• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Welatiyên Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê dan

Omer Demîr / AW

9 GULAN 2025 - 10:01
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Welatiyên Amedê anîn ziman ku divê zêdekirina heqê rê bi paş ve werê kişandin, pêwist e şaredarî gelê xwe bifikire.

Li Amedê Navenda Koordînasyona Çûnehatê di 6ê Gulanê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civiya. Piştî civînê heqê rê ji sedî 25 zêde kir. Heqê rê yê dolmîşan ji 20 lîreyî derxistin 25 lîreyî. Heqê rê ji bo xwendekaran jî ji 12 lîreyan derxistin 15 lîreyan. Heqê rê ji bo otobusên şaredariyê û Otobusên Gel ên Taybet jî hat bihakirin; ji bo otobusan heqê rê ji 15 lîreyan derxistin 20 lîreyan û ji bo xwendekaran jî ji 8 lîreyan derxistin 10 lîreyan. Welatiyên Amedê têkildarî bihabûna heqê rê nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku gel xizan e nikare êdî li dolmîş û otobusan siwar bibe.

‘Em çar gav jî herin dê 25 lîre bistînin’

Welatiyên bi navê Xalid Demîr diyar kir ku gel zêde xizan bûye û wiha got: “Xwendekar wê çawa heqê rê bidin. Welatiyên feqîr wê çawa 25 lîre bidin? Rewş ne baş e, gelek biha ye. Em çar gav herin jî 25 lîre dê bixwazin. Ji malbatekê çar kes li dolmîşê siwar bibe 100 lîre dike û vegera wan jî 100 lîre, vaye bû 200 lîre. Mehê jî dike 6 hezar. Jixwe meaşê wan jî gelek kêm e. Divê şaredarî vê zemê bi paş ve bikişîne.”

‘Bila biryarê bi paş ve bikişînin’

Welatiyê bi navê Ramazan Guneş jî da zanîn ku her roj tiştek biha dibe û got: “Kes nikare debara xwe bike. Hêza gel tune ye. Ev ne baş e. Berê salê carekî zem dihat. Divê ev biryara zemê bi paş ve were kişandin. Kesên ku meaşa herî kêm werdigirin, wê çawa debara xwe bikin?”

‘Em êdî nikarin li dolmîş û otobusan jî siwar bibin’

Welatiyekî jî diyar kir ku ew îro li dolmîşê siwar bûyê û bihabûnê bihîstiye û wiha axivî: “Em êdî nikarin li dolmîş û otobusan jî siwar bibin. Yên ku ereba wan tune be wê çawa bikin? Divê vê rast bikin û vê biryarê bi paş ve bikişînin. Karek me derkeve êdî em nikarin li dolmîş û otobusan jî siwar bibin. Divê her kes hev bifikire.”

Welatiyên bi navê Tahsîn Çelîk jî diyar kir ku her roj her tişt biha dibe û xwest ku ew bihakirina heqê rê yê dolmîş û otobusan bi paş ve were kişandin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne