• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Veysî Aktaş: Çareserî ne çek e, divê em xwe rêxistin bikin

Bedlîs / AW

7 TEBAX 2026 - 16:54
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş di panela ku bi pêşengiya ciwanan di Mîhrîcana Tetwanê hat lidarxistin de, bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Çek ji bo me ne çareserî ye. Divê pêşiya siyasetê bê vekirin û em xwe rêxistin bikin.”

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di çarçoveya 58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de bi pêşengiya ciwanan di eywaneke dawetê de panela “Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Di panelê de pankarta “Ciwan pêvajoya aştî û civaka demokratîk dinirxînin” hat vekirin û endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş weke axiver cîh girt. Gelek ciwan û welatî tev li panelê bûn.

‘Cara yekem e dewletê Rêbertî wek sermuzakerevan qebûl dike’

Veysî Aktaş di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ev pêvajo xwedî giringiyeke dîrokî ye û bal kişand ser qanûna çarçoveyî. Veysî Aktaş got: “Dewletê Rêbertî wek muzakerevanê sereke qebûl kir û derbasî muzakereyê bû. Piştî gotina Devlet Bahçelî ya ‘Bila Ocalan bê Meclisê’, Rêbertî wek muhatab û muzakerevanê sereke hat dîtin. Di dîroka Kurdan de cara yekem e dewletê Rêbertî wek muhatab qebûl kir û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser maseya muzakereyê rûnişt. Pirsgirêka Kurd divê bi siyaset û qanûnan bê çareserkirin.”

‘Kurd ne evîndarên çekê ne’

Veysî Aktaş bal kişand ser ku Kurd ji ber binpêkirina mafên xwe neçar man ku çekê hildin û wiha berdewam kir: “Di dîrokê de gelek berxwedan çêbûn, lê di qanûna ti dewletî de navê Kurdan nehat bicîhkirin. Îro qebûlkirina Rêbertî destkeftiyeke mezin e. Ev mesele dê bi siyasetê bê çareserkirin. Kurd ne evîndarên çekê ne, di eslê xwe de neçarî çekê bûn. Ji ber ku êrîşî me kirin, me ji bo parastina xwe çek hilda. Dewletê êdî ji me re got ‘werin bi siyasetê çareser bikin’. Me bi qanûna ku derketî re li çareseriya pirsgirêkan geriya, ev ji bo me destkeftiya herî mezin e.”

‘Sîstema hegemonîk çareseriyê naxwaze, divê em xwe rêxistin bikin’

Veysî Aktaş di dawiya axaftina xwe de bang li civakê kir ku xwe rêxistin bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wek ku Rêbertî dibêje, çek ji bo me ne çareserî ye. Divê pêşiya siyasetê bê vekirin. Divê em xwe rêxistin bikin; pirsgirêk ya me ye, çareserî di destê me de ye. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke ji rêzê ye. Sîstema hegemonîk li hemberî te şer dike û naxwaze ev pirsgirêk bê çareserkirin, ji ber ku ev pirsgirêk bandorê li Rojhilata Navîn hemûyê dike. Birêz Ocalan Kurdên birîndar derman kir û kir îradeya siyasî. Ev 52 sal in ev şerê dijwar berdewam dike û Kurd têkoşînê dikin.”

Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne