• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan li aqûbeta Atîlla Osmanoglû pirsîn

Amed / AW

29 ADAR 2025 - 13:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê di hefteya 842ya de li aqûbeta winda Atîlla Osmanoglû pirsîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 842yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parkakoşûyolû ya Amedê pêk hat. Rêveberên ÎHDê, Hevseroka DBPa Amedê Sûltan Yaray, Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn. Wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Atîlla Osmanoglu yê di 25ê Adara 1996an de li Amedê hat windakirin, hat pirsîn.

Beriya daxuyanî bê xwendin, Serokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî.

‘Em tu carî nikarin herin goristanan’

Ercan Yilmaz da zanîn ku dema ku cejn tê ew nekêfxweş in û wiha got: “Em îro di erefeya Cejna Remezanê de ne. Li welatê me dema ku cejn tê mirov diçe serdanê goristanan lê em tu carî nikarin herin serdana goristanan. Daxwaza me ew e ku bila destilatdarî kujerên windayan derxe holê. Em ê tu carî windayan ji bîr nekin. Heta ku faîl bên darizandin, em ê li ber xwe bidin.”

‘Heke behsa aştiyê bikin divê berpirsiyar bên darizandin’

Hevseroka DBPa Amedê Sûltan Yaray jî diyar kir ku divê desthilatdar kesên ku sûc kirine derxe holê û wiha axivî: “Bi salan e gelê Kurd bi awayên hovane hatin qetilkirin. Desthilatî dizane ku winda li ku ne. Xizmên windayan dixwazin aqûbeta zarok û nasên xwe zanibin. Em behsa aştiyê bikin divê ev berpirsiyar bên darizandin. Çavê dayika Sakîne vekirî çû. Em vê tiştê naxwazin. Pêwîst e ku aqûbeta tevahiya windayan were zelalkirin. Em tevahiya windayên xwe bi bîr tînin.”

Piştre metna ku behsa serpêhatiya windakirina Atîlla Osmanoglû dike ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

Serpêhatiya windakirina Atîlla Osmanoglû wiha ye:

“Atîlla Osmanoglu bi malbata xwe re li navçeya Hezro ya Amedê dijiya. Li Hezro ji aliyê leşkeran ve gef lê dihatin xwarin. Ji ber van gefan bi malbata xwe re di Sibatga 1992yan de koçî navenda Amedê dike. Atîlla Osmanoglu û bavê xwe dikan vekiribûn. Di 23yê Adara 1996an de du polîsên sivîl hatin dikana wan û xwestin Atîlla Osmanoglu ji bo ‘îhaleya otobanê’ li gel wan biçe. Lê Atîlla Osmanoglû bi wan re neçû û vê bûyerê i malbata xwe re vegot. Piştî du rojan di 25ê Adara 1996an de dema ku bavê Atîlla Osmanoglû, Mûhyettîn dihat dikanê dît ku 2 kesên sivîl Atîlla siwarî ‘torosa spî’ dikin. Bi îtiraza Mûhyettîn Osmanoglû kesên sivîl dibêjin em ê ji bo îhalê wî bibin. Dibe şev lê Atîlla nayê malê. Mûhyettîn Osmanoglû serî li dadgehê dide lê dadageh bersiva ku kesek bi navê Atîlla Osmanoglû nehatiye binçavkirin dide. Piştî tê windakirin tu agahî ji Atîlla Osmanoglû nayê wergirtin.”

Endemê JITEMê îtiraf kir

Paşê endamê JÎTEMê Abdûlkadîr Aygan li xwe mikûr hat. Îtîrafkar dibêje ku Atîlla Osmanoglû ji aliyê JITEMê ve hatiye revandin, ji aliyê Cindî Acet ku nasnavê wî Koçero ye ve hatiye kuştin. Cenazeyê Atîlla Osmanoglû avet nav tangerêk petrolê.

Malbata Osmanoglû serî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dide. Dadgeh di 24ê Çileya 2008an de biryara xwe dide û Tirkiyeyê sûcdar dibîne û ji bo tezmînatê mehkûm dike.”

Bi du daxuyaniyê re ji bo bîranîna Osmanoglû û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

Etîket: ÎHDWindaXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne