• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Îranê xwepêşandan veguherî daxwaza azadiyê: Berxwedan berbelav dibe

Lezgîn Akdenîz / AW

7 ÇILE 2026 - 17:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nawenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hêzên rejîmê bi hemû rêbazên tund û hişk êrişî xwepêşandan û çalakgeran dike. Di êrişan de ciwan tên kuştin û nexweşxane tên dorpeçkirin. Tevî zext û girtinan jî daxwaza azadiyê ranaweste.

Çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku li dijî krîza aborî dest pê kir û veguherî çalakiyên li dijî zextên polîtîk û binpêkirina mafên mirovan û daxwaza azadiyê. Berxwedana gelên Îranê di roja xwe ya 11emîn de berdewam dike. Tevî hemû hewldanên hêzên rejîmê yên ji bo tepisandina serhildanê jî xwepêşandan li sedan navendan belav bûye.

Ji 2 hezarî zêdetir kes hatin girtin

Li gorî agahiyên dawî yên ji herêmê, di encama êrişên tund a hêzên rejîmê de bîlançoya şerê li kolanan giran dibe. Herî kêm 39 kes hatine qetilkirin. Zêdetirî 2 hezar kesî hatine binçavkirin û girtin.

Li bajarên wekî Sine, Kirmanşan, Mahabad, Seqiz û Îlamê yên bi ser Rojhilatê Kurdistanê ve, hêzên rejîmê bi çekên giran û guleyan êrişî xelkê sivîl dikin. Li van herêman, Kurd ne tenê ji ber aboriyê, lê ji ber parastina nasnameya xwe ya neteweyî û azadiyê jî li qadan in.

Rejîmê du birayên ciwan kuşt

Li taxa Ceiferava ya Kirmaşanê, du birayên ciwan bi navên Resûl Kidîweriyan (17) û Riza Kidîweriyan (20) hatin kuştin. Hat ragihandin ku rejîm zextê li malbatê dike da ku kurên wan wek endamên “Basîc” (hêzên paramîlîter) werin nîşandan, bi armanca veşartina tawanên xwe.

Birîndar tên rewandin

Yek ji bûyerên herî giran li Nexweşxaneya Xumeynî ya Îlamê qewimî. Hêzên rejîmê bi gaza îsotê avêtin nexweşxaneyê û hewl dan birîndaran birevînin. Meysem Nûrî (21) ku destê wî şikestî bû, ji nava nexweşxaneyê hat revandin.

Zarok û xwendekar di hedefê de ne

Rejîma Îranê di binçavkirinên komî de sînoran nas nake. Li bajarê Sineyê di rojekê de 10 çalakvan hatin girtin. Di nava girtiyan de herî kêm 4 zarok hene. Mamosteyê zanîngehê Nebî Umîdî û gelek xwendekar ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatin revandin.

Banga ji bo saziyên navneteweyî

Saziyên mafên mirovan bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku zextê li Tehranê bikin da ku kuştin, girtin û tepisandina çalkiyên demokratîk rawestîne. Rêxistinên mafên mirovan û gel daxwaz dike ku komîsyoneke rasteqîn bê avakirin û êrişan û nexweşxaneyan lêkolîn bike û cenazeyên qurbaniyan bêyî şert û merc radestî malbatên wan werin kirin.

Etîket: çalakiyên Rojhilatê KurdistanêÎlamKirmanşanRejîma ÎranêRojhilatê KurdistanêXwepêşandanên li Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne