• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Turkoglu: Em ê li ser banga dîrokî bi hemû pêkhateyan re biaxivin

Enqere / AW

3 ADAR 2025 - 13:49
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku ew ê têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi parlamenterên jin ên partiyên siyasî yên li Meclîsê û pêkhateyên pêwendîdar re biaxivin û wan daye pêşiya xwe ku di vê çarçoveyê de bi rojnamegerên jin û saziyên çapemeniyê re hevdîtinan pêk bînin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu li navenda partiya xwe derbarê geşedanên dawî de civîna çapemeniyê li dar xist.

Halîde Turkoglû ya ku di civînê de bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku jin dê ji bo pêwîstiya vê bangê û pêşxistina ziman û siyaseta demokratîk bi hev re têbikoşin û diyar kir ku dê di rojên pêş de bi siyasetmedarên jin û nûnerên partiyan re hevdîtinê pêk bînin.

‘Em ê têkoşîna aştiyê berfireh bikin’

Halîde Turkoglu wiha bal kişand ser roja ku bangewazî hat kirin: “Banga Birêz Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê Sibatê de pêk hat, ji bo jinan xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ev bang; Di sedsala 21an de li Tirkiye û Rojhilata Navîn li cîhanê derî li serdemeke nû û ji nû ve avakirina civaka demokratîk vekiriye. Em jin vê banga dîrokî dibihîzin; Em weke erk û berpirsyariya xwe ya bingehîn dibînin ku bi tecrûbe, zanîn û mîrateya têkoşîna xwe ya jinê têkoşîna aştiyê mezin bikin. Divê hikûmet demildest li ser vê bangê tevbigere. Divê Abdullah Ocalan bikaribe şert û mercên azad û xebatê bi dest bixe û bi gel re têkiliyan deyne. Avakirina siyaseta demokratîk û qada hiqûqî ne tenê şert e, konsept, projekirin û garantiya aştî û çareseriyê ye. Divê di vî warî de demildest gav bên avêtin. Ji bo; Li Tirkiyeyê polîtîkayên înkar û îmhayê yên di avakirina Komarê de ev sed sal in li ser erdnîgariya me şer, êş, şîn, koçberkirin, girtin, îşkence, kuştinên kiryar nediyar û qetlîam kûr kirine. Sazîbûna mîlîtarîzm, neteweperestî û zayendperestiyê li her qadê bûye sedem û dibe sedem ku komkujî, tacîz û destavêtina jinan her roj zêde bibe.”

‘Jin dest ji israra xwe ya azadî û wekheviyê bernedan’

Halîde Turkoglu anî ziman ku gelek hikûmetên serdest ên mêr hatine û çûne, lê daxwaza aştî û azadiyê ti carî neguheriye û wiha got: “Ev zîhniyeta ku êrişî jiyan, ked, çand, ziman, laş û heta nanê me dike, ji bo tu nasnameyan jiyaneke bi rûmet û wekhev nas nekiriye. Di dema ku çanda dilsozî û îtaetê bi polîtîkayên şîdetê tê ferzkirin, di çerxa tirsê de siyaset bi lehengiyê pêş dikeve, yên ku li hemberî şer dibêjin aştî, yên ku dipirsin çima demokrasî ewqas dûr e, yên ku zindan û mirin layiqî yên ku têkoşîna azadiya jinê diparêzin, nekarîn hêviya guhertina demokratîk ji bo me jinan ji holê rakin. Di her şerê ku hatiye meşandin de em jin bûne hedefa zîhniyeta rêveberî ya zayendperest û neteweperest. Îro tevî têkoşîn û destkeftiyên jinan ên bi salan e, pênaseya jinê ya hikûmetê ji bilî ‘malbat û hevserê’ weke tiştekî din nayê dîtin. Jinên ku li dijî polîtîkayên şîdetê yên bi hezaran salan ên pergala serdest a mêr ên li ser jin, gelan, bawerî û cudahiyan têdikoşin, dest ji israra xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bernedan û îro jî jiyaneke nû xeyal dikin. Û ew ji berê nêzîktir e.”

Referansa bingehîn a siyaseta demokratîk

Halîde Turkoglu destnîşan kir ku têkoşîna rizgariya Rojhilata Navîn ji polîtîkayên qirkirin, şer û îstîsmarê di têkoşîna azadiya jinê de dibînin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku têkoşîn û tecrûbeyên jinan tevî hemû polîtîkayên cudaxwaz ên desthilatdaran her tim têkoşîneke hevpar meşand. Têkoşîna hevpar a Tevgera Jinên Kurd, tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê, jinên ku têkoşîna femînîst û sosyalîst dimeşînin, jinên ku nasnameya wan a baweriyê tên paşguhkirin, jinên ku keda wan tê îstîsmarkirin, jinên ku cewhera wan tê desteserkirin û li dijî vê nîzama serdest a mêr serî hildidin, referansên bingehîn ên têkoşîna siyaseta jinê ya demokratîk a partiya me ne. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e. Em di demên wisa de ne ku her pêngava vê demokratîkbûnê bê guman bandorê li erdnîgariya Rojhilata Navîn dike. Em ji her demê zêdetir nêzî derfetan, ji aştî, çareserî, demokrasî û azadiyê re ne. Em di nava şer de ne, li kêleka wî ne. Rêya hêzên azadî û demokrasiyê, rêya wekheviya jinê, rêya guhertinên mezin tevdigere. Ya ku wê weke jin pêşkeftina jiyana azad û rêveberiya demokratîk misoger bike, têkoşîna aştiyê ye. Ev serpêhatî û bîranîn di dema xwe de ye ku ji her demê zêdetir di siyaseta demokratîk de aştiyê bi rêxistin bike û ziman û siyaseta aştiyê geş bike.”

‘Yên ku herî zêde piştgiriyê bidin vê bangê wê jin bin!’

Halîde Turkoglu bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî:

“Birêz Ocalan şert û mercên herî guncaw ji bo pêşxistina destkeftiyên têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan ku bi salan e dimeşîne vedibêje. Em ku bi avahiya mêraniya serdest a ku bi şer û pevçûnan hîn xurtir dibe dizanin, bi salan e di têkoşîna aştiyê de pêşeng in û têkoşîna aştiyê ya jinan xwedî ezmûn û zanebûneke xurt e. Ji ber vê yekê yên ku herî zêde piştgiriyê bidin vê bangê wê jin bin!

Ev pêvajo wê bê civakîkirin

Avakirina aştî û civaka demokratîk tenê bi jinan û têkoşîna wê pêkan e. Em bi berpirsyariya xwe dizanin, em ê aştiyê bînin ser van xakan û bêguman em ê civakek ku jin tê de azad be, bi hev re tevbigerin. Ji bo vê; Em jinên ku dibin mijara siyaseta demokratîk de, dixwazin vê pêvajoyê bi jinan re di avakirina civaka demokratîk de civakî bikin. Em dixwazin bi hev re zimanê aştiyane yê siyasetê ava bikin. Weke Meclisa Jinan a Partiya DEM’ê em bi plan, bername û banga siyaseta demokratîk, civakîbûna aşitiyê û tevlêkirina jinan weke mijarên guhertinê di qada qanûnî de li vir in: Em dixwazin bi perspektîfa jinan bi parlamenterên jin û pêkhateyên jin ên partiyên siyasî yên li Meclîsê re muzakere û diyalogê pêk bînin. Em ê hefteya bê van hevdîtinan bi aliyan re bikin.

Em ê bi rojnamegerên jin û saziyên çapemeniyê re bi hev re nîqaşan bikin ku polîtîkaya aştiyê ya jinê û têkoşînê bibe rojeva sereke ya siyaseta navendî û herêmî. Em ê bixebitin ku di vê pêvajoyê de israr û nêzîkatiya demokratîkbûna azadiya jinê, li şûna serdestiya nêzîkatiyên siyasî yên serdest ên mêr, diyar bibe.

Em dizanin ku têkoşîna jinê temînata demokrasiya herêmî ye. Em ê bi platformên jinan û meclîsên bajaran ên jinan re ji bo pêşxistina siyaseta demokratîk û civakîkirina aştiyê û têkoşîna aştiyê li qadên herêmî bên cem hev. Em ê bi sazî û rêxistinên ku li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin re nîqaş bikin ku em ê çawa di têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê de aştî û demokratîkbûnê veguherînin destkeftiyan, li hemberî pêvajoya pevçûnê çawa di jiyana me de vediguhere şîdetê. Em berdêla şer ji îstîsmarkirina keda xwe û jiyana xwe ya metirsîdar dizanin. Ji bo siyaseta aşitiyê bi hev re di civaka demokratîk û guhertina demokratîk de bimeşin, em ê bi rêxistinên kedkar û saziyên jinan ên sendîkayan re hevdîtinê bikin.

Divê dewlet ji kodên yekparêz rizgar bibe

Em ê bi rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, akademîsyen û hunermendên jin re li ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ biaxivin, ka civak û dewlet wê di vê bendava dîrokî de çawa di aştî û guhertina demokratîk de rola xwe bilîzin û hêza me di vê guhertinê de çawa ye. Weke kesên di siyaseta desthilatdaran de tên bêdengkirin, cezakirin û sansurkirin em ê rê li ber hev vekin û bi hev re bibin rêya meşandina siyaseta civaka azad, wekhev û demokratîk. Ji bo guhertina demokratîk pêk were, pêwîst e siyaset û dewlet ji kodên monîst bê paqijkirin. Pirrbûn û cudahî rihê demokrasiyê ye û ji bo ev ruh were jiyîn divê hemû nasname bên naskirin.

Girîngiya li ser Destûra Bingehîn a Demokratîk

Tirkiyeya demokratîk ne tenê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd e, bi vê çareseriya aştiyane hemû gel, bawerî û her nasnameya înkarkirî dikarin bi hev re bi ser bikevin. Îmkan û têkoşîna vê di destê me hemûyan de ye. Ji bo hemû jin di vê pêvajoyê de cih bigirin em ê bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Civakbûna aştiyê helbet ji civakbûna azadiya jinê serbixwe nikare pêş bikeve. Ji ber vê yekê pêwîstî bi şopandin û diyaloga li qadên civakî, siyasî û hiqûqî heye ku jin dibin mijara destûra bingehîn a demokratîk, demokrasiya xwecihî û komara demokratîk, ku em ê zêdetir bên cem hev û ji bo aştiyê zêdetir israr bikin. Weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê em dixwazin diyar bikin ku ji bo ev pêvajo li ser esasê siyaseta demokratîk bi bandor bê meşandin, jin hêza rêxistinkirî ya civaka demokratîk e ku diguhere û diguhere. Em jin bi hev re siyaseta demokratîk û zimanê serdema nû ava bikin.

Banga me ji hemû jinan re ye, bila em hemû bi hev re bibin dengê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, em hemû bi hev re siyaset, ziman û siyaseta aştiyê ava bikin ku ji Tirkiyeyê heta Rojhilata Navîn aştî û demokrasiyê li van xakan belav bike. Dema ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin em hemû jinan bi gotina ku em bi têkoşîna azadiya jinê aştiyê bi rêxistin dikin silav dikin.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîMeclisa Jinan a DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

1 TÎRMEH 2026
DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (33)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne