• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xalid Omer: Hevpeyman konaxeke nû ye

Onder Akbulut /AW

15 ADAR 2025 - 08:42
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Endamê Hewldana Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xalid Omer, têkildarî peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hat îmzekirin diyar kir ku ev hevpeymaneke dîrokî ye û got: “Ev hevpeyman dê statuya gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê misoger bike.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ehmed Şara (Colanî) di 10ê adarê de li Şamê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê Mazlûm Abdî û Ehmed Şara li ser 7 xalan peymanek îmze kirin. Di hevpeymanê de hat destnîşankirin ku dê li hemû Suriyeyê agirbest bê ragihandin û gelê Kurd jî wê di nava Suriyeyê de cih bigire. Li hevkirina Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî û Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ehmed Şera di rojeva cîhanê de cih girt û ji aliyê gelek hêzan ve erênî hat pêşwazîkirin. Endamê Hewldana Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xalid Omer, tekildarî hevpeymanê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Li ser girîngiya hevpeymanê Endamê Hewldana Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xalid Omer, anî ziman ku ev hevpaeymaneke dîrokî ye û got: “Di dîroka gelê Kurd a Rojavayê Kurdistanê de destpêkirina qonaxeke nû ye. Heke ev hevpeyman bikeve meriyetê dê encamên baş bi xwe re bîne. Ji ber ku dewleta Suriyê di kesayeta serokomar de Rêveberiya Xweser nas dike. Armanca me jî ew e ku Reveberiya xweser, destketiyên me ji aliyê hikumeta navendî ve ji aliyê Rejîma Suriyê ve bê naskirin. Ji ber ku ew me nas bike hemû dewletên cihanê jî dê me nas bikin. Ji bo vê jî gaveke dîrokî ye û dê statuya gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê misoger bike.”

Xalid Omer ev hevpeyman wekî destpêk pênase kir û got: “Hewce dike di navbera herdu aliyan de hin peymanên din jî werin îmzekirin. Heke cîbicîbûna vê peymanê bibe bingeh ji bo cîbicîbûna pergala Rêveberiya Xweser, Suriye bibe dewleteke nenavendî, wê demê biratiya gelan, jiyaneke wekhev dê li tevahiya Suriyê belav bibe. Ev jî tê wateya ku pergala neteweya demokratîk dê li hemû Suriyeyê belav bibe, bandora xwe li ser tevahiya Suriyeyê bike.
Komkujiyên ku li dijî gelê Elewî sûcên li dijî mirovahiyê ne. Xaleke vê havpeymanê jî ew e ku Ahmed Şera rê li ber van komkujiyan bigire. Li ser vê mijarê nîqaş hatin kirin. Daxwezeke Birêz Mezlûm Ebdî jî ew bû ku ev êrişên li Lazkiye û Tarsusê bisekinin. Armanc vê hevpeymanê ew ku pêşiya van komkujiyan bigire. Li gor vê hevpeymanê dema ku Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) dibe beşek ji artêşa Suriyeyê ya fermî, wê demê mafê wê çêdibe ku mudaxeleyî van bûyeran bike. Dema ku nûnerên HSDê di rêveberiya konseya leşkerî de hebin dê bandora xwe li ser biryaran jî bike.”

Endamê Hewldana Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xalid Omer, destnîşan kir ku ew vê hevpeymanê ji banga Rêzdar Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê qut nagirin dest û wiha axivî: “Ev hevpeyman encama vê bangê ye. Niha ku dema HSD bikeve nav saziyên dewletê yên fermî heke Dewleta Tirk êrişî herêmên me bike tê wê wateyê ku êrişî Suriyeyê dike. Wê demê pêwist e ku Şam parastinê bike yan jî bi dîplomasiyê rê li bervan êrişan bigre. Ji ber vê di sekinandina êrişên li ser herêmên me de bandora vê hevpeymanê dê hebe.”

Xalid Omer anî ziman ku ev hevpeymana ji aliyê gelek hêz û dewletan ve erênî hate pêşwazîkirin û got: “Di vê peymanê de rola hêzên koalîsyonê yên dij terorê jî hebûn. Ji ber wê li gor min pratîkbûna wê zêde zor nebe. Ya girîng ew e ku komîteyên ku bên avakirin têkiliyeke baş, rast di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên hikumeta Şamê de çi bikin? Lê heta ku komîte neyên avakirin, amadehiya konferanseke niştimanî ya Sûriyê neke, destûra bingehîn amade neke em nikarin bibêjin ku ev hevpeymanê bi rihetî bikeve pratîkê. Ku ev hevpeyman bikeve pratîkê dê gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê karibin mafê xwe yên heta niha hatine desteserkirin paşve bigirin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

7 COTMEH 2026
Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne