• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xelkê Wanê: Bajêr ji bo erdhejeke nû ne amade ye

Nûda Arici - Sema Gezîcî / AW

8 NÎSAN 2026 - 08:01
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Wan – Welatiyên Wanê diyar kirin ku Wan ji erdhejeke nû re ne amade ye û gotin: “Ji ber xemsariya mutehîtan, bêliyaqetiya şaredariya mezin û ji ber polîtîkayên rantê, bajêr ji erdhejê re ne amade ye. Gel bi qedera xwe re rû bi rû maye.”

Li Wanê di van rojên dawî de erdhej pêk tên. Erdheja herî mezin bi pileya 5.2 pêk hat û li gelek navçeyan jî erd hejiya. Careke din rûyê xeter yê bajêr û bîranînên erdheja 2011an anî bîra xelkê bajêr. Erdheja ku bû sedema tirs û xofeke mezin, careke din nîqaşên “qelsbûna avahiyan” û “amadekariyên bajêr” xist rojevê. Li Wanê tê dîtin ku bêkontroliya di warê avahîsaziyê de û rêveberiya qeyiman her ku diçe zêdetir dibe. Di encama berjewendiyên mutehît, avahîsaz û qeyiman de li ser avahiyên bajêr kontroleke zanistî nayê kirin, avahî li ser hîmên qels tên avakirin. Welatiyan derbarê erdhejek mezintir a muhtemel de ji ajansa me re axivîn û nêrînên xwe vegotin.

‘Civakê wekî muşterî dibînin’

Welatî Robîn Degîrmencî bi bîr xist ku erdhêjên di demên borî de qewimîn xemsariya mutehîtan bû û got: “Pêncî sal beriya niha li navçeya Şaxê ya Wanê erdhêj çêbû, 2011ê li navenda Wanê çêbû û di demekî nêzîk de jî li Mereşê çêbû. Ji aliyê ewlehiyê ve ti amadehî nîn e. Her wiha ji aliyê çêkirina xaniyan ve jî pirsgirek heye, ji ber ku kontrol û liyaqet tune ye. 360 hezar mutehît hene, lê nasnameya wan ya çêkirinê tune ye. Civakê wekî muşterî ji xwe re dibînin, wisa nêzîk dibin. Şaredarî kontrola dike, lê ne bi liyaqetê, ne bi awayekî zanistî. Hinekî xemsar nêz dibe.”

Robîn Degîrmencî anî ziman ku erdhej dibe sedema koçberiyê û wiha got: “Taybetî jî di vê erdnigariyê de gelek koçberî çêbûn. Çêkirina xaniyan û ew projeyên bajarî, bi awayekî zanistî ne hatine çêkirin. Ji ber vê jî çi amadekarî ji bo erdhêjê nîn e. Gel bi qedera xwe re rû bi rû ye.”

‘Temel baş nehatine çêkirin’

Welatî Hayat Başak anî ziman ku avahiyên heyî baweriyê nadin wan û got: “Temelê van avahiyan baş çênekirine, hemû kevn in. Hostayên avahiya xwe li vir elimandine, ne rênçberên karê xwe ne, saxlem çênekirine.”

‘Temînata xaniyên nû nîn e’

Wêlatiyê bi navê Zayip Ozturk jî bi lêv kir ku di navbera şaredarî û avahîsazan de û di çêkirina avahiyan de nakokî hene û wiha axivî: “Di êrdhejê de zemîn pir girîng e. Niha li Wanê tiştekî hiqûqî naye kirin. Di navbera avahîsaz û şaredariyê de peymanek nehatiye çêkirin. Mutehît niha xaniyan wekî kolika çêdikin, çi temînata wê tune ye. Em ji derve lê dinêrin ku xanî wek xanî xuya dike, lê di nav de kolik e. Jiyana mirovan, kirine nava xaniyêk yek ode û du odeyan. Gelo ev rewş çiqas tendurist e? Wê îdeolojî, felsefe û jiyana mirovan di 20 metrekareyê de çawa pêş bikeve? Ev pirsgirêk ji bona her kesî gelek girîng e.”

‘Avahiyên bêbawerî di berpirsiyariya şaredariya mezin de ne’

Welatî Selahattîn Taş destnîşan kir ku çêkirina avahiyên bêbawerî û bêruhsat di berpirsiyariya şaredariya mezin de ye û ev yek anî ziman: “Avahî binecih çinekirine, qeyim tayînî ser şaredariyê kirine, şaredariyên me jî nikarin tiştek bikin. Şaredarî bi salan e di destê qeyim de ye, berpisyarê vî bajarî ew e. Divê dewlet li ser vê yekê bisekine.”

‘Divê avahiyên me saxlem bin ku em hewce konên xelkê nebin’

Welatî Mehmet Akçayaka diyar kir ku Wan ji bo erdêjeke nû ne amade ye û wiha axivî: “Ji ber ku li Wanê kontrol tune ye, Wan ji bo erdhejeke nû ne amade ye. Sala 2011an erdhêjeke bi pileya 7.2 çêbû. Me di wê erdhêjê de xwe dît ku Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê tiştek nekir. Em dibînin ku ne tenê Wan, Tirkiye jî amade nîn e. Li Wanê avahî hemû bi dizî tên çêkirin û qatên qaçax avêtine ser, bêkontrol in û bêruhsat in. Li gelek taxan kontrola tapûyan tune ye. Çend roj berê jî Wan bi pileya 5.2 hejiya. Lewma divê em bingehên malên xwe saxlem çêbikin da ku em sibê hewceyî konên xelkê nebin.”

‘Qeyim rant û talan e’

Welatî Mehmet Bîlîcî jî ji îmara Wanê bi gazinc e û got: “Bi salan e îmar di destê qeyim de ye. Çi planên îmarê yên qeyim tune ye. Li ser rantê û bertîlê ji bo îmarê qadan vedike. Mînak, avahiya ku ez tê de me dema hat çêkirin, di binê wê de her wekî ku otopark heye dane nîşandan. Lê belê Bekir Kaya rûhsat neda, deh sala ma bêrûhsat. Dema şaredarî kete destê qeyim, bi bertîlê rûhsat wergirtin. Niha otopark nîşan didin lê otopark jî nîn e. Qateke zêde jî çêkirine. Ji xwe qeyim rant û talan e.”

Etîket: Bajarê WanêErdhejli Wanê erdhejNûda AriciSema Gezîcî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

5 COTMEH 2026
Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

4 COTMEH 2026
Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

24 ÎLON 2026
Li Endonezyayê bi pile 7.7 erd hejiya: Herî kêm 20 kes mirin

Li Endonezyayê bi pile 7.7 erd hejiya: Herî kêm 20 kes mirin

15 TEBAX 2026
Bîlançoya erdheja Kolombiyayê: 265 mirî, 496 winda

Bîlançoya erdheja Kolombiyayê: 265 mirî, 496 winda

13 TEBAX 2026
Bîlançoya erdheja li Kolombiyayê: 132 kes mirin

Bîlançoya erdheja li Kolombiyayê: 132 kes mirin

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne