• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê da Sirri Sureyya Onder kir

Amed/ AW

6 ADAR 2026 - 14:06
Kategorî: MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Odeya Bijîşkan a Amedê bi munasebeta Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê ku her sal tê dayîn, civîna çapemeniyê li dar xist. Odeyê, xelata îsal ji ber xebatên aştî, dostanî û demokrasiye da Sirri Sureya Onder ê di xebata Şandeya Îmraliyê de cih digirt û di pêvajoyên hevdîtinan de jiyana xwe ji dest da, kir.

 

Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarî Xelatê Aştî, Demokrasî û Dostaniyê ku her sal tê dayîn li avahiya xwe ya girêdayî navçeya Bajarê Nû yê Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Odeyê tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî endama reveberiya odeyê Hîcran Îzcî Yildiz xwend.

‘Xelat di têkoşîna aştî û demokrasiyê de dilopek e’

Beriya ku daxuyanî bê xwendin Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen tekildarî xelatdayînê axivî û wiha got: “ Di sala 1995an heya îro em wek odeya bijîşkên Amedê xelatên aştî, dostanî û demokrasî didin. Ev xelat ji bo me gelek giring e. 30 sal e em pê bawerin ku ev xelat din ava têkoşîna atşî û demokrasiye wek dilopek cih digire. Salên 90î ev xelat pêwîst bû, ji ber ku wê demê mafê mirovan û tendurîstiyê dihatin binpêkirin. Em ê çi dest me were ji bo aştî,dostanî û dostaniyê bikin, xelatên xwe bidin.”

‘Civak ji şer, pevçûn û cihêakariyê derbeyên giran dixwin’

Hîcran Îzcî Yildiz da zanîn ku ew wek Odeya Bijîşkan a Amedê, bi mebesta piştgiriya kes û saziyên ku piştgiriya têkoşîna mafên mirovan, demokrasî û aştiyê dikin, her sal bi awayekî kevneşopî “Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê” didin û ev tişt gotin: “Ev xelat, ne tenê nîşaneya pesendinê ye, di heman demê de îfadeya girêdayîna me ya bi rêgeza jiyaneke ku li ser bingeha aştiya civakî, piralîbûn, werseriya hiqûqê û rûmeta mirovahiyê ava bûye ye. Yek ji diyardeyên herî bingehîn ên tenduristiya aştî ye. Di wan civakên ku şer, pevçûn û cihêkarî tê de serdest in, ne tenê rewşa fîzîkî, rewşa başbûna derûnî û civakî jî derbeyên giran dixwe. Di wan serdemên ku azadiya derbirînê, siyaseta demokratîk û mafên mirovan di bin zextan de ne, parastina aştî û demokrasiyê, di heman demê de parastina tenduristiya gel e. Bi vê hişmendiyê, em mil bi mil sekna li cem kes û saziyên ku rêbazên çareseriya aştiyane, diyalog û îradeya jiyana hevpar xurt dikin û wek berpirsyariyekê dibînin.”

Xelatê da Sirri Sureyya Onder’

Di dawiya daxuyaniyê de Hîcran Îzcî Yildiz destnîşan kir ku kesên ji bo aştî, demokrasî û dostaniyê têdikoşin hêjayî xelatê tên dîtin û wiha got: “Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê ya sala 2026an ji ber hewldanên wî yên di warê siyaseta demokrasî, aştî û diyaloga civakî de ji Sirri Sureyya Onder re û ji ber xebatên wê yên ku jiyana xwe terxanî tenduristiya gel, wekheviya civakî û mafên mirovan kiriye, ji Dr. Gisela Penteker re bê dayîn. Sirri Sureyya Onder, bi xebatên ku bi salên dûr û dirêj di qada siyaseta demokratîk de meşandine, bi bangên xwe yên ji bo aştiya civakî û bi hewldanên xwe yên ji bo sazkirina diyalogê di pêvajoya aştiyê de, tevkariyê li zindîhêştina hêviya aştiyê ya li Tirkiyeyê kiriye. Helwesta wî ya ku li şûna pevçûnê muzakereyê, li şûna cemsergiriyê pêkvejiyanê diparêze. Di warê xurtkirina nirxên demokratîk de mînakeke girîng nişan dide.

Xelat dan Dr Gisela Pentekerê jî

Gisela Penteker, pîşeya bijîşkiyê ne tenê weke qadeke xizmetguzariya klînîkî dîtiye, bi têgihiştineke ku tenduristiyê bi rehendên wê yên civakî, çandî û siyasî dinirxîne, xebat meşandine. Keda wê ya di mijarên gihîştina komên dezavantaj a li xizmetguzariyên tenduristiyê, polîtîkayên tenduristiyê yên wekhevîxwaz û nêzîkatiya tenduristiyê ya li ser bingeha mafên mirovan xebata aştî û demokrasiyê ya di qada tenduristiyê de berçav dike.”

 

 

Etîket: Dostanî û DemokrasiyêGisela PentekerOdeya Bijîşkan a AmedêSirri Sureyya OnderXelata Aştî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Odeya Bijîşkan a Amedê pirtûka ‘Anamneza Giştî’ da nasîn

Odeya Bijîşkan a Amedê pirtûka ‘Anamneza Giştî’ da nasîn

19 ÎLON 2026
Bi deh hezaran tevli konsera Rojdayê bûn

Bi deh hezaran tevli konsera Rojdayê bûn

26 TÎRMEH 2026
Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

7 HEZÎRAN 2026
Sirri Sureyya Onder li Enqereyê hat bibîranîn

Sirri Sureyya Onder li Enqereyê hat bibîranîn

3 GULAN 2026
‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

3 GULAN 2026
DEM Partî dê Sirri Sureyya Onder li ser gora wî bibîr bîne

DEM Partî dê Sirri Sureyya Onder li ser gora wî bibîr bîne

30 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne