• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xelkê Amedê: Divê Demîrtaş û girtîyên sîyasî tavilê bên berdan

Amed / AW

4 MIJDAR 2025 - 15:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xelkê Amedê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û daxuyaniya Devlet Bahçelî ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de nirxand û diyar kir ku divê Selahattîn Demîrtaş û tevahiya girtiyên siyasî tavilê bên berdan.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) duh carek din derbarê Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryarek nû da. DMMEyê îtîraza Tirkiyeyê ya derbarê Demîrtaş de red kir û bi redkirina vê îtîrazê hat diyarkirin ku girtina Demîrtaş li dijî biryara mafên mirovan e. Bi vê biryarê re teqez bû divê Demîrtaş ji girtîgehê were berdan.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî piştî civîna koma xwe ya li Meclîsê pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Dê berdana birêz Selahattîn Demîrtaş ji bo Tirkiyeyê bibe wesîleya xêrê.”

Piştî biryara DMMEyê û daxuyaniya Bahçelî, me berê xwe da kolanên Amedê û ji welatiyan pirsî bê ka gelo derheqê berdana Demîrtaş û girtiyên siyasî de çi difikirin.

‘Neheqiyek mezin li Demîrtaş û girtiyên siyasî kirin’

Welatiya bi navê Nurhan Guzel diyar kir ku ew li bendê ne ku Demîrtaş were berdan û got: “Neheqîya gelek mezin li Demîrtaş û girtiyên siyasî tên kirin. Ev çend sal e di girtîhan de ne. Ez hêvî dikim ku Fîgen Yuksekdag û tevahî girtî dê werin berdan. Gelê Kurd bi wan ser bilind e.”

‘Sekna Demîrtaş li zora wan çû’

Welatiyê bi navê Tahsîn Aktaş jî diyar kir ku jixwe Demîrtaş girtiyekî siyasî ye û wiha axivî: “Demîrtaş ji bo li dijî desthilatê sekinî û helwesta xwe bi zelalî da nîşandan, hat girtin. Bahçelî tiştekî baş got, lê jixwe cezaya wî xelas bûye. Ez dixwazim tevahî girtiyên me bên berdan.”

‘Em hêvî dikin ku Demîrtaş demildest bê berdan’

Abdulsamet Gunduz jî destnîşan kir ku geşedanan dişopînin û ev yek anîn ziman: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da û got divê Demîrtaş were berdan. Em hêvî dikin ku Demîrtaş demildest bê berdan. Ji tevahî gelê me re biryarên bên dayîn.”

‘Demîrtaş tu tiştekî nekiriye’

Salîh Çaliş jî anî ziman ku ev çend sal in tevahiya girtiyên siyasî bêsûc girtî ne û wiha got: “Tu sûcê wan tune ye, lê girtî ne. Demîrtaş çi kiriye? Tu tiştekî ji kesî nekiriye. Divê Demîrtaş û girtiyên siyasî di nava 24 saetan de hatiban berdan.”

‘Em gelek dixwazin Demîrtaş û tevahî girtî bên berdan’

Abdullah Atabay jî bi bîr xist ku gotina Devlet Bahçelî gelek balkêşe û got: “Bahçelî li Meclîsê baş axivî. Divê em bi hev re bijîn. Em gelek dixwazin Demîrtaş û tevahiya girtiyan bên berdan. Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Her kes zimanê xwe biaxive. Kuştin bes e.”

‘Em azadiya Rêberê Gelê Kurd dixwazin’

Mecît Turgay jî anî ziman ku ji bal kişand ser biryara “mafê hêviyê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, wateya berdana tu kesî tune ye. Bila Demîrtaş û tevahiyên girtiyên me bên berdan. Birêz Abdullah Ocalan azad bibe dê Kurdistan û gelê Kurd azad be.”

Etîket: Devlet BahçeliDMMEselahattin demirtaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Devlet Bahçelî: Pêkanîna qanûna çarçoveyî xala herî girîng a pêş me ye

Devlet Bahçelî: Pêkanîna qanûna çarçoveyî xala herî girîng a pêş me ye

6 COTMEH 2026
Xwînerên Demîrtaş: Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe

Xwînerên Demîrtaş: Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe

4 COTMEH 2026
Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

19 ÎLON 2026
Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

Selçûk Mizrakli: Divê Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan

8 ÎLON 2026
Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

8 ÎLON 2026
Girseyek qerebalix li benda tehliyeya Selçûk Mizrakli ye

Girseyek qerebalix li benda tehliyeya Selçûk Mizrakli ye

8 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne