• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YPJê Reham Hecî ku 11 sal in dîlgirtî bû rizgar kir

Navenda Nûçeyan /AW

25 TÎRMEH 2025 - 09:25
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
YPJê jina Êzidî ya binavê Reham Hecî Hemê ya di Fermana 74an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, rizgarkir û piştî dîlgirtina 11 salan vegerand Şengalê.

 

Xebatên ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên ku di Fermana 74an a 3yê Tebaxa 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin didome. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Jinê (Nû JINHA) Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), Reham Hecî Hemê ya ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibû revandin, piştî 11 salan rizgar kir. Reham Hecî Hemê duh êvarî ji aliyê YJŞê û YBŞê ve radestî malbata wê hate kirin. Rehama ku ji Xanesorê ye, ji hêla malbatê û jinan ve bi tilîlî û dîlanan hat pêşwazîkirin.

‘Ez ê fermanê tu carî ji bîr nekim’

Reham Hecî ku dema dîl ketibû destê çeteyên DAIŞê 11 salî bû û niha 22 salî ye, ji Nû JINHAyê re hestên xwe wiha anîn ziman: “Ez destpêkê spasiya YPJê û YJŞê dikim ku ez ji destê çeteyan xilas kirin. Ez bi biçûkatî ketim destê çeteyan û piştî 11 salan ez teslîmî malbata min kirin. Ji bo dîtina malbata xwe ya careke din min hêviya xwe qut kiribû. Niha piştî 11 salan hemû malbata min kom bûye û ez di nav wan de me. Ez ê fermanê û tiştên ku jiyame tu carî ji bîr nekim û hêvî dikim ku hemû jinên dîlgirtî bêne rizgarkirin.”

‘Min keça xwe wek şehîd îlan kiribû’

Dayîka Reham Hecî jî kêfxweşiya vegera keça xwe bi van hevokan vegot: “Bi dîtin û hatina keça min hemû dinya bû ya min. Min keça xwe wek şehîd îlan kiribû lê hezar caran şikir piştî 11 salan keça min li min vegeriya. Ez spasiya hemû şervanan dikim ku keça min xilas kirin. Bi taybetî ez spasiya xwe ji YPJê re dikim.”

‘Heta ku jineke Êzidî di destê çeteyan de bimîne em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Di dema radestkirina Reham a malbatê de li ser navê YJŞê Sozdar Şengalî axivî û wiha got: “Jineke Êzidî ji hêla YPJê ve ji destê çeteyan hat rizgarkirin û em jî wek YJŞ û YBŞê çûn, me jina Êzidî anî Şengalê û radestî malbatê kir. Em li ser navê YJŞê û YBŞê spasiya hevalên xwe yên YPJê, YPGê û QSDê dikin. Têkoşîn û berxwedana me ji bo rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên dîl e û wek YJŞ û YBŞ soza me jî ev e. Cihê kêfxweşî û şanaziyê ku jina Êzidî Reham piştî 11 salan vegeriya Şengalê û em radestî malbata wê dikin. Heta jineke Êzidî jî di destê çeteyan de bimîne em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Nêzîkî salvegera fermanê kêfxweşiya me mezintir kir’

Her wiha endama Meclîsa Jinê ya Digurê Semîra Berxwedanê jî ji Nû JINHAyê re axivî û wiha got: “Em wek Meclisên jinên TAJÊ xêrhatina jina Êzidî ku ji destê çeteyan hatiye rizgarkirin, dikin û em gelek kêfxweş in. Em spasî ji hêzên YPJê û QSDê re dikin. Bi taybetî nêzîkî fermanê rizgarkirina jina Êzidî kêfxweşiya me hîn mezintir kir. Hêvîdar im hemû jinên dîlgirtî werin rizgarkirin.”

Reham piştî radestî malbatê hat kirin, malbat ew bir mala xwe ya li Xanesorê. Reham li mala xwe ya Xanesorê bi tilîlî û govendan hat pêşwazîkirin.

 

 

 

Etîket: dîl girtina 11 salanReham Hecî HemêrizgarkirinYBŞYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026
YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

Ji Fermandariya Giştî ya YPJê daxuyanî: Hevdîtin êrênî pêk hat

27 TEBAX 2026
YPJ dê weke hêzeke taybet di nava Wezareta Navxwe de cih bigire

YPJ dê weke hêzeke taybet di nava Wezareta Navxwe de cih bigire

27 TEBAX 2026
‘Me bi xwîna xwe hebûna xwe ava kir’

‘Me bi xwîna xwe hebûna xwe ava kir’

3 TEBAX 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Fermandara YPJê Milîtan Efrîn: YPJ ne tenê navek e, pratîk û plansaziya jiyanê ye

Fermandara YPJê Milîtan Efrîn: YPJ ne tenê navek e, pratîk û plansaziya jiyanê ye

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne