• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye’

Stenbol / AW

19 ÇILE 2026 - 20:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navçeyên DEM Partiyê yên li Stenbolê li dijî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan û hate diyarkirin ku ew ê bi berxwedana Kobaniyê destkeftiyên Rojava biparêzin. Piştî daxuyaniyê polîsan êrişî girseyê kir û gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

Çeteyên HTŞ û SMOyê di 6ê Çileyê ve êrişî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ên Helebê kirin. Di van taxan de berxwedanekê dîrokî hate nivîsandin. Paşê jî çeteyan êrişî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li dijî êrişên çeteyên HTŞ û SMOye yê gelek cihên cûda çalakî tên lidarxistin. Rêxistinên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yên Stenbolê jî li dijî êrişan li navçeya Sancaktepeyê daxuyanî dan.

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, Hevserokên DEM Partiyê yê Stenbol û navçeyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Polîsan xwest daxuyaniyê asteng bike û girse dorpeç kir lê girse li ber xwe da û daxuyanî hate dayîn.

Girse dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Daxuniyê ji hêla rêveberê DEM Partiyê yê Sancaktepeyê Omer Şen ve hat xwendin.

‘Êriş pêşiya DAIŞê vedike’

Omer Şen diyar kir ku çeteyên HTŞê di demekê watedar de êrişî taxşên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin û ev tişt anî ziman: “Di êrişan de tevahî cihan bêdeng ma. Ev êriş lji bo sabotekirina çareseriyê pêk hat. Êrişên ku gelê Kurd dike hedef ne tenê îro Suriyeyê pêşeroja Suriyeyê jî dixe di bin xetereyê. Ev êrîş di heman demê de dê bandoreke neyînî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bike. Kesên ku li dijî çareseriyê ne dixwazin pêvajoyê fetisînin. Êrişên ku li ser gelê Kurd berdewama êrişên gelên Elewî û Durziyan in. Ev êriş pêşiya DAIŞê vedike. Hezên Süriya Demokratîk temînata jiyaneke hevpar e. Kesên ku vê tiştê dizanin dixwazin vê temînatê tune bikin.”

‘Gelê Kurd li dijî wan êrişan ne bêalternatîf e’

Omer Şen destnîşan kir ku têkiliya Tirkiye û HTŞê van êrişan de jî bandor dike û wiha axivî: “Ev têkiliya HTŞ û Tirkiyeyê tu pêşerojekê baş misoger nake. Di heman demê de jî hêviya ku jiyanekê hevpar jî dê tune bike. Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye. Gelê Kurd li dijî wan êrişan ne bêalternatîf e. Em ê bi berxwedana Kobanê destketiyên Rojava biparêzin. Em li gel Rêveberiya Xweseriyê ne. Tu hêz nekare gelê me tune bike. Em bang tevahî hêzen navneteweyî dikin ku gelê Kurd biparêzin.”

‘Em ê bi ser bikevin’

Paşê Parlamentera Stembolê Ozgul Sakî axivî û diyar kir ku îro carekî din êriş li ser Rojava tê kirin û got: “Belê Rojava di bin xetereyê de ye lê em dizanin Rojava ne tenê ye. Jiyaneke hevpar di bin xetereyê de ye. Ji bona wê divê em xwedî li Rojava derkevin. Em ê bi ser bikevin.

Piştî daxuyaniyê  polisan êrişî girseyê kir û gelek kesî bi lêdanê binçav kir.

Etîket: daxuyanîRojavaStenbolxwediderketın
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

16 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne