• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Veysî Aktaş: Kî xwe rêxistin bike ew ê serbikeve

Mêrdîn / AW

10 KANÛN 2025 - 17:09
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Veysî Aktaş ku tev li civîna Qoserê bû diyar kir ku di vê pêvajoyê de kîjan alî xwe rêxistin bike ew ê serkeftinê bi dest bixe.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi tevilbûna Veysî Aktaş ê ku 10 salan bi Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê mayî, Parêzerê Abdûllah Ocalan Mazlûm Dînç, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û hezaran welatiyan Civîna Aştî û Civaka Demokratîk hat lidarxistin. Wêneyên Abdûllah Ocalan di salona taybet a civîn pêk hatî de hatin daliqandin. Civînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevşaredara Êlihê Gulistan SonukÊ derbarê armanca civînê de agahî dan.

‘Dema azadiya Abdûllah Ocalan hatiye’

Piştî Gulistan SonukÊ parêzerê Abdûllah Ocalan, Mazlûm Dînç got ku êdî dema azadiya Ocalan hatiye û wiha axivî: “Serokê MHPê Devlet Bahçelî qala mafê hêviyê yê Ocalan kiribû. Ji xwe DMME beriya 10 salan di mijara mafê hêviyê de ji bo Ocalan biryar dabû lê heya îro ev biryar neketiye meriyetê. Îro demê azadiya Ocalan hatiye. Ev yek jî divê bi guhertina qanûnan pêk were. Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûn werin guhertin û ev yek di destê qada siyasetê de ye.”

Encama civînan ê bi Ocalan re werin parvekirin

Veysî Aktaş di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Abdûllah Ocalan dixwaze gel guhdar bike û encamên van civînan dê weke rapor werin amadekirin û ji Ocalan re werin ragihandin.

Veysî Aktaş di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya berê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî pêvajoya 2015an dewlet ji nû ve hat dizaynkirin. Dema hewldana derbeya FETOyê pêk hat xwestin bi awayek cuda vê yekê bidin nîlandan lê di eslê xwe de hemû hewldan ji bo tunekirina Kurdan pêk hat. Îngîlîz û Îsraîl dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve saz bikin û dewleta Tirk ev yek dît. Piştî vê yekê berê xwe dan Serok Ocalan. Ji ber îro kî bixwaze di Rojhilata Navîn de tiştekî bike divê têkiliyê bi gelê Kurd re dane. Ji ber vê yekê Serokatî qala îtîfaka Kurd û Tirkan dike. Ji xwe gotina Devlet Bahçelî ya îtîfaka Kurd û Tirkan di encama civînên salekî yên bi Rêbertiyê re derket holê.”

Veysî Aktaş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dikarin bi dilê xwe rêxistinbûyîna xwe avabikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger îro em nekarin xwe rêxistin bikin ev kêmasiya me ye. Divê em li xwe mikûr werin. Divê em ji xewê rabin û em xwe bigehînin rihê salên 1990î. Kî xwe rêxistin bike ew dê ser bikeve. Ger em xwe rêxistin bikin em, ew xwe rêxistin bikin ew dê serbikevin. Di encamê de hêzên derveyî pergalê hene û ev hêz dixwazin mudaxale bikin. Divê li hember van hêzan em xwe rêxistin bikin.”

Piştî axaftina Veysî Aktaş welatiyên tev li civînê bûne nêrînên xwe anîn ziman û civîn bi dawî bû.

 

Etîket: azadiya Abdullah OcalanCivîna Aştî û Civaka DemokratîkVeysî Aktaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Veysî Aktaş: Divê statuya hiqûqî û siyasî ya Abdullah Ocalan bi hiqûqê bê misogerkirin

Veysî Aktaş: Divê statuya hiqûqî û siyasî ya Abdullah Ocalan bi hiqûqê bê misogerkirin

23 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê guherînên hiqûqî neyê derengxistin

Abdullah Ocalan: Divê guherînên hiqûqî neyê derengxistin

5 ÎLON 2026
Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

26 TEBAX 2026
Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

15 TEBAX 2026
Veysî Aktaş: Rêbertî dixwaze çareseriyê ligel Tirkiyeyê pêş bixe  Ayla Akat Ata: Ya dikeve ser milê me derî heta dawî vekin

Veysî Aktaş: Rêbertî dixwaze çareseriyê ligel Tirkiyeyê pêş bixe
Ayla Akat Ata: Ya dikeve ser milê me derî heta dawî vekin

1 TEBAX 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne