• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xizmên Windayan aqubeta Mehmet Guler pirsîn

Amed / AW

6 KANÛN 2025 - 13:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ÎHDa Amedê û Xizmên Windayan di 878emîn çalakiya xwe de aqûbeta Mehmet Guler pirsîn.

Şaxa Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan bi daxwaza “Winda Bêne Dîtin û Kujer Werin Darizandin” li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya Amedê, di heftaya 878an de çalakiya xwe domandin. Nûnerên ÎHDê û Xizmên Windayan, Hevserokên şaxa MEBYA-DERê ya Amedê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên kesên ku di salên hatibû 1990î de ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn windakirin û kuştin hilgirtin.

‘Heta dawiyê emê li vir bin’

Li vir ewilî Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Amedê Firat Akdenîz axivî û diyar kir ku 30 sal in li vir in û got: “Emrê me li vê qadê derbas bû. 30 sal in em aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Gelek dayîk ji bo zarokên xwe tev li çalakiyê bûn. Lê tu agahî negirtin û jiyana xwe ji dest dan. Berî 30 sal me gotibû ku ‘heta dawiyê em ê li vir bin’ îro jî em heman tiştê dibêjin.”

‘Mehmet Guler di 1ê Kanûna 1997an de çû kar û êdî nevegerî malê’

Paşê Rêvebera ÎHDê Berfîn Elçî diyar kir ku Mehmet Guler 24 salî û bavê du zarokan bû û got: “Piştî ku Mehmet Guler hat windakirin zarokekî wî yê din hate dinyayê. Mehmet Guler di 1ê Kanûna 1997an de çû kar û êdî venegerî malê. Dayîka Mehmet Guler Şefîka Guler çû cihê kar û xwest agahî ji kurê xwe bistîne. Hempîşeyên Mehmet Guler gotin ‘bi Murat Guneş re ji bo kar çûne Êlihê.’ Çend roj derbasbû lê Mehmet Guler venegeriya malê. Şefîka Guler dîsa çû cihê kar û patrona Mehmet Guler Murat Şutşurup got ‘rewşa kure te baş e, yê piştî çend roja vegerê malê.’ Li gorî gotina Şefîka Guler, Murat Guneş û Murat Şutşurup nêzî Hizbullahêbûn. Mehmet Guler jî bi hevkariya Murat Guneş û Murat Şutşurup ve, ji aliyê Hizbullahê ve hatiye rewandin.

‘Aqûbeta Mehmet Guler hê jî nediyar e’

Berfîn Elçî destnîşan kir ku Şefîka Guler serî li dadgeh û ÎHDa Êlihê da û ev tişt anî ziman: “Şefîka Guler xwest Murat Guneş û Murat Şutşurup werin darizandin, ji bona wê serî li dadgeha Êlihê da. Di meha Nîsana 1999an de Murat Guneş û Murat Şutşurup bi hinceta endamê Hizbullahêne hatin girtin. Ji 1ê Kanuna 1997an ve tu agahî Mehmet Guler nehat destxistin. Aqûbeta Mehmet Guler hê jî nediyar e.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne