• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xelkê Amedê: Aştî yek alî nabe

Omer Demîr / AW

25 HEZÎRAN 2025 - 08:33
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Welatiyên Amedê têkildarî pêvajoyê diyar kirin ku aştî yek alî nabe û divê dewlet jî gavên hiqûqî û siyasî bavêje û gotin: “Gelê Kurd peywira xwe bi cih anî. Niha divê dewlet jî gavan biavêje.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî bangê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 12ê Gulanê de encamnameya kongereya xwe eşkere kir û ragihand ku xwefesix kiriye. PKKê gav avêt û xwe fesix kir. Gelê Kurd dixwaze êdî dewlet jî gavan biavêjê. Welatiyên Amedê têkildarî pêvajoyê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Em dixwazin xwîn êdî nerije’

Welatiyê bi navê Eyup Aydenîz diyar kir ku 50 sal in li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û Tirkiyeyê şer didomê û wiha axivî: “Çiqas zêde şer hebe ew qas zêde pêwistî bi aştiyê heye. Em dixwazin aştî pêk bê. Lê gumanên me ji dewletê hene. Partiya desthilatdar behsa aştiyê dike lê heta îro tiştên ku ji dewletê tên payîn tewletê pêk neaniye. Dewlet pêvajoyê direj dike. Baweriya me ji wan tune ye. Ji ber ku dibêjin aştî lê şerê wan didome. Ev nakokiyeke mezin e. Ji ber vê yekê divê dewlet durist nêzî pêvajoyê bibe. Li welatê me û Amedê gelek xwîn hate rijandin. Em dixwazin ku êdî xwîn nerije, keç û xortên me êdî neyên kuştin.”

‘Aştî yek alî nabe’

Eyup Aydenîz da zanîn ku ew dixwazin aştî pêk bê û wiha pêde çû: “Lê aştî yek alî nabe. Aliyek ji bo aştiyê gavan bavêje, lê aliyê din şer berdewam bike aştî nabe. Em vê pêvajoyê gelek giring dibînin. Lê her ku diçe gumanên me zêde dibin. Divê demildest dewlet gavên şênber bavêje. Gelê Kurd her dem dibêje aktorê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îro dewlet jî qebûl dike. Eger aştî bê vî welatî dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bigêje azadiya fizîkî. Aştî nîvco nabe. Divê aştî bê welatê me. Lê şertên aştiyê jî hene. Di serî de mafê perwerdehiya zimanê Kurdî heye. Aştî tenê bi gotinê nabe.”

‘Me erka xwe anî cih’

Welatiya bi navê Husniyê Daniş jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û got: “Em dixwazin tevahî girtî bên berdan. Ez jî dayîka girtiyan im. Ji bo aştî pêk bê me peywîra xwe bi cîh anî. Niha dora dewletê ye. Em şer naxwazin. Em dixwazin gerîla û leşker neyên kuştin û dayikên gerila û leşkeran hêsir nebarînin. Em dixwazin bibin yek.”

‘Abdullah Ocalan divê azad bibe’

Welatiyê bi navê Giyasettîn Yildirim jî xwest gel ji zor û zahmetiyan rizgar bibe û got: “Gel pir zor û zahmetî dîtin. Em dixwazin gel ji van zordariyan xilas bibe. Edalet tiştekî gelek xweş e. Ez hêvîdar im ku birêz Abdullah Ocalan bê berdan dê aştî jî pêk bê. Diviyabû Birêz Ocalan zûde hatibûya berdan. Bila kes kesî nexapîne. Dewlet li aliyekî dibeje aştî, lê li aliyê din jî şer didomîne. Wisa nabe. Ji ber vê sekna dewletê êdî gel ji wê bawer nake.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne