• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xizmên Windayan xwestin ku kujerê Kemal Kurkut bê cezakirin

Amed / AW

22 ADAR 2025 - 13:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê di hefteya 841emîn de bal kişandin ser kuştina Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya sala 2017an de hatibû kuştin û hat xwestin kujer were cezakirin. Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban di çalakiyê de got ku divê Abdullah Ocalan bigihîje azadiya xwe.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 841emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin faîl bên girtin û cezakirin. Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, rêveberên ÎHDê, nûnerên rêxistinên sivîl û malbatên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Di hefteya 841emîn de li aqubeta Kemal Kûrkût hat pirsîn. Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kûrkût ê di dema pîrozbahiyên Newroza Amedê ya sala 2017an li ber Meydana Newrozê îdiaya “bombeyê zindî ye” ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Di çalakiyê de hat xwestin ku kujer polîs Yakûp Şenocak bê darizandin.

‘Kujer ne hatin darizandin’

Beriya daxuyanî bê xwendin ewilî Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser êrişên hêzên dewletê yên qedexeyên Newrozên salên 90î û wiha axivî: “Hûn ji dizanin duh li Amedê Newroz bi girseyî hat pîrozkirin. Salên berê li Kurdistanê di pîrozbahiya Newrozê de gelek kes bi tundiya polîsan rû bi rû diman, gelek kes jî hatin qetilkirin. Di sala 2017an de Kemal Kûrkût di Newroza Amedê de hat kuştin. Piştî kuştina Kemal Kûrkût kujer ne hatin darizandin lê yê ku dîmenên kuştina Kemal Kûrkût rojnameger Abdurahman Gok kişandibû, hat darizandin.”

‘Divê Abdullah Ocalan azad bibe’

Hevserokê Giştî yê ÎHD Hûseyîn Kuçukbalaban axivî û diyar kir ku divê mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û bigihîje azadiya xwe û wiha got: “Dî serî de ez Newroza we pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku Newroza îsal bibe Newroza aştiyê. Newroza îsal bû bersiva banga birêz Abdullah Ocalan. Gel got ku em li pişt banga Abdullah Ocalan in û pêwîst e ku dewlet gav biavêjê. Heke dewlet bibêje ez aştiyê dixwazim, ji bo vê divê mafê hêviyê pêk were û birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Divê girtiyên nexweş werin berdan. Pêwîst e girtiyên ku cezayên xwe qedandine û berdana wan hatiye taloqkirin werin berdan.”

Piştî axaftinan serpêhatiya kuştina Kemal Kûrkût ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHDê Berfîn Elçî ve hat xwendin.

‘Sûcdar nehatin darizandin’

Serpêhatiya kuştina Kemal Kurkut wiha ye: “Kemal Kurkut ê ku ji bo beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê ya di 21ê Adara 2017an de hat lidarxistin bibe, di encama gulebarana polîsan nêzî ketina qada pîrozbahiyê jiyana xwe ji dest da. Walîtiya Amedê jî di heman rojê de daxuyaniyek da û ragihand ku di destê Kurkut de kêr heye û “gumana ku êrişkarê xwekuj be” heye û lewma hatiye kuştin. Lê paşê bi wêneyan derket holê ku Kemal Kurkut ji aliyê polîs ve hedef hatiye nîşandan û kuştin.

Heyeta dadgehê bersûc polîs Yakup Şenocak ê ku ji sûcê ‘kuştina bi niyeta muhtemel’ dihat darizandin, bi hinceta ‘nebûna delîlan’ hat beraetkirin. Ev biryar ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ve hat betalkirin. Piştî betalkirina dozê bi hinceta ku hukmê qanûnê bi cih aniye, biryar hat dayîn ku ‘pêwîstî bi cezakirinê tune ye’.”

Piştî daxuyaniyê ji bo Kemal Kurkut û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

Etîket: AmedÎHDKemal KurkutXizmên windayanYakup Şenocak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne