Însiyatîfa Gel a Bajarê Amûdê hewldanên erebîkirina navên bajarên Kurdan şermezar kir û destnîşan kir ku ev hewldan li dijî Peymana 29ê Çileyê ye.
Însiyatîfa Gel a Bajarê Amûdê li dijî erebîkirin û guhertina navên bajarên Kurdan daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna hejmarek şêniyên bajar û endamên saziyên sivîl li Qada Jina Azad a bajêr hat dayîn. Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Arşek Baravî daxuyanî xwend.
Li gorî nûçeya ANHAyê daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li gorî Peymana 29ê Çileya 2026‘an li Rojavayê Kurdistanê pêvajoya entegrasyonê dest pê kir. Li gorî pîvanên entegrasyonê gelê Kurd wek neteweyeke resen a Sûriyeyê hat naskirin. Lewre pêwîst e her karê ku tê meşandin li ser esasê pîvana hebûna Kurdan a li Sûriyeyê bimeşe.
Lê di dema dawîn de gelek bûyer çêbûn ku vê pîvanê derbas dikin û binpê dikin. A dawîn ji bo navê Kobanê ye ku bikin Eyn el Ereb hinek hewldan çêbûn. Di heman demê de hikûmeta demkî dixwaze vê siyaseta xwe di hemû cografyaya Kurdî de bisepîne. Dixwaze navên herêman biguherîne û bi demê re jî van herêman ji Kurdîbûnê dûr bixe.
Cih û warên me neynika Kurdewariyê ne
Ev helwest li dijî Peymana 29ê Çileyê ye. Di heman demê de ev helwest ku nayê qebûlkirin li dijî ziman, nasname û hebûna Kurdan e. Em Kurd in, zimanê me kurdî ye û cih û warên me neynika çand û Kurdewariyê ne.
Divê hikûmeta demkî rêzê li vê rastiyê bigire û di warê qanûnî de de vê rastiyê nas bike.
Em wek gelê Amûdê ji rayedaran dixwazin ku li hember me, zimanê me û dîroka me, rêzê bigirin û em tu helwestên înkarkirina Kurdan qebûl nakin.
Ji bo entegrasyon bi ser bikeve, divê hikûmeta demkî erka li ser milê xwe bi cih bîne. Her wiha divê hemû gelê Kurd jî di vî warî de baldar û hişyar be û di van mijaran de tawîzê nede. Gelê me, êrişên li ser hebûna xwe qebûl nake. Hêviya me ew e ku her kes erkên li ser milê xwe bi cih bîne û aştiya civakî biparêze.”














