji bo rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol (70) peyama sersaxiyê ango bîranînê weşand. Huseyîn Aykol şeva sersalê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Huseyîn Aykol yek ji wan rojnamegeran ku mamosteyê Çapemeniya Azad bû.

Peyama YRDê bi vî rengî ye:

“Çinara me ya 36 salan, hişê çapemeniya azad, xoceyê me yê dilovan û hevrêyê me yê gelekî hêja Huseyîn Aykol bi fîzîkî ji nava me koç kir ku vê yekê em gelekî êşand. Em bi sebreke mezin li benda wê yekê bûn ku mamosteyê me rehet bibe, lê mixabin şehîd bû. Bi vê wesîleyê bila serê malbata wî, hezkiriyên wî, gelên me û civata çapemeniya azad sax be.

Hevrêyê me Huseyîn Aykol di demekê de ku êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd zêde bûn weke şoreşgerekî Tirkiyeyî û rojnamevanekî rasteqîn cihê xwe li gel gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurd girt. Dît ku demokratîkbûna Tirkiyeyê tenê bi azadiya gelê Kurd dibe, lewma beşdarî nava têkoşîna azadiyê bû û bi sekna xwe ya têkoşer nirxeke mezin afirand.

Mamosteyê me Huseyîn Aykol ji 51 salên rojnamevantiya xwe 36 sal da avabûn û pêşvebirina kevneşopiya çapemeniya azad. Heta ku pirsgirêkên tenduristiyê lê der bûn ku bûn sedema şehadeta wî, bê navber ked da, hewl da û bi rengekî fedaî têkoşiya. Ji me xebatkarên çapemeniya azad re mamostetî kir, em perwerde kir û gihand. Ji gel, jin, keedkarên Kurd û bindestan hemûyan re hevrêtî kir. Di vê oxirê de bû têkoşerekî xurt. Bû dengê bi hezaran girtiyên li zindanê. Raya giştî ya demokratîk bi rêya nivîsên wî heqîqet hîn bû, xwe perwerde û zane kir.

Em baş pê zanin û hîs dikin ku hevrê Huseyîn Aykol tenê bi fîzîkî ji nava me koç kiriye. Di her kêliya ku em nefesê digirin û di her karî de wê bi me re be.

Weke şagirtên wî em ê tiştên ku ji mamosteyê xwe yê hêja hîn bûne, weke wî bêyî rawestînê, bi karekî hîn zêde bixin pratîkê, em ê pênûsa mamosteyê xwe li erdê nehêlin û armanca wî ya Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk teqez pêk bînin.

Em careke din sersaxiyê ji malbata hêja, hezkiriyên mamosteyê xwe, gelên xwe û dostên xwe re dixwazin û di şexsê mamoste Huseyîn Aykol de soza serketinê ku me dane şehîdên xwe yên şoreşê hemûyan careke din dubare dikin.”

Etîket: Huseyîn AykolYRD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kurê Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

Kurê Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

24 TÎRMEH 2026
Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

16 HEZÎRAN 2026
Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

19 GULAN 2026
Karayilan: Newroza 2026î ganî biba Newroza azadîya Rayber Apoyî

Ji Karayilan peyamên Newroza 2026an-1: Ji Muslim heta Sadak, Aykol, Kiliç û Huseynî windahiyên giran bûn

18 ADAR 2026
Şîna Huseyîn Aykol a li Amedê bi dawî bû

Şîna Huseyîn Aykol a li Amedê bi dawî bû

6 ÇILE 2026
‘Em ê li ser rêya wî bimeşin û pênûsa wî li erdê nehêlin’

‘Em ê li ser rêya wî bimeşin û pênûsa wî li erdê nehêlin’

6 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne