Tûrnûvaya Rojîn Kabaîş a ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a DEM partiyê ve hat lidarxistin, bi serkeftina Pîran Sporê bi dawî bû.
Tûrnûvaya ku ji hêla Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan a Amedê (DEM Partî) ve di 8ê Hezîranê de dest pê kiribû bi dawî bû. Bi giştî 45 tîm (4 tîmên voleybolê û 3 tîmên karma) cîh girtin. Maça fînalê li Sahaya Futbolê ya Barişê ya 500 Evler a Peyas a Amedê hat lîstin.
Di encama tûrnûvayê de Pîran Spor bû 1emîn û Baglar FK jî bû 2yemîn. Piştî maçê kupa dan tîma ku qezenc kir.
Li qada ku maç lê hat lîstin pankarta “Ciwanên ku bi ruhê komunal xwe rêxistin dikin ew temînata jiyana demokratîk in” hat daliqandin. Di dawiya maçê de pankartên “Li dijî şerê taybet ciwanên ku dibin komûn li qadê ne” û “Rojîn di dilê me de ye” hatin vekirin. Ciwanan tîşortên ku wêneya Rojîn Kabîiş li ser hebû li xwe kirin û ciwana ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê kirin.















