• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Xwîn bi xwînê nayê şûştin’

Firat Tûnç - Onder Akbûlût / AW

20 ÇILE 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed– Welatiyên beşdarî 2yemîn kongreya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sûrê ya Amedê bûn, diyar kirin ku daxwaza gelê kurd her tim aştiye û gotin: “Gelê kurd jidil destê xwe dirêj dike. Lê devlet qeyûman tayîn dike û êrîşî gelê Rojava dike.”

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28ê Kanûna 2024an de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî vê hevdîtinê, di 29ê kanûnê de peyameke ku ji 7 xalan pêk hat bi raya giştî re parvekirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk tê, piştî hevdîtina li Îmraliyê li ser xwesteka Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî û siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin. Li ser wan hevdîtina ji bo çareseriyek demokratîk, rayedarên dewlet û hikûmetê li şûna gavan bavêje, her roj bi SÎHAyan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her roj operasyonên siyasî pêş dixin. Rojnamegeran binçav dikin û digirin. Bi ser saziyan de degirin. Qeyûman tayînî şaredariyan dikin. Hîna di şerê li dijî kurdan de israr dikin. Ji ser geşedanên dawî welatiyên Amedê yên beşdarê kongreya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sûrê bûn, nêrînên xwe Ajansa Welat re parve kirin.

‘Em bi têkoşîn û rêberê xwe bawerin’

Welatî Muşeher Ulker, dest nîşan kir ku piştî demeke direj agahî ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan girtin û bi vê yekê pir kefxweş bûn. Muşeher Ulker, da zanîn ku ji bo aştiyeke mayînde peyamên pir giring hatin parvekirin û got: “50 salên ev şer hêj berdewam dike. Serokê gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê her tim gav avitiye û ked dide.”

Muşeher Ulker,, bal kişand ser daxwaza gelê kurd û wiha berdewam kir: “Gelê kurd her tim aştî û wekheviyê dixwazin. Lê Devleta Tirk bi salan e dibêje em ê wekheviyê çêbikin û hêsirên cavên dayikan rawestînin. Lê devlet tu gavan navêje. Em ji devletê bawer nakin. Daxwaziya me dayikan, aştî û wekhevî ye. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Xwîn bi aştî û wekheviyê tê şuştin.”

Muşeher Ulker, li ser zimanê rayedarên dewletê jî rawestiya û wiha axivî. “Dibêjin em ê çekên wan bin erd bikin. Lê bila baş bizanibin ku 50 sal in em têk neçûn. Em ê tu carî jî têk neçin. Em têkoşîna xwe û bi rêberê xwe bawerin. Hewceyî bi avêtina gavên şênber heye. Lê divê devlet baş bizanibe ku ew gavan neave jî em ji wan natirsin.”

‘Devleta Tirk gel dixapîne’

Welatî Ensar Ateş jî diyar kir ku Devleta Tirk baş dizane ku daxwaza gelê kurd çiye û wiha got: “Gelê kurd gav diavêje. Lê Devleta Tirk gel dixapîne. Gelê kurd jidil destê xwe dirêjî dewletê dike. Lê devlet hîna jî gav neavitiye û dîsa qeyûman tayînî şaredariyê gel dike. Êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Êrîşî bendava Tişrînê dike. Hewceye ku devlet gavên şênber biavêje. Divê hemû partiyên sivîl û saziyên demokratîk jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”

Yekîtiya gelê kurd ferz e

Welatî Nedîm Akkoç jî bi lêv kir ku ev pêvajo bi taybetî ji bo gelê kurd û hemû gelan pêvajoyeke pir giring e û wiha axivî: “Divê hemû kes jidil nêzîkî pêvajoyê bibe. Lê mixabin em piratîkê de vê jidiliyê nabînin ji ber ku devlet li aliyekî dibêje aştî lê aliyê din erîşê Rojava dike û li bendeva tişrînê gelên sîvîl qetil dike. Divê aqilê xwe bidin serê xwe û bizanibin ku kurd êdî xurtin û ne kurdên berêne. Ji bo aştiyê divê jidil nêzîkî pêvajoyê bibin û divê yekitiya gelê kurd çêbibe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne