• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Welatiyên tev li Newroza Amedê bûn: Ji bo çareseriyê divê Serok azad bibe

Amed /AW

22 ADAR 2025 - 08:02
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Welatiyên tev li Newroza Amedê ya dîrokî bûn destnîşankirin ku piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin: “Ji bo Serok vê pêvajoyê bi rê ve bibe divê derfetên wî bên başkirin û azad bibe.”

 

Bi pêşengiya Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma, “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li Qada Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê Newroz hat pîroz kirin. Bi sed hezaran kes tev li Newroza ku ji ber banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke Newroza dîrokî dihat binavkirin bûn. Welatiyên ku ji derveyî welat û ji bajarên Kurdistanê ji bo Newrozê hatibûn Amedê di saetên sibê de li ber qadê kom bûn. Welatiyên bi cil û bergên xwe yên Kurdî herikîn qada Newrozê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Li qada Newrozê herî zêde posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Gel bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe” piştgirî dan banga Abdullah Ocalan. Me jî weke Ajansa Welat (AW) li Qada Newrozê derbarê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan mîkrofonê xwe dirêjî welatiyan kir û li ser pêvajoyê em bi wan re axivîn.

‘Bi tecrîdê ev pêvajo naçe serî’

Welatî Mehmet Alî Aslan diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di cih de ye û wiha got: “Em weke gelê Amedê û hemû Kurdistanê piştgiriyê didin banga Serok. Ji bo xwedîderketina bangê divê gel çalakiyan li dar bixe. Heta niha dewletê li hemberî vê bangê tu gaveke erenî neavetiye. Divê gelê kurd xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Banga Serok heviyek mezin da gel. Divê dewlet jî hebûn û mafê gelê Kurd li ber çavan bigire û rojek beriya rojeke biryara xwe bide. Ji bo aştî û wekheviyê divê di makezagonê de guherînan bike. Ya herî girîng jî ew e ku ji bo Serok vê pêvajoyê bi rê ve bibe divê derfetên wî bên başkirin. Bi tecrîdê ev pêvajo naçe serî.”

‘Divê dewlet jî gav baveje’

Welatiya Gulsîme Poyraz jî bi lêv kir ku ew aştî û wekheviyê dixwazin û ev tişt gotin: “Em hemû dixwazin edî xwîn bisekinê û aramiyek pêk were. Divê dewlet jî gavan biavêje.”

 

‘Divê dewlet gavan biavêje ku em jê bawer bikin’

Welatî Şiyar Kan anî ziman ku ew ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk bi hevî ne û wiha axivî: “Baweriya me bi Serok heye. Lê baweriya me bi dewletê tune ye. Divê dewlet jî gavan biavêje ku em jê bawer bikin. Divê Serok û girtiyên siyasî bên berdan ku em bibinîn dewlet jî ji dil e. Dibêjin çekan berdin lê êriş dikin wê çawa çekan berdin. Divê ew jî hinek gav biavêjin ku çek bên berdan.”

‘Daxwaza me hemûyan aştî ye’

Welatî Halîse Korkmaz jî destnîşan kir ku divê demildest aştî pêk were û wiha got: “Daxwaziya me hemûyan aştî ye. Edî bila kuştin nebe. Ziman û helwesta dewletê neguheriye. Em tu guherînê nabînin. Divê dewlet jî şer bi dawî bike û bi zimanekî xweş nêz bibe. Wê demê heviya me jî wê zêde bibe.”

‘Dawiya şer tune ye pêwîstî bi aştiyê heye’

Welatî Ayfer Çetîn jî tekildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt anîn ziman: “Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin Serokê me bê berdan. Heke gel bide zorê û bixwaze dewlet jî wê neçar bimîne gav biavêje.”

‘Em dixwazin weke tevahiya cîhanê azad bijîn’

Welatî Hatûn Başkûrt da zanîn ku heta dawiyê şer nabe, pêwîst e aştî çêbe û wiha got: “Ev çend sal in li welatê me şer heye, em naxwazin şer hebe. Em dixwazin wekî tevahiya cîhanê azad bijîn. Heta dewlet gav neavêje aştî pêk nayê. Di serî de pêwîst e ku Serokê me û tevahî girtî bên berdan. Ev tişt çêbin em ê fêm bikin ku dewlet dixwazê aştî pêk werê.”

‘Divê Serok Abdullah Ocalan azad bibe’

Welatî Salih Aksoy diyar kir ku gav avêtin dora dewleteyê û wiha got: “Em dixwazin pêvajo bimeşe, azadî werê û Serok Abdullah Ocalan azad bibe. Kurdan gav avêtiyê niha gav avêtin dora dewletê ye, dewlet gav neavêje pêvajo jî nameşe. Armanca me her tim aştiye. Birêz Abdullah Ocalan gaveke gelekî giring avêtiye, em jî pîştgirî didin vê bangê.”

‘Em ji bo azadiya Serok hatin Newrozê’

Welatî Zarya Encu diyar kir ku piştgiriyêd didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Daxwaza me ew e ku Newroza îsal bibê Newroza aştiyê. Îro em ji bo azadiya Serok hatin Newrozê, em peyama Birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng dibînin. Daxwaza me ew e ku dewlet jî pişt pêvajoyê bisekine. Heta ku dewlet mafê Kurdan nedê aştî nabe. Divê gavên fermî bên avêtin. Zimanê me bibe zimanê fermî û girtîgeh vala bibin.”

‘Divê girtîgeh vala bibin û Serokê me azad bibe’

Dayîka bi navê Adîle Gecer bibîrxist ku Kurd her tim aştixwazin û wiha got: “Em dixwazin azadî çêbibe, em şer naxwazin. Divê şer bê rawestandin û girtîgeh vala bibin û Serokê me azad bibe.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne